rojane
-

Îlham Ehmed: Zimanê kurdî di destûrê de bicihkirin mafek rewaye
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, di semînerekê de li Silêmaniyê axivî û bal kişand ser temsîliyeta jinan di mekanîzmayên biryardayînê de û diyar kir ku divê zimanê Kurdî di destûrê de were bicihkirin.
-

Malbatên vedigeriyan Girê Sipî rastî êrîşê hatin
Li Girê Spî, malbatên Kurd ên ku dixwestin vegerin mal û milkên xwe, rastî êrîşê hatin. Malbatên ku piştî vexwendineke fermî bi belgeyên xwe çûn avahiya rêveberiya navçeyê, bi keviran û daran hatin pêşwazîkirin.
-

Gerîlayên HPJ’: Şehîd Bêrîtan ji bo me sekna sembola jina azad e
Gerîlayên Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya salvegera Bêrîtan Hêvî dan zanîn ku ew weke jin di kesayeta Bêrîtan Hêvî de kesayeta xwe û azadiya xwe nas kirine û banga xwedîderketina xeta wê kirin.
-

Rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih xelata Knight a 2026’an girt
Rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih ji ber wêrekiya xwe ya di belgekirina binpêkirinên mirovî yên li Darfûr û Xartûmê de xelata navneteweyî ya Knight a rojnamevaniyê ya 2026’an girt.
-

Musa Orhan di doza Îpek Er de hate beraetkirin
Di doza Musa Orhanê ku piştî êrîşa zayendî ya li dijî Îpek Er bi sûcdariya teşwîqkirina wê ji bo xwekuştinê hatibû darizandin, biryara beraetê hat dayîn.
-

Mamoste Medya Omer: Bila zarokên otîstîk jî mîna zarokên din bên dîtin
Mamoste Medya Omer, tekez kir ku zarokên otîstîk jî mîna hemû zarokekî din xwedî mafê perwerdehiyê û mafên wekhev in û diyar kir ku astengiya herî mezin, nebûna hişyarbûna di nava civakê de ye.
-

Girêdayî entegrasyona Şengalê daxuyanî
YBŞ’ê di daxuyaniya têkildarî pêvajoya entegrasyona li nav artêşa Iraqê de destnîşan kir ku îro ew ne rûpela dîroka xwe digirin û ne jî fedakariyên salên berxwedanê red dikin. Wan tekez kirin ku ev biryar bingeha aramiyê ye.
-

Taîz: Di 48 saetan de 42 binpêkirinên Hûsiyan pêk hatin
Tora Yemenî ya Maf û Azadiyan ji karesateke mirovî ya nêzîk li parêzgeha Taîzê hişyarî da. Li gorî rapora torê, di nav 48 saetan de 42 binpêkirin û sûc ji aliyê Hûsiyan ve hatine tomarkirin.
-

Li Şengalê Bêrîtan Hêvî hat bibîranîn
Li Şengalê têkoşer Bêrîtan Hêvî di salvegera xwe ya 35’emîn de hate bibîranîn. Di bîranînê de li ser wate û girîngiya tekoşîna şehîd Bêrîtan axaftin hatin kirin.
-

Jinên xwedî pêdiviyên taybet: Ji bêewlehiya kar ber bi serxwebûn û şikandina qaliban ve
Lêkolîna Şîrîn Ehmedniya li ser ezmûnên jiyana 15 jinên xwedî pêdiviyên taybet a di bazara kar a nefermî de, nîşan dide ku tevî bêewlehiya aborî û nebûna piştgiriya civakî dikare bingehek ji bo serxwebûna kesî peyda bike.
-

Gulnaz Karataş li Kobanê û Hesekê hat bibîranîn
Têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî di salvegera xwe ya 35’emîn de hat bibîranîn. Her wiha li bajarê Hesekê jî bi civîneke girseyî hat bibîranîn û çalakî bi belavkirina şirînahiyan bi dawî bû.
-

Tîma neteweyî ya tenîsê ya jinên Îranî bû şampiyon
Tîma neteweyî ya tenîsê ya jinan a Îranê di pêşbirkên Koma III ya Kûpaya Billie Jean King a Asya Okyanûsyayê de bi ser ket û derbasî Koma Duyem a Asya Okyanûsyayê bû.
-

NADA'yê bi daxuyaniyek kuştina Kîjan Bûrhan şermezar kir
Hevbenda NADA'yê bûyera Kîjan Bûrhan a ji aliyê bavê xwe ve li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, hat kuştin şermezar kir û banga lêkolîneke zelal û dadwer kir.
-

Kovara Jin: Jin li dijî bêcezatiyê di nobetê de ne!
Kovara Jinê di hejmara xwe ya 191’emîn de balê dikişîne ser nobetên edaletê, têkoşîna li dijî bêcezatiyê û siyaseta şerê taybet.
-

Ziman û nasnameya Kurd di rêzefîlman de çawa tê qirkirin?
Xebatkara Komeleya Çand û Hunerê Bêrîvan Sakin destnîşan kir ku pîşesaziya rêzefîlman û mîhrîcanên fermî çanda Kurdî ya Mêrdînê dejenere dikin û bal kişand ser girîngiya tora alternatîf a çandê û parastina zimanê dayîkê di nav malbatê de.
-

Tevgera Ciwanên Xwendekar a Komînalîst hat avakirin
Di Konferansa Xwendekarên Komînalîst a bi beşdariya xwendekarên ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate lidarxistin de, damezrandina Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komînalîst (KOGEH) hate ragihandin.
-

Muna Debax sewqî girtîgehê hate kirin
Mamosteya zimanê Îngilîzî Muna Debax a li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dijî, piştî pejirandina cezayê xwe ya 3 sal û nîv, sewqî girtîgeha Jinan a Sineyê hate kirin.
-

Rûlyan Haydar a ji Efrînê di Maratona Şamê de bû yekemîn
Werzişvana Efrînî Rûlyan Haydar, di pêşbirka 5 kîlometreyî ya çarçoveya duyemîn Maratona Şamê hate lidarxistin de, bû yekemîn.
-

Ji rojnamevanan li 10 bajaran çalakî
Rêxistinên pîşeyî yên medyayê û rojnamevan ên li dijî zext û sansûrê li 10 bajaran daketin kolanan û gotin: “Ger çapemeniya azad tune be, civaka azad jî tune ye.”
-

Li Sûdanê bi êrîşên balafirên bêmirov zêdetirî 300 sivîl hatin kuştin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'ê, ragihand ku li Sûdanê bi zêdebûna êrîşên ÎHA’yan 306 sivîl hatine kuştin û bi sedan sivîl birîndar bûn. Der barê hedefgirtina binesaziya krîtîk û kampên kesên ji cih û warên xwe bûne lê dimînin de hişyarî da.