çand û hûner
-

Li Tûnisê jin bi dengên xwe li hember qalibên civakî têdikoşin
Mamosteya muzîkê Ayşe Hacî serpêhatiya xwe ya di warê muzîkê de û berxwedana xwe li hemberî qalibên civakî vedibêje. Senaa El-Atî jî girîngiya muzîkê di jiyana rojane ya jinan de eşkere dike.
-

Di Mîhrîcana Altin Portakalê de ji Tilbe Saran banga azadiyê
Di vekirina Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê de, lîstikvan Tilbe Saran xelata rûmetê girt û bang kir ku kesên bi awayekî bêmaf hatine girtin werin berdan.
-

Di 10’emîn Festîvala Şehîd Bêrîtan a li Mexmûrê de pêşangeha hunerî hat vekirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), 10’emîn Festîvala Çand û Hunerî ya Şehîd Bêrîtan bi vekirina pêşengeheke rengîn berdewam dike.
-

Mexmûr: Jin bi hunerê xwedî li mîrasa Şehîd Bêrîtan derdikevin
Festîvala Şehîd Bêrîtan li Mexmûrê bîranîn û berxwedanê tîne cem hev. Wênesaza Atolyeya Şehîd Delîla Mercan Kara, ku bi tabloyên xaltîk û xwişka xwe beşdar dibe, diyar kir ku ew bi riya hunerê mîrasa Bêrîtanan radestî nifşên nû dikin.
-

Jinên Kobanê çanda xwe bi rêya çalakiyan didin nasîn
Bi sedan jinên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi riya çalakiyên lêvegera li çanda dayîkê, çand û hûnera xwe pêşkêş kirin.
-

Altin Portakal ji bo kesên xwedî pêdiviyên cûda dibe "bê asteng"
Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê, îsal di navbera 24-31'ê Cotmehê de bi fîlmên xelatgîr, danasîna dengî û şertên taybet ên ji bo kesên bi pêdiviyên cûda re deriyê sînemayê ji herkesî re vedike.
-

Ji perestgehê heta kaniyên pîroz: Şopên Anahîtayê
Li parêzgeha Kirmaşanê, şopên Anahîtayê xwedawenda kevnar a avê tevî derbasbûna sedsalan hê jî di bîra kolektîf, kaniyên pîroz û kevneşopiyên gelêrî de zindî ye.
-

Kurtefîlma ‘Nameya Dawî’ di rêya Festîvala Fîlman a Navnetewî de ye
‘Nameya Dawî’ ya yek ji berhemên Sînemaya Jinan a Rojava ye, bi demê re pêşbaziyê dike ku cara ewil di 6’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava de bê nîşandan.
-

Mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê li benda şanohezan e
Li bajarê Kobanê amedekariyên lidarxistina Mîhrîcana Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê tên kirin. Mîhrîcana îsal dê 10 komên şanoyê ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hembêz bike.
-

‘Hunera min nîşaneya têkoşîna li dijî zordariyê ye’
Hunermend Yadîgar Kahraman li Koyê qala wateya xebatên xwe yên hunerî kir û destnîşan kir ku ew bi riya sembol û tabloyên xwe, dîroka Kurdistanê, keda Pêşmerge û dengê şoreşa jinan radigihîne cîhanê.
-

Evîna lêdana piyanoyê veguherî derfeta hînkirinê
Şeyma Semîsim li Iraqê jinan fêrî lêdana piyanoyê dike û hewl dide asoyên wan ji bo hînbûna muzîkê berfirehtir bike. Ev hewldan di demeke ku beşdariya jinan di hunerê de sînordar e de gelek hêja ye.
-

Rabîa ya 80 salî dîroka malbatê û bîra Suweydayê ji windabûnê diparêze
Rabîa El-Hecalî ya 80 salî ku li bajarê Suweydaya Sûriyeyê dijî, bi salan e pirtûk, rojname, belge û tiştên dîrokî yên ji pîr û kalên xwe mîras girtine, bi baldarî diparêze. Ew mîrateyê wekî tomarên bîra herêmê dibîne .
-

Helbestvan Walaa Al-Bata ya li sirgûniyê: Helbest êdî ne tenê huner e, neteweyî ye jî
Li sirgûniya sar a Ewropayê, her helbesteke Walaa Al-Bata ne tenê rêzikek peyvan e, ew qîrîna dayîkekê ye ku bi her tîpî re Xezayê, zaroktiya xwe û malbata xwe ji nû ve radike ser piyan.
-

Derhênerên zêdetirî 50 fîlmên Mîhrîcana Fîlman a Rojava jin in
Endama Koordînasyona 6’emîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî Nadiya Derwîş diyar kir di mîhrîcana fîlman ku dê navbera 13-20’ê Mijdarê de bên nîşandan de, di nava 243 fîlmên ku hatine şandin de 50 fîlm ji aliyê derhênerên jin ve hatine çêkirin.
-

Mihrîcana "Rezber": Keda jinên Zagrosê li Mirawê dibiriqe
Li navçeya Mirawê ya ser bi Serdeştê ve, mihrîcana "Rezber" a ji bo spasiya bereketê û nîşandana potansiyela çandiniyê hate lidarxistin. Di mihrîcanê de ku bi coşeke mezin derbas bû, rengînî, zêdetirî 80 cureyên tirî û keda destê jinan derketin pêş.
-

Welatê Padîşah û Pîramîdan: Eyaleta Bakur beşên dîroka Sûdanê dihewîne
Eyaleta Bakur yek ji herêmên herî dewlemend ên Sûdanê ye ji bo geştiyariyê, bi şaristaniyên Meroe, Kerma, Napata û padîşahiyên Nûbiyên Xirîstiyan. Abîdeyên Îslamî û Nûbiyan, deverên arkeolojik ên dîroka wan bi hezaran sal e jî dihewîne.
-

Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Salê de mijara sereke pirsgirêkên jinan bû
Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Salê, bi rêya nîşandana fîlman, civînên rewşenbîrî û nîqaşên li ser sînema û pirsgirêkên jinan, bi beşdariya çêkerên fîlm û hezkiriyên fîlman û zoriyên ku jinên li çaraliyê cîhanê rastî tên kir rojev.
-

Li Cezayîrê 8'emîn Mîhrîcana Şanoya Jinan destpê kir
Di rûniştinek çalakiyên 8’emîn Mîhrîcana Neteweyî ya Berhemên Şanoya Jinan de, beşdaran bal kişandin ser ronîkirina ezmûnên jinan û piştgiriya jinên afirîner û xwediyên projeyan ên di qada şanoya Cezayîrê de.
-

Çîroka peykersazek Kurd a ji zindanê heta Stenbolê
Dîlan Cûdî Saruhan piştî 7 salên girtîgehê, bi pêşangeha xwe ya ewil a bi navê "Îhtimalek li Ezman" derdikeve pêşberî hezkiriyên hunerê. Ew diyar dike ku xebatên wê yên hunerî ne tenê berhemên zindanê ne, berhemên 10 salên têkoşîna nasnameyê ye.
-

Varûna Zerdeşt di tabloyên xwe de jin û xwezayê xêz dike
Varûna Zerdeşt ji zarokatiya xwe ve têkiliyek taybet bi hunerê re daniye. Niha jin û xweza bûne çavkaniyên sereke yên îlhamê ji bo wê, bi firçeya xwe hewl dide çîroka têkoşîna jinên Kurd li ser tuvalê xêz bike.