rojane
-
Jinan li Mexmûrê balkişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê
Jinên Wargeha Mexmûrê yên di komxebata pergala hevserokatiyê de cih girtin, diyar kirin ku xurtkirin û cihgirtina pergala hevserokatiyê ji bo hemû jinan girîng e û gotin: “Em jin, dixwazin pergala hevserokatiyê li her qadê bimeşînin.”
-
Ji çalakvana Mexribî banga hevkariya jinan
Çalakvana Mexrîbî Eyşe Lexmas destnîşan kir ku di encama şeran de li dinyayê jiyan wêran dibe û bang li hemû tevgerên jinan kir ku li hember vê yekê di nav hevkariyê de bin.
-
Rewşa çapemeniyê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê
Rojnamegerên jin ên Kurd li Îranê rastî gelek astengiyan tên. Çend ji wan, siyasetên giştî yên Komara Îslamî, çavdêriya zêde ya li ser çalakiyên Kurdî û hejmara wan a kêm li Rojhilat e.
-
Hevserok hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin
Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan hatin girtin. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kiriye.
-
‘Rûmet’ û ‘Namûs’: Barê giran ê êşa jinan
Piştî salên bêdengî, Sarveh dixwaze barê giran ê êşa jinbûnê bide aliyekî, bêhna xwe bide û ji esaretê rizgar bibe.
-
‘Jinên Tûnisî di qada siyasî de bi astengiyan re rûbirû dimînin’
Çalakvana Tûnisî Hind Omirî li ser astengiyên ku jinên Tûnisê dibînin got: “Hê jî jinên Tûnisê ji bo rêvebirina qada siyasî bi astengiyan re rûbirû dimînin. Tevî ku di qada siyasî de çalak in jî pêşiya wan tê girtin.”
-
‘Hewl didin zihniyeta DAIŞ’ê li Sûriyeyê zindî bikin’
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Hesekê Emanî El Xerbî tekez kir ku zihniyeta cîhadî ya Heyet Tehrîr El Şam li Sûriyeyê metirsiyê ava dike û DAIŞ’ê zindî dike.
-
Kujerê 15 jin û 19 zarokan dewleta Tirk e!
Ji 27’ê Mijdarê heya niha dewleta Tirk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 15 jin û 19 zarokan qetil kir. Di êrişên dagirkeriyê de herî kêm 7 jin û 25 zarokan jî birîndar kir.
-
Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê yekemîn civîna xwe li dar xist
Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê yekemîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de endamên desteya rêveber hatin diyarkirin.
-
Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 543 roj li pey xwe hişt
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 107’emîn 543 rojan li pey xwe hişt.
-
Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 46 hezar û 565
Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di 24 saetên dawîn de 28 kes jiyana xwe ji dest dane 46 hezar bû 565.
-
Fîgen Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne
Siyasetmedara girtî Fîgen Yuksekdag di hevdîtina li gel endamên Şandeya Îmraliyê de wiha got: “Em bi pêvajoyê re ne û çi bikeve ser milê me em amade ne ku bi keyfxweşî pêk bînin.”
-
Suryan û Aşûrî ji bo Sûriyeyê banga pêkanîna sîstema nenavendî kirin
Pêkhateyên Suryan û Aşûrî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pêkanîna sîstema nenavendî li Sûryeyê kirin û gotin ku modela rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê ya herî baş e.
-
Ji 68 rêxistinan ji bo Pexşan Ezîzî bang: Cezayê darvekirinê rawestînin
68 Rêxistinên Mafên Mirovan, aktivîstên jin yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyekê banga hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî kirin û ev bang kirin: “Ji bo rawestandina biryarê, pêngavên cidî bavêjin.”
-
Ji bo parastina av û axa xwe nobeta li Tişrînê didome
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo parastina ax û ava xwe berê xwe dan Bendava Tişrîne ku ji ber êrişên dewleta Tirk metirsî li ser heye, di roja 5’an de nobeta xwe bi coş didomînin.
-
DBP dê di serdama nû de bi heman hevserokên giştî bidomînin
Di 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê de Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir ji bo serdema nû dîsa hatin hilbijartin.
-
Bavê Pexşan Ezîzî ji bo keça xwe bang kir
Piştî dadgeha Îranê cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî erê kir, bavê Pexşan Ezîzî, Ezîz Ezîzî di peyamekê de ragihand ew tometên ku xistine li ser keça wê nerastin û ji bo piştgiriyê bang kir.
-
Şêniyên Kantona Firatê komkujiya Parisê şermezar kirin
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê meşek girseyî li darxistin.
-
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Divê her kes berpirsyariya xwe bi cîh bîne
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Kongreya Asayî ya DBP'ê de axivî û diyar kir ku divê hemû beşên civakê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber çavan bigirin û berpirsyariya xwe bi cîh bîne.
-
Yekitiya Jinên Sûdanê: Daxwaza Tirkiyeyê ya navbeynkariyê nîşaneya xeterê ye
Yekitiya Jinên Sûdanê bertek nîşanî daxwaza serokomarê AKP’ê Tayîp Erdogan a ji bo navbeynkariya di navbera Sûdan û BAE’yê de da û hişyarî kir û wiha hat gotin: “Ev hewldan nîşaneyek bi xeter a parçekirin û dabeşkirina Sûdanê ye.”