rojane
-
Li Tirkiyeyê rastiya zarokan – DOSYA 3
Ji ÎHD’ê Berfîn Elçî diyar kir ku ji ber baweriya bi polîtîkayên bêcezatiyê, destnedayîna ‘malbatan’ pêşiya komkujiyan vebûye û got: “Ji bo pêşîgirtina sûcan, axaftina li ser Ceylan û zarokên hatine qetilkirin girîng e.”
-
‘Bîrdoziya Rêber Apo temînata rizgariya mirovahiyê ye’
Endama koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn diyar kir ku çavkaniya çareserî û dermanê nexweşiyên serdemê, Abdullah Ocalan e û got: “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo misogeriya hilweşîna pergalên serdest e.”
-
Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 437’emîn de bi dewirgirtina koma 86’emîn didome.
-
Ceylan Onkol li ser gora xwe hat bibîranîn
Ceylan Onkol di 15’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de Parlamentera DEM'ê Bêrîtan Guneş axivî û got: " Zîhniyeta ku Ceylanê kuşt û zîhniyeta ku 19 rojan Narînê nedît heman zîhniyet e."
-
Xizmên Windayan aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn
Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 816’emîn de aqûbeta Îbrahîm Gundem ku di sala 1991’ê de di bin çavan de hat windakirin pirsîn.
-
Dayikên Şemiyê: Divê demborî pêk neyê
Dayikên Şemiyê di hefteya 1018'an de aqûbeta Abdûlmecît Baskin pirsîn û gotin: “Divê meqamên edlî bêyî ku bandorên siyasî li ber çavan bigirin, erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyaya Abdulmecit Baskin de pêk bînin.”
-
Jinên Xezayê rastî gelek cureyên tundiyê tên
Parêzer Nourhan Al-Tatabî got ku ji ber êrişan jinên Xezayê yên ku xwe spartine kampan, ji ber tunebûna zagon, dadgeh û saziyên jinan rastî gelek cureyên tundiyê tên û got: “Bêdengî êşên wan zêdetir dike.”
-
3 kes ji malbata Pexşan Ezîzî hatin girtin
Dadgeha Tehranê bi tometa ‘Alîkarî û teşwîqkirinê’ sê kesên ji malbata Pexşan Ezîzî girtin û li her yekê ji wan salek cezayê girtîgehê birî.
-
Ji hevdîtina jinên ku zanebûna jinan nû dikin çend nîşe - ÇAVDÊRÎ
“Rastiyên ku Jineolojî wê derxe holê guman nîne dê ji teolojî, eskatolojî, siyaset, pedagojî û bi kurtasî lojiyên girêdayî beşên civaknasiyê kêmtir rastiyê hilnegirin.”
-
Di serdema nû de felsefeya Jin Jin Azadî
Li dijî pirsgirêkên polîtîkayên koçberî, dagirkerî, mêtingerî, asîmîlasyon-qirkirina fizîkî û çandî û qeyrana ekolojîk, bersiv û alternatîf têkoşîn û şoreşa jinan e.
-
Rûxmê hemû êrişan jî pergala perwerdê ya Mexmûrê 30 sal in didome
Hevberdevka Komîteya Perwerdê ya Wargeha Mexmûrê Mamoste Hêlîn Kara, diyar kir ku rûxmê hemû êrişan jî nêzîkî 30 sal in pergala perwerdê didome û li dijî êrişên li ser ziman û çanda Kurdî banga xwedî derketinê kir.
-
Zeyneb Saroxan li Hesekê hate bibîranîn
Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka berê ya Nivîsgeha Edaletê û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye bi bîr anîn.
-
Encamnameya 2’yemîn Konferansa Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Di encamnameya 2’yemîn Konferansa Jineolojî de bal lê hat kişandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Jineolojiyê aniye ziman û wiha hat gotin: “Konferansa me fikrên Rêber Apo gihandina hemu jinên cîhanê weke erkekê sereke dibîne.”
-
Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şerê taybet seferberî
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bal kişand ser çalakiyên li dijî kûrbûna şerê taybet ê li Kurdistanê û got ku ew ê li tu deverê rê nedin şerê taybet.
-
Wê ji bo Nagîhan Akarsel çalakiya roja îmzeyê bê lidarxistin
Di 2’yemîn salvegera qetilkirina akademîsyen û rojnameger Nagîhan Akarsel de wê bi pêşengiya jinan çalakiya îmzeyê bê lidarxistin.
-
Li Efganistanê kujerên jinan bi bêcezatiyê tên xelatkirin
Ji ber desthilatdariya Talîbanê her diçe qetliam, şîdet û zewaca di temenê biçûk de zêde dibe, ji mirina bi guman re jî ‘xwekuştin’ tê gotin. Li dijî jinan binpêkirinên tên kirin di çapemeniya welat de dernakevin û kujer bi bêcezatiyê tên xelatkirin.
-
Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê hat lidarxistin
Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” hat lidarxistin. Konferansa ku bi helbesta Îştar dest pê kir û du rojan domiya bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
-
Deriyê pêşxistin û gihîştandina jinan: Akademiyên perwerdeyên xweser
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku bikaribin şoreşa xwe ya jinan bi pêş bixin û bi serkeftinê tacîdar bikin, berê xwe didin akademiyên perwerdeyê. Akademiyên perwerdeyên xweser, ji bo jinên ku pêşengiyê bikin bigihîjînin xebatên xwe didomînin.
-
‘Dixwazim berhemên min wêjeya Kurdî dewlemend bikin’
Diyala Elî helbestvaneke ciwan e ji navçeya Çil Axa ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye dibêje ku nivîsa helbestê û taybetî bi zimanê Kurdî beşek e ji hebûna wê û destnîşan dike ku ew dixwaze xizmetê ji wêje û zimanê Kurdî re bike.
-
NY’yê ragihand ku 1 mîlyon mirovên li Xezayê hewcedarê malzemeyên stargehê ne
Li Xezeya ku êrîşên Îsraîlê didomin 2 milyon Filistînî ji cih û warên xwe bûn. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 1 mîlyon mirov hewceyê malzemeyên stargehê ne.