rojane
-
Jinên Kobanî: Em çalakiya gelê bakurê Kurdistanê silav dikin
Jinên bajarê Kobanê yê kantona Firatê, berxwedan û vîna gelê bakurê Kurdistanê ya ji bo hevgirtina gelê Kobanê silav kirin.
-
Bi projeyên çandiniyê destek dide jinên Eden
Cewhera El Qaîdî alîkariya jinên gundewarên Edenê dike. Bi projeyên çandiniya erdên xwe ku tê de 20 jin rojane dixebitin hewl dide pirsgirêkên debarê çareser bike.
-
‘Li Xezayê zewaca temen biçûk jiyana zarokên keç dixe xeteriyê’
Pispora civakî û Psîkolojîk a li Xezayê Rîham Libid diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de dawî li pirsgirêkan nayne her wiha zêdetir dike û got: “Zewaca biçûk jinên ciwan dike qurbaniya biryarên civakî.”
-
Jinên Suryan: Rêveberiya Xweser mînaka parastina her netew, ol û baweriyan e
Jinên Suryan kiryarên li dijî ol û baweriyên Xirstiyan ku li Hema û Laziqiyê pêk tê şermezar kirin û gotin: “Rêveberiya Xweser mînaka parastina hemû netew, ol û baweriyan e.”
-
YRA: Bêdengiya saziyên navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk
YRA tekîldarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê ku ji bo parastina Bendava Tişrînê nobetê digrin û hedef girtina rojnamevanan daxuyanî da û diyar kir ku bêdengiya saziyên navnetweyî cesaretê dide dewleta Tirk.
-
ˋDi nav di rojan de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan û 40 jî birîndar bûnˊ
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di van 2 rojên dawîn de, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bendava Tişrînê, 5 welatî jiyana xwe ji dest dan û 40 jî birîndar bûn.
-
KJK: Roj roja xwedîderketina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
KJK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetil dike û got, “Roj roja xwedîderketina Bakurû Rojhilatê Sûriyê ye."
-
TAJÊ biryara îdamê ya li ser Pexşan Ezîzî şermezar kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ )erêkirina cezayê darvekirinê ya li ser Pexşan Ezîzî bi tundî şermezar kir û bang li tevahî jinan kir da ku li dijî her cure êriş û tundiya li ser jinan rabin serhildanê.
-
Şêniyên Kantona Firatê: Li bendavê destan tên nivîsandin
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê pêk anî bi meşeke girseyî şermezar kirin û gotin: “Îro li bendavê destan tên nivîsandin.”
-
Koçberên Efrînê bi daxwaza vegerê nameyek dan NY’ê
Koçberên Efrînê, daxwaza vegera bi ewle ya Efrînê kirin û nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kirin.
-
Dewleta Tirk carekî din li Bendava Tişrînê êrîşê gel kir
Dewleta Tirk carekî din bi balafirên şer êrîşê gel ê ku ji bo parastina bendavê çûbûn Bendava Tişrînê kir. Li gor gahiyên destpêkê welatiyek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.
-
Îsraîl tevî biryara agirbestê jî êrîşî Xezayê dike
Îsraîl piştî ragihandina agirbesta ku wê di 19’ê Çileyê de bikeve meriyetê êrîşî gelek deverên Zîvala Xezayê kir. Di êrîşê de 39 kes jiyana xwe ji dest dan.
-
Gelê Hesekê li dijî komkujiya li Bendava Tişrînê herikîn qadan
Gelê bajarê Hesekê bi hemû netewên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi meşekê komkujiya nobedarên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin .
-
Ji HDK’ê kampanya “Ji bo aştiyê milyonek îmze”
HDK, ji bo pirsgirêka Kurd kampanya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” da destpê kirin. dike.
-
Ji Rojhilat desteka ji bo Rojava: Berxwedan jiyan e!
Nesrîn B a Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û berxwedan gel ya li dijî van êrîşan, silav kir û got: “Li her derê Kurdistanê wê têkoşîna ji bo serkeftinê bidome, ji ber ku berxwedan jiyan e.”
-
Pervîn Buldan: Birêz Ocalan dê ji bo jinan bangek taybet bike
Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Pervîn Buldan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan ewê di hevdîtina pêş de bi taybetî ji bo jinan bangek bike.
-
Li dijî tecrîdê Hewldana Edaletê daxuyanî da
Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê xebatên xwe bi dawî kir û banga: “Em muxalefetê vedixwînin têkoşîna demokrasiyê ya ji bo mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Abdullah Ocalan.”
-
Piştî têkoşîna 2 salan bi zor ceza dan kujerê Meryem
Musa Sevîm ê ku hevjîna xwe Meryem Sevîm qetil kir, piştî 2 salan di encama têkoşîneke dijwar de ceza girt. Xwişka Meryem got ku ger cezayê ku heq kiribûn bidana kujerên jinan, ewê ne Meryem ne jî jinên din bihatana qetilkirin.
-
Li Brukselê dê dewleta Tirk ji ber sûcên ku kirine were darizandin
Di Dadgeha Gel a ku dê di 5-6'ê Sibatê de li Brukselê pêk were dê dewleta Tirk ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, were darizandin.
-
Li Xezayê agirbest
Piştî şerekî dijwar ê 15 mehan, di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbest hat îlankirin. Biryare roja yekşemê agirbest bikeve meriyetê.