rojane
-
Spîde Qilyan a girtî: Pexşan Ezîzî sembola rûmeta mirovahiyê ye
Spîde Qilyan bi nameyek vekirî bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê ya li ser girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, da û got: “Ger îro em dengê xwe bilind nekin, wê sibê çîroka mirina kesek din were vegotin.”
-
‘Bi guhertina bernameya perwerdê dîrokê berevajî dikin’
Cîgira Rêveberiya Perwerdeyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hadiya Şêx Hesen têkildarî ji aliyê komên cîhadîst ên HTŞ ve guhertina bernameya perwerdê de axivî û got ku dixwazin dîrokê berevajî bikin.
-
Kovara Jin bi berga ‘Komkujer dê li dijî Şoreşa Jinê têk biçin’ derket
Hejmara 98’emîn a kovara Jin bi berga ‘Komkujer dê li dijî Şoreşa Jinê têk biçin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-
Li Xezayê ji ber pirsgirêka qirêjiya avê jiyan zehmettir dibe
Ji ber şer û pevçûnên li Xezayê ku zêdeyî salek e didomin, êş û zehmetiyên jinan dijwartir dibin. Bi taybetî di warê avê û qirêjiyên ku dibin sedama belavbûna gelek nexweşiyan, rewşê dijwartir dike.
-
Ji ber êrişên dewleta Tirk 92 sîvîl jiyana xwe ji dest dan
Li seranserî herama Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji Mijdara 2024ˈan heya destpêka 2025ˈan de 92 sîvîl jiyana xwe ji dest dan. 43 jî birîndar bûne û 300 kes hatin revandin.
-
Li Sûdanê jin bi tundî û êrişa zayendî re rû bi rû ne
Seroka Yekitiya Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jin û Zarokan Salima Îshaq, got ku hatiye belgekirin li Sûdanê 556 êrîşên tecawizê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin û diyar kir ku vê rewşê jinan ber bi întiharê ve biriye.
-
Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin
Beşdarên Konferansa Jinên Ciwan ên Şengalê, biryardariya xwe ya ji bo bihêzkirina rêxistinbûna xwe wiha anîn ziman: “Jinên Êzidî rastî 74 fermanan hatin û niha jî şerekî mezin li ser hemû jinan tê kirin. Em ê li hemberî vê şerî rêxistina xwe mezin bikin.”
-
‘Bi biryara siyasî mafê malbatan ê definkirin û girtina şînê hat binpêkirin’
Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel der barê nehiştina anîna cenazeyên rojnameger Cîhan û Bîlgîn Nazim Daştan de axivî û got: “Mafe malbatan ê definkirin û girtina şînê hat binpêkirin. Ev biryar siyasî ye û ji derveyî hiqûqê ye.”
-
‘Pergala Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navîn nimûne ye’
Rêvebera Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohat Xelîl got: “Pergala Rêveberiya Xweser a bi hemû pêkhate, komîn, meclîs û pêşengiya jinan bi rêve diçe ji bo jinan û tevahiya Rojhilata Navin ya herî guncav e.”
-
‘Em ê bi nasname, çand û hunera xwe li dijî êrişan têbikoşîn’
Endamên Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê, biryara girtina sazî û rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha gotin: “Divê em tu car dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û bi nasname, çand û hunera xwe li dijî êrişan têbikoşîn.”
-
Li Sirînê komkujî: 2 jê zarok 3 kes hat qetilkirin, 5 kes birîndar bû
Dewleta Tirk li gundê Mesreb ê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encamê de 2 jê zarok 3 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûn.
-
Li Mexmûrê li ser pergala hevserokatiyê komxebat
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi mijara pergala hevserokatiyê komxebatek hate li dar xistin. Di komxebatê de ji bo xurtkirina pergala hevserokatiyê riyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
-
Dosyeya Pexşan Ezîzî şandin daîreya înfazê ya cezayê
Birayê girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî da zanîn ku ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî dosye ji bo daîreya înfazê ya ceza re hatiye şandin û saziyên ewlehiyê zextan li ser dadwer dikin da ku biryar were erêkirin.
-
Rojnegerên hatin qetilkirin li Qamişlo spartin axê
Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazin Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Qamişlo spartin axê.
-
Li dijî komkujiyên Parîsê bi hezaran Kurdistanî tevlî meşa mezin bûn
Bi hezaran kes beşdarî meşa li dijî komkujiyên Parîsê bûn. Meşa Kurdistaniyê û dostên wan a ku ber bi Qada Republique ve destpê kir banga divê dewleta Fransayê ji kujeran hesab bipirse hat kirin.
-
Kongra Star: Em ê têkoşîna Şehnaz Emer bidomînin
Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê dagihand ku endama Rêveberiya Kongra Star Şehnaz Emer di êrişa dewleta Tirk jiyana xwe ji dest daye. Kongra Star got: “Armanc û xeyalê Şehnaz em ê di tekoşîna xwe de bidin jiyîn.”
-
Dayikên Şemiyê ji bo 11 kesên hatin qetilkirin daxwaza edaletê kirin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1033’an de, carekî din ji bo 11 kesên ku li Basan hatin qetilkirin banga edaletê kirin.
-
Rojnamegerên hatin sirgûnkirin kirin hucreyê
Hate hînbûn ku rojnamegerên di roja rojnamegeran de sirgûnî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin di hucreyan de tên ragirtin.
-
Di êrişa dewleta Tirk de 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk û çeteyên wî li gundê Bîr Hiso yê nêzî Pira Qereqozaqê malek topbaran kir. Di encama topbaranê de du zarok birîndar bûn.
-
Jinên Reqayê: Emê têkoşîna xwe ya mafan bidomînin
Rewşenbîr û nivîskarên jin ên ji Reqayê diyar kirin ku girîng e jin têkoşîna xwe bidomînin û hişmendî û çanda xwe bilind bikin heta ku bigihêjin armancên xwe yên azadî, dadmendî û wekheviyê da ku di siberoja Sûriya nû de bi bandor bin.