Kovara Jinê bi berga ‘Avakirina Paşerojeke Demokratîk!’ derket

Hejmara 175’an a Kovara Jinê bi berga ‘Avakirina Paşerojeke Demokratîk!’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 175’an a  Kovara Jinê bi berga ‘Avakirina Paşerojeke Demokratîk!’ hate weşandin.

Hejmara dawî ya kovarê, li ser bingehên civakî, dîrokî û siyasî yên ku pêşerojeke demokratîk dikare li ser wan were avakirin disekine. Ji rûbirûbûna bi rabirdûyê û lêkolîna bîranînê bigire heta lêgerîna aştî û civakeke demokratîk; ji rizgariya jinan bigire heta veguherîna mêraniyê; û ji keda zarokan û hilweşîna civakî bigire heta xwendinên dîrokî yên jineolojîk, gotar ji perspektîfên cûrbecûr derfetên jiyaneke azad digre dest.

Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:

“*Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re: Fikirandina Bi Hev re ya Li Ser Dîrok û Bîranînê/ Noémi Lévy-Aksu

*Biryardayina Afirandina Ji Nû Ve ya bi Agir û Veguhertina Bendemaniyanan/ Dîcle Muftuoglu

*Guhertin û Veguherandina Mêranî ya di Avakirina Civakeke Demokratîk de/ Başak Saridal

*Barê Zarokatiyê: Karkeriya Cotkariya Demkî, Verisîna Civakî û Lêgerîna Civaka Demokratîk/ Êyşxan Ornek

*Nêrîneke Jineolojîk ya li Dîroka Jinê/  Bîrgul Daş.”