Li Kordofanê fikara kûrbûna qeyrana kolerayê zêde dibe

Li herêma Mezrûb a ser bi Kordofana Rojavayê Sûdanê, ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê şewba kolerayê ji kontrolê derdikeve. Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê hişyariyeke lezgîn da û ragihand ku nexweşxane ji kapasîteya xwe zêdetir nexweşan qebûl dikin.

Navenda Nûçeyan – Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê hişyarî da ku rewşa tenduristiyê ya li herêma Mezrûb a li rojavayê Sûdanê berdewam xirabtir dibe. Bi zêdebûna bûyerên qeydkirî û zexta zêde ya li ser navendên tenduristiyê re, hate ragihandin ku saziyên tenduristiyê bi kêmasiyên cidî yên alavên bijîşkî û çavkaniyan re rû bi rû ne.

Ji aliyê komîteya demkî ya Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê û çavkaniyên bijîşkî yên herêmî ve hate piştrastkirin ku li herêma Mezrûbê di bûyer û mirinên kolerayê de zêdebûneke berçav heye. Pisporan hişyarî dan ku ger bi lezgînî mudaxele neyê kirin, dibe ku ev nexweşî li herêm û dewletên din ên derdorê jî belav bibe.

418 bûyerên kolerayê hatin tesbîtkirin

Endamê komîteya demkî ya Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê diyar kir ku nexweşxaneya Mezrûbê heta niha 418 bûyerên kolerayê yên piştrastkirî wergirtine; ji wan 61 kes di navendên îzolasyonê de tên dermankirin û di rojên dawî de ji ber tevliheviyên nexweşiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî bangeke lezgîn hate kirin û hate destnîşankirin ku Mezrûb, piştî belavbûna nexweşiyê ya ji Kordofana Rojava, veguheriye navenda sereke ya şewbê û zexta li ser saziyên tenduristiyê gihîştiye asta herî bilind.

Li Bakurê Kordofanê zêdebûna bûyeran û xirabûna rewşê

Li gorî çavkaniyên medyayê yên herêmî, li Mezrûbê hejmara giştî ya mirinan a ji ber kolerayê gihîştiye 21 kesan û hejmara pêketiyan ji 400’î derbas bûye. Beriya ku nexweşî bigihîje Mezrûbê, li herêma Fujayê herî kêm 80 mirin hatibûn ragihandin, ku ev yek nîşan dide şewb li Bakur û Rojavayê Kordofanê bi lez belav dibe.

Rojane li nexweşxaneya Mezrûbê bûyerên nû tên dîtin û tenê

di du rojan de 52 bûyerên nû

hatin tomar kirin. Nexweşxane niha ji kapasîteya xwe wêdetir nexweşan qebûl dike. Ji ber kêmbûna nivînan, gelek nexweş li hewş û derveyî beşan hatine biştawtin, ev yek jî zexta li ser xebatkarên tenduristiyê ducar kiriye.

Her wiha hate ragihandin ku di navendên tenduristiyê yên herêmê de kêmasiya serum, derman û pêdiviyên bingehîn ên bijîşkî heye û ev yek mudaxeleyê dijwar dike. Heke alîkariyên bijîşkî yên lezgîn negihîjin herêmê, dê karesata mirovî ya li Kordofanê kûrtir bibe.