rojane
-
‘Agirê Zindî’ yê Kamkaran piştî 6 salan li Îranê vêket
Koma muzîka Kurdî ya navdar a bi navê Kamkaran, piştî 6 salan konserek bi navê ‘Agirê Zindo’ li Tehranê lidar xist. Jinan bi dengê xwe yê bilind, careke din nîşan dan ku ewê muzîk û stran tu car venemirin.
-
Meclisa Jinan a Konseya Bajar dê nasnameya 'bajarê jinê' xurt bike
Meclîsa Konseyê ku bi tayînkirina qeyûman li Amedê pasîf hat hiştin, Meclîsa Jinan ava kir. Armanca wan ew e ku nasnameya 'Bajarê Jinê' bi Meclisa ku jin ji hemû beşên bajêr tê de cih digirin xurt bikin.
-
Bi akademiya tendirûstiyê li Reqayê gavên girîng tê avêtin
Hevseroka Desteya Tendurustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûd El Mihemed balkişand ser girîngiya vekirina akademiya tendirûstiyê û got: “Akademiya Tendirûstiyê ji bo pêşxistina lênihêrîna tendirustî gavek girîng e.”
-
‘Yekbûna jinên Sûriyê di vê pêvajoyê de girîng e’
Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinên Sûriyê Wead El Wecrî tekez kir ku yekbûna jinên Sûriyê û di nav jinan de parvekirina tecrubeyên Şoreşa Rojava gelek girîng e.
-
Li Xezayê sûcên mirovî: Bêdengî tê wateya beşdarbûna van sûcan
Hemşîre Cemîla Ezam ku bûye şahidê kêliyên hedefgirtina nexweşxaneya Kemal Edwan bal kişand ku lêgerîna tazî jî di nav de leşkerên Îsraîlê gelek sûcên mirovî kirine û got: “Bêdengiya dinyayê tê wateya beşdarbûna van sûcan.”
-
Li Tûnisê hewldana xurtkirina torên ji bo jinan
Komeleya ‘Bûseyna’ deriyên xwe ji bo hemû jinên ku astengiyên aborî û tundiyê dibînin re vedike. Seroka komaleyê Bûseyna El Îsawî da zanîn ku bi xurtkirina toran a di nav jinan de ew ê çareseriya pirsgirêkên jinan misoger bikin.
-
Bi pêşengiya jinan serkeftin a gelan e – ANALÎZ
Bi xwedîderketina li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi cihgirtina li ba şervanên QSD û YPJ’ê em ê her cure êrîş, plan û lîstikên qirêj têk bibin û emê biserkevin.
-
Cotkarên Zirganê: Pêwîstiya ax û jîngeha me bi parastinê heye
Cotkar û werrazên Zirganê bandora êrîşên dagirkerên Tirk li ser jîngeha xwe ku hem jîngehê hem jî ajal û zindiyên li erdê dikujin anîn ziman û bang li saziyên parastina erd û jîngehê kirin ku axa wan ji êrîşên dagirkeran biparêzin.
-
Rola jinan a di pêşeroja Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
Jinên siyasetmedar, rewşenbîr û civakî di civîneke berfireh li Reqayê de astengiyên niha yên li pêşberî aqûbeta jinên Sûriyeyî nîqaş kirin.
-
Ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin: Dengê xwe bilind bikin
Çar rêxistinên Kurdan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bang li rêxistin, çalakvan û azadîxwazan kirin ku parastinê li mafên girtiyên siyasî bikin û li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî hatine birîn, dengê xwe bilind biki
-
Hejmara kesên li Xeza jiyana xwe ji dane gihîşt 46 hezar û 584’an
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya bi mebesta roja 465’an a êrîşan de ragihand ku hejmara kesên di êrîşên Îsrailê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 46 hezar û 584 kesan.
-
MKG bertek nîşanî hedefgirtina nûçegihan Ciwana Cûmaa da
MKG'ê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî gefên li nûçegihana Ronahî TV Ciwana Cûmaa da û ji bo parastina azadî û rastiyê banga hevgirtinê kir.
-
Di 100 rojên dawiyê de li Xezayê nêzî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da
Ofîsa ragihandinê ya hikumetê diyar kir ku li Xezayê di 100 rojên dawiyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye nêzî 5 hezar kesan, hejmara birîndaran jî 9 hezar û 400 kes derbas kiriye û birînên gelek ji wan jî xeter û giran in.
-
Koçberên Sêrekaniyê li dijî dagirkeriyê name radestî NY’ê kirin
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi dirûşmeya “Vegera bi ewle ya Serêkaniyê” meşiyan û bi daxwaza bi dawî kirina dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî nameyek radestî NY’ê kirin.
-
Leyla Guven: Pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtinê heye
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got: “Divê bê zanîn, di serî de jin tevahiya gelê me wê xwedî li her cûre pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan derkeve."
-
Mamosteyên ji Rojhilat: Divê cezayê darvekirinê demildest were xirakirin
Eniya Yekgirtuya Kurd û Encûmena Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî dan û diyarkirin ku divê cezayê darvekirinê demildest were xirakirin.
-
Çalakvana Îranî Şîrîn Ebadî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
Çalakvana Mafê Mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî li ser rûpela xwe ya medya dijîtal a telegramê li ser pejirandina pêkanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve, peyamek belav kir.
-
Rejîma Îranê li Mahabatê jinek Kurd girt
Rêxistina Mafê Mirovan ragihand ku jina Kurd ya bi navê Gelawêj Mihemedî Erşed ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û şandin girtîgehê.
-
Hanarê: Qêrîna bi sedan jinan
Helbestkar û nivîskar Simin Çayçi çîrokên jinan ên înkar û jibîrkirî derdixe ser dikê. Monologa "Hanarê", êş û azarên jinên ku di nava direnen pergalên baviksalarî de asê mane radixe ber çavan.
-
‘Hişyarî yek ji riyên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê ye’
Jinên li Silêmanî ku ji çînên cûda yên civakê ne, xwendina pirtûkan a ji bo agahî û hişyariya jinan wek çavkaniyek girîng dibînin û dibêjin: “Divê jin bixwînin, ji bo maf û erkên xwe agahdar bin.”