ekolojî
-

Li Efganistanê zarok ji hewaya qirêj dimirin
Li Efganistanê hewaya qirêj tenê pirsgirêkek hawirdorê nîne; ev krîz her roj bi destpêkirina sermayê re ji bo jinên ducanî û zarokan rewşeke xeter çêdike.
-

Pispora jîngehê: Sererastkirina hilweşîna li Xezayê dibe ku 10-15 salan bidome
Pispora jîngehê Suha Ebu Şheban diyar kir ku ji êrîşên li ser Xezayê derdora bajar pir texrîb kirine, got ku yên herî zêde zirarê dîtine jin û zarok in û da zanîn ku 10-15 sal encax binesaziya herêmê were çêkirin.
-

Tehran bû bajarê herî qirêj a cîhanê
Li gorî daneyên şîrketa Swîsrî IQAir, Tehran niha mîna bajarê herî qirêj ê cîhanê tê hesibandin.
-

Gola Bîsotun a li Kirmanşanê jî bi temamî ziwa bû!
Bi temamî ziwabûna Gola Bîsotun a li Kermanşanê, kûrahiya krîza avê ya bajar radixe ber çavan. Pispor diyar dikin ku hişkesaliya mayînde gelek bi hêz bûye û herêm rûbirûyî xeteriya ekolojîk e.
-

Kanî Barzan: Bihuştek di hembêza mirinê de
Krîza kêmbûna avê û rêveberiya xirab a rayedarên hikûmetê, Kanî Barzan ku wek ‘bihuşta çûkan’ a Îranê tê zanîn û li gel bi dehan cureyên çûkên xwecihî û koçber, gelek lawir û nebat, di hembêza mirinê de hatine hiştin.
-

Li Tahran û Elburz krîza avê: Bendava Kerac ji sedî 90 vala ye
Serokê Federasyona Endustriya Avê ya Îranê ragihand ku di bendava Keracê de tenê têra du hefteyan av maye û bîrên bin erd ên li Tahranê bi lez kêm dibe.
-

Qeyranê avê di astek metirsîdar de ye
Çemê Dîcleyê ku tevahiya sale tijî dihêrîkê, di rojên dawî de di astek pir zêde de zûha bû. Dimênên nû, nîşan didin ku asta avê bi awayekî ku di dîroka nûjen de nehatiye dîtin daketiye.
-

Li Ehwaz û Îsfahanê qirêjiya hewayê ya tund
Rêveberê Karûbarên Nexweşxaneyan a Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Ehwazê Masib Refîpur, balkişand bandora qirêjiya hewayê ya li ser tenduristiya hemwelatiyan û ragihand ku di 24 seatan de zêdetirê 700 kesan serdana nexweşxaneyan kirine.
-

Li Lubnanê hawirdorparêzek jin banga parastina xwezayê dike
Rêvebera Komeleya Mertal û Hawirdorê ya Lubnanê Safiye Zaza bal kişand ser hilweşîna derdorê û got ku “Parastina xwezayê, parastina jiyanê bi xwe ye.”
-

Li Koye pêngava darçandin û şînkirinê
Zanîngeha Koye bi sernavê ‘Şitlek biçîne û li gel zanîngeha Koye mezin bibe’ pêngavek darçandin û şînkirina zanîngehê û dostaniya jîngehê da destpêkirin.
-

Çemê ku çavkaniya jiyanê bû tune dibe: Çemê Qeresû
Çemê Qeresû yê berê çavkaniya jiyanê û sembola îhtîşama Kirmaşanê bû, îro di bin qirêjî û paşguhkirinê de tune dibe; bi her pêlê re perçeyek din ji ekosîstem û nasnameya bajêr tune dibe.
-

Şikefta arkeolojîk a li benda vekolandinê: Şikefta Um El-Siric
Çiyayê Kizwanan gelek deverên arkeolojîk dihewîne, Şikefta Um El-Siric yek ji wan e ku heta niha dîroka wê nepenî ye û tu mîsyonên kolandinê, dîroka wê yan jî çawaniya çêbûna wê keşif nekirine.
-

‘Divê em jîngeha Kurdistanê biparêzin’
Endama koma ‘Guwêje biparêze’ Yerîvan Şasûwar got ku koma wan hewl dide birîna darên çiyayan ji bo çêkirina projeyan asteng bike û da zanîn ku armanca wan pêşîgirtina li projeyên niştecihbûnê yên li binarên çiyayê Guwêje tên çêkirin e.
-

Xwezaya başûrê Kurdistanê ber bi tinebûnê ve diçe
Jinan têkildarî têkçûna jîngeha başûrê Kurdistanê gotin ku “Jîngeh û jiyana mirovan li ber xeteriyê ye. Birîna dar û daristanan mirovan ber bi mirinê ve dibe, lê belê desthilat ji ber ku bi pirsgirêkên xwe ve mijul e, giringî nade pirsgirêka jîngehê.”
-

Jin barê guherîna avhewayê hildigirin
Pisporên jîngehê yên Lîbyayî diyar kirin ku herî zêde jin ji xetereyên guherîna avhewayê bandor dibin û destnîşan kirin ku ew vêya, wek pirsgirêkên cidî yên civakên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, dibînin.
-

Zeyneb El-Şebîbî: Çandiniya ekolojîk ji bo siberojê alternatîfek e
Çalakvan Zeyneb El-Şebîbî bi biryardariyek bêhempa têkiliyeke kûr bi axê re danî, bi dirûşma parastina çandiniya ekolojîk û teşwîqkirina jin û ciwanan bibe alternatîfek li hemberî guherînên avhewayî têdikoşe.
-

‘Rizgarbûna xwezayê dê bi yekîtîya jinan pêk bê’
Melîs Tantan bal kişand ser girîngiya rola jinan a di parastina xwezaya Kurdistanê de û got, "Rêya avakirina civakeke demokratîk a sibê ku jin yekem kes in ku têkoşînê parve dikin û jiyanê bi têkoşînê ava dikin, îro dest pê dike."
-

Li Kurdistana krîza avê bi tunekirina daristanan û bendavan kûrtir dibe
Ekolojîst Derya Akyol diyar kir ku pirsgirêka tunebûna avê ya li Tirkiyeyê, bi tunekirina daristan û bendavên li Kurdistanê tên çêkirin re kûrtir dibe, hişyarî kir ku ev rewş dibe ku bibe sedema koçberiyê ji herêmê.
-

Kurmên ku plastîkan dixwin ji xwezayê re dibe çirûska hêviyê
Zanistan keşif kirin ku kurmên hingiv dikarin bermahiyên plastîk perçe bikin. Ev dîtin dibe ku ji bo pirsgirêka qirêjiya palstîk ku li seranserê dinyayê mezin bûye re, bibe çareserî.
-

Ji bo parastina keviyên deryayê rêwîtiyek bi hezkirin
Ji xebatên şaredariyê heta hewldanên gel, ji kampanyayên şiyariyê heta avakirina rezervan, Samah Zeîla bi azwerî û biryardarî têkoşîna xwe didomîne. Ew balê dikşîne ku jin ne tenê xebatên hawirdorê dimeşînin, bi dilê xwe tevlî dibin.