rojane
-
Wê ji bo Nagîhan Akarsel çalakiya roja îmzeyê bê lidarxistin
Di 2’yemîn salvegera qetilkirina akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel de wê bi pêşengiya jinan çalakiya îmzeyê bê lidarxistin.
-
Li Efganistanê kujerên jinan bi bêcezatiyê tên xelatkirin
Ji ber desthilatdariya Talîbanê her diçe qetliam, şîdet û zewaca di temenê biçûk de zêde dibe, ji mirina bi guman re jî ‘xwekuştin’ tê gotin. Li dijî jinan binpêkirinên tên kirin di çapemeniya welat de dernakevin û kujer bi bêcezatiyê tên xelatkirin.
-
Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê hat lidarxistin
Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” hat lidarxistin. Konferansa ku bi helbesta Îştar dest pê kir û du rojan domiya bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
-
Deriyê pêşxistin û gihîştandina jinan: Akademiyên perwerdeyên xweser
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku bikaribin şoreşa xwe ya jinan bi pêş bixin û bi serkeftinê tacîdar bikin, berê xwe didin akademiyên perwerdeyê. Akademiyên perwerdeyên xweser, ji bo jinên ku pêşengiyê bikin bigihîjînin xebatên xwe didomînin.
-
‘Dixwazim berhemên min wêjeya Kurdî dewlemend bikin’
Diyala Elî helbestvaneke ciwan e ji navçeya Çil Axa ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye dibêje ku nivîsa helbestê û taybetî bi zimanê Kurdî beşek e ji hebûna wê û destnîşan dike ku ew dixwaze xizmetê ji wêje û zimanê Kurdî re bike.
-
NY’yê ragihand ku 1 mîlyon mirovên li Xezayê hewcedarê malzemeyên stargehê ne
Li Xezeya ku êrîşên Îsraîlê didomin 2 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 1 mîlyon mirov hewceyê malzemeyên stargehê ne.
-
Li Sûdanê şewba kolerayê: Hejmara miriyan derket 473’yan
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku hejmara kesên ji ber şewba kolerayê li welêt jiyana xwe ji dest dane derket 473’yan.
-
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hezar û 247 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ji 8'ê Cotmeha 2023'an û vir ve pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê dest pê kir û heta niha hezar û 247 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.
-
15 jinên Bahayî cara duyemîn derketin pêşberî dadgehê
Li Îsfehanê 15 jinên Bahayî tevî ku berê hatibûn darizandin û ji ber sûcên cuda hatibûn cezakirin, cara duyemîn li Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê hatin darizandin.
-
DEM Partiyê der barê komkujiya Narîn Gûran de serlêdana sûc kir
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê der barê kesên ku rê li ber eşkerekirina berpirsyarên lêpirsîna komkujiya Narîn Gûran girtine, serlêdana sûc kir.
-
Rojnameger Pexşan Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
Rojnameger Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Evînê girtiye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, rakirin nexweşxaneyê.
-
Parêzvanên mafan: Li Efrînê ji ber dagirkeriyê mirina bi guman zêde bûye
Parêzvana mafên mirovan Hehan Elî û endama Meclisa Gel Fatîma Lakto bal kişandin ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan û mirina bi guman a jinan di bin navê ‘întiharê’ de û ji bo rawestandina vê rewşê bang li saziyên navneteweyî kirin.
-
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz hat binçavkirin
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz û mamosteyek di çarçoveya lêpirsîna li Amedê de di serdegirtina saziyên ziman de hatin binçavkirin.
-
Jinên Idlibê: Divê cudakariya zayendî weke sûc were dîtin
Di demeke ku rewşa siyasî, aborî, civakî û çandî li Idlibê xirab e jinên li wê derê dijîn bi cudakariya zayendî re rû bi rû ne û ji bo bidestxistina mafên xwe yên wekhevî, azadî û rûmetê bedelan didin.
-
Rojnamevana Mexribî: Divê rojnamevan li herêmên şer werin parastin
Rojnamevana Mexribî Sûad Şaxil teqez kir ku qetilkirina rojnamevanan êrişa li dijî mafê zanîn û derxistina rastiyan e. Her wiha diyar kir ku divê rojnamevan li herêmên şer werin parastin.
-
Fîlîz Bûdak: Divê Iraq nebe hevkarê planên qirêj
Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Bûdak, bertek nîşanî hevkariya hikûmeta Iraq û PDK’ê ya bi dewleta Tirk re da, got ku divê Iraq nebe hevkarê planên qirêj û li dijî êrişan banga mezinkirina têkoşîn û şerê gelê şoreşgerî kir.
-
Hejmara kesên li Lûbnanê jiyana xwe ji dest dan bû 609
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lûbnanê de di 24 saetên dawî de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên ji 23’ê Îlonê vir ve jiyana xwe ji dest dan bû 609.
-
Nergîs Muhammedî ji Komîsyona Giştî ya NY’ê re name şand
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî di nameya ji Komîsyona Giştî ya 79’emîn a NY’ê re şand de, xwest li dijî binpêkirina mafên mirovan ên hikumeta Îranê demildest NY bi awayekî biryar bikeve nava tevgerê.
-
Koalîsyona Jinan a Yemenê bertek nîşanî Hûsiyan da
Koalîsyona Jinan a Ji bo Aştiyê ya li Yemenê, bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinên ji aliyê Hûsiyan ve tên kirin berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
-
Ji Şerîfe Muhammedî peyama sersaxiyê
Çalakvana kedkaran Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji malbatên kesên ku di karesata madenê ya Tebasê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.