rojane
-
ROJIN ji bo Rabîa Onver daxuyanî da: Rojnamegerî ne sûc e
ROJIN, serdegirtina mala Rojnameger Rabîa Onver a piştî nûçeya wê şermezar kir û got: “Rojnamegerî ne sûc e. Ne rojnamegeran, sûcdaran darizînin.
-
Şêniyên Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daket qadan
Şêniyên Şehbayê bi pêşengtiya Kongra Star Efrîn-Şehba ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li darxist.
-
Li Îranê di mehekê de 16 jin, 5 zarok hatin qetilkirin
Li Îranê di nava mehekê de 16 jin, 5 zarok hatin qetilkirin, 11 jin, 7 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Komkujiyên jinan û mirina bi guman gihîştiye asta xeternak, li hemberî tiştên tên jiyîn bêdengiya hikumetê didome.
-
Îfadeya rojnameger Rabîa Onver nehat girtin
Îfadeya nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver a ku ji ber nûçeya wê ya der barê çeteya fuhûş û tiryakê ya Colemêrgê de çêkiribû bi fermana Serdozgeriya Komara Colemêrgê bi ser mala wê de hatibû girtin, nehat girtin.
-
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 492 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara kesên di êrîşên hewayî yên Îsraîlê ku duh ji saetên sibehê ve didomin de, 35 jê zarok, 58 jê jin, 492 kesan, jiyana xwe ji dest dane, hejmara birîndaran jî bûye hezar û 645.
-
47 girtiyên siyasî li dijî biryara darvekirinê ketin greva birçîbûnê
47 girtiyên siyasî yên jin li girtîgeha Evîn ya Tehranê li dijî cezayên darvekirinê biryar dan ji bo 24 saetan bikevin greva birçîbûnê.
-
‘Divê jinên Libyayê beşdarî hilbijartinan bibin’
Neîme El Sefih tevî hemû zehmetiyên ku di dema namzediyê de dîtine jî ji bo xurtkirina beşdariya jinan di warê siyasî de didomîne.
-
Prof. Kariane Westrheim: Abdullah Ocalan sembola berxwedana li dijî zilma kûrewî ye
Prof. Kariane Westrheim, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sembola berxwedanê ya li dijî zilma kûrewî ye û li her derê fikrên wî tên nîqaşkirin û destnîşan kir ku her çend kampanya mezin ne jî, têrê nake.
-
Çalakvanên Mexmûrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye
Jinên ciwan ên beşdarî çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bûn, gotin: “Em wek jinên ciwan azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de dibînin.”
-
Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 85’emîn didome.
-
Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên wê yên tunduristiyê girantir bûn, navber da çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Meclisê.
-
Sazî û rêxistinên Şengalê serdana PADÊ kirin
Sazî û rêxistinên Şengalê çûn serdana navenda PADÊ ya Şengalê. Di serdanê de hat gotin ku tu kes nikare îradeya wan tune bihesibîne û tu carî bêdeng neminin.
-
Êrişên Îsrailê li ser Xezayê di roja 353’an de ye
Li Zîvala Xezaya ku ev 353 roj e êrişên Îsrail lê berdewam dike, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 41 hezar û 455.
-
DEM Partî: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê ji bo “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û xwest prosedura binpêkirinê bide destpêkirin.
-
Li Sûdanê hejmara kesên ji ber kolera jiyana xwe ji dest dane zêde dibe
Li Sûdanê ku şerê navxweyî lê berdewam dike, hate ragihdan ku hejmara kesên ku ji ber şewba kolera jiyana xwe ji dest dane gihaye 388 kesan.
-
Rojnameger Rabîa Onver bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
Hate zanîn ku piştî nûçeya bi sernavê ‘Li Colemêrgê şerê taybet’ hate weşandin, bi îdiaya ‘belavkirina agahiyên xelet’ bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onverê de hate girtin û derbarê wê de biryara girtinê hatiye dayîn.
-
Biryara doza H.K.G. hate eşkere kirin
18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li avakerê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaata Îsmailaga Yusuf Ziya Gumuşel û 36 sal cezayê girtîgehê jî li Kadîr Îsteklî hate birîn.
-
‘Guherîna Zagona Rewşa Kesane binpêkirina mafê zarokan e’
Parêzer Raja Gûra Hisên diyar kir ku parlementoya Iraqê peymana mafê zarokan erê kiriye, guherîna Zagona Rewşa Kesane binpêkirina mafê zarokan û binpêkirina peymana navneteweyî ye.
-
KJK: Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ne têrker e
Koordînasyona KJK’ê diyarkir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo dawîanîna bê hiqûqiya li Îmraliyê bi lez bikeve nava tevgerê û got: “ Divê ne li êşkenceyê temaşe bike, asteng bike.”
-
Xelatên Apê Musa hatin dayîn
Di merasîmê de Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter ji xwediyên wan re hatin dayîn. Di merasîmê de peyama Pexşan Ezîzî hat xwendin, hat ragihandin ku Çapemeniya Azad wê tu carî ji rastiyê tawîz nede.