Li Başûrê Kurdistanê di 6 mehan de 27 jinan jiyana xwe ji dest dan

Li seranserê bajarên Başûrê Kurdistanê zext û tundiya sîstematîk li ser jinan her roj zêdetir dibe. Li gorî daneyên ku hatine komkirin, di nava 6 mehên destpêka salê de 27 jin hatin kuştin û fikar hene ku ev rêje bilindtir bibe.

Navenda Nûçeyan – Li her devera cîhanê pêlên tundiyê her diçin zêdetir dibin. Di van pêlên tundiyê de herî zêde jin û zarok dibin hedef. Li Başûrê Kurdistanê jî zext û tundiya li ser jinan her roj zêdetir dibe. Li gorî daneyên ku hatine parvekirin, di nava 6 mehên destpêka salê de 27 jin hatine kuştin yan jî awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Rapor destnîşan dikin ku tenê di nava du mehên borî de, li Başûrê Kurdistanê jinek hatiye kuştin û çar jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî vê jî daneyên ku hatine weşandin wiha ne:

*10’ê Gulanê: Li parêzgeha Kerkûkê jineke 31 salî ji aliyê birayê xwe ve bi kêrê hat kuştin. Li gorî agahiyan, zêdetirî 30 derbên kêrê li ser bedena wê hebûn.

*12’ê Gulanê: Li gundê Wirdik ê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, cenazeyê jineke xeniqandî hat dîtin.

*14’ê Hezîranê: Li navçeya Ziraretî ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê, jinek bi awayekî bi guman di nava wesayîdek de şewitî û mir.

*16’ê Hezîranê: Jineke ciwan a bi navê Kanî Senean Rehman ku xwendekara peymangehê û nişteciha komelgeha Xalxalan a ser bi bajarokê Şiwan ê li parêzgeha Kerkûkê bû, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

*28’ê Hezîranê: Li bajarokê Zaxo yê Dihokê jineke bi navê Nûra Neşwan a 24 salî ji ber şewatê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û hat diyarkirin ku ji %90 zêdetir bedena wê şewitîbû.

Di heman demê de, li gorî daneyên mehane, di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de li Başûrê Kurdistanê 11 jin hatine kuştin, 16 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane (bi giştî 27 jin).

Hêjayî gotinê ye ku li Başûrê Kurdistanê, tevî hewldana veşartina daneyên kuştina jinan jî bi riya dezgehên ragihandinê ev tawanên li dijî jinan eşkere dibin. Li gorî daneyên berfireh ên ku hatine komkirin, li seranserê bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê, heta niha 51 jin hatine kuştin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku guman heye ev rêje pir bilindtir be lê ji ber veşartina tawanan, agahiyên rast bi tevahî nayên parvekirin.