Ji Heratê heta Kabulê pêla girtina jinan û belavbûna tirsê bûye jiyana rojane ya jinên Efgan

Li Efganistanê, zêdebûna girtina jinan bi tohmeta ‘serpoşa ne guncaw’ tirs û fikar di nav jin, zarokên keç û malbatên wan de belav kiriye, bandor li jiyana wan a rojane kiriye.

BAHARAN LEHÎB

Efganistan Girtina jinan ji aliyê Talîbanê ve bi tohmeta ‘serpoşa ne guncaw’ zêde bûne û di nav jin û malbatan de tirs, fikar û encamên psîkolojîk ava kiriye, di heman demê de nûçeyên piştî girtinan xwekuştin û tundiya zayendî fikaran zêde kirine.

Encama yekem a girtinên jinan

Em bi gelek jinan ji parêzgehên cuda re da ku em fêr bibin ka piştî her pêla girtinê bi tohmeta ‘serpoşa ne guncaw’ ew rastî kîjan pirsgirêkan tên axivîn. Her yek ji wan çîrokek wan a cuda û  bi êş hebû. Hinek jinên ciwan gotin: “Niha dema ku em ji malê derdikevin bi fikar û tirs in. Em ditirsin dibe ku bê sedemek eşkere em werin girtin.” Ev rewş bûye sedem ku gelek kes perwerdeya xwe, çalakiyên civakî û heta hevdîtinên xwe bi hevalan re sînordar bikin.

Aktivîstên mafên jinan bawer dikin ku belavbûna tirsê dibe encamên dûr û dirêj li ser tenduristiya derûnî ya jin û zarokên keç bihêle. Ew bawer dikin ku sînordarkirina hebûna jinan di civakê de ne tenê bandorê li mafên wan ên bingehîn dike, di heman demê de derfetên di warên curbecur de jî ji holê radike.

Em li yek ji taxên Kabîlê bi Leyla Forough re axivîn. Wê bi neçarî qebûl kir ku me vexwîne mala xwe. Dema ku em ketin hundir, fikara wê diyar bû lê dîsa jî bi germî em silav kirin. Piştre em çûn odeyek ku bi tabloyan hatibû xemilandin û bedewî û aramî li kulubeya wê ya piçûk zêde dikir.

‘Ji dema Talîban hat ser desthilatdariyê ve heta niha fikar zêde bûne’

Leyla Forough ji me re wiha got: “Piştî nûçeyên ji Heratê, malbata min gelek bi fikar bûn. Ev ne cara yekem e. Ji dema ku Talîban hat ser desthilatdariyê, heta niha fikarên malbata min zêde bûye, bi taybetî  piştî bihîstina nûçeyên girtina jin û keçên ciwan bi tohmeta lixwekirina serpoşên ne guncaw. Her cara ku ez dixwazim ji malê derkevim, diya min dubare ferman dide min ku ez zû vegerim. Berê ez bi hêsanî ji bo dîtina hevalan an kirîna pirtûkan ji malê derdiketim lê niha ez hîs dikim ku azadiya min hatiye sînordarkirin. Heta ku ez bigihîjim malê, diya min her çendî deqeyan carekê telefonî min dike û dipirse ez li ku me û kengî vegerim. Ji ber vê yekê da ku diya min û malbata min bi fikar nebin, ez kêm caran ji malê derdikevim.

Tirs ne tenê bi Heratê bi sînordar e; dema tiştekî wiha diqewime, hemû keçên Efganî xwe ne ewle hîs dikin. Gelek hevalên min tercîh dikin ku kêmtir li malê derbikevin.”

Çîrokên jinan û malên ku veguherîne girtîgehan

Fatema Huseynî, keçeke 25 salî ye, li Bamyanê diçe dewreya Îngilîzî, ji me re wiha got: “Li Bamyanê, malbatên ku keçên ciwan hene û ji bo kar an xwendinê ji malê derdikevin, ji vegera wan bi fikar in. Gelek jin tercîh dikin ku kêmtir ji malê derkevin da ku stresê ji bo xwe û malbatên xwe çênekin. Piştî girtina jinan ji hêla kesên navdar ve li Heratê, li Bamyanê gotegot belav bûn ku keç her roj dihatin girtin lê mirov ji axaftina li ser vê yekê ditirsiyan. Ji ber vê, dewreya me û hemû saziyên perwerdeyê yên ku keç lê dixwendin ji bo hefteyekê hatin girtin. Bavê min her gav îsrar dike ku ez bi qasî pêwîst be ji malê bi tenê dernekevim. Ew bi fikar e ku rewş li parêzgehên din hîn dijwartir bibe.”

Fatema Huseynî wiha berdewam kir: “Ji bilî fêrbûna îngilîzî tu planeke min a din tune ye. Ji ber vê yekê ji bo min pir dijwar e ku bi tirs li pêşerojê binêrim. Divê keç bikaribin bê xem perwerde û jiyana xwe ya rojane bidomînin.”

‘Keçên ciwan hîs dikin ku qada jiyana wan roj bi roj teng dibin’

Şokofa Şuja ji navçeya Balxê dibêje: “Piştî ku nûçeya girtina jinan li Heratê belav bû, gelek malbatên li taxa me sînorkirinên zêdetir li ser keçên xwe ferz kirin. Hinek malbat heta nahêlin keçên wan bêyî endamek malbatê ji malê derkevin. Malbata min jî yek ji wan e. Dê û bavê min her dem bi fikar in û tekez dikin ku Talîban rêzê li rûmet û şerefa mirovan nagire, ji ber vê çêtir e ku mirov nekeve destên wan. Keçên ciwan hîs dikin ku qada jiyana wan roj bi roj teng dibin. Ev bandoreke neyînî li ser moral û hêviyên wan dike. Ji ber vê, hejmara mirovên ku bi pirsgirêkên tenduristiya derûnî re rû bi rû ne her roj zêde dibe û piraniya wan jin in.”

Tirsa Hevpar: Ji Kabulê heta Herat û Celalabadê

Wahida Berekat li deverek dûr a parêzgeha Heratê dijî. Bavê wê di hikûmeta berê de leşker bû, ji aliyê Talîbanê ve bi tohmeta dizîna ji mala wan a şevê hat girtin; heta roja îro tu xeber ji çarenûsa wî tune ye. Dayîka wê jî ji ber fikar û hesreta ji ber vê bûyerê mir û Wahida niha bi her du birayên xwe re dijî. Wê jiyana tijî êş û azar jiyaye. Me bi wê re li ser rewşa piştî girtina jinan axivî. Wahida Berekat, jinek 28 salî ye, di tevahiya axaftinê de bi aramî, bi navberdanên dirêj axivî û wiha got:

“Kes ji min çêtir Talîbanê nas nake. Ez êşa windakirina dê û bavê xwe hîs dikim û dizanim ew çiqas xirab bi mirovan re tevdigerin. Ji ber vê, atmosfera bajêr di rojên piştî girtina jinan de bi tevahî cuda bû. Gelek jin û keç ji ber ji pevçûnên muhtemel ditirsiyan, kêm caran li kolanan dihatin dîtin.”

Piştî bêhnek kûr kişand û demek dirêj rawestiya, wiha domand: “Ez yek ji van jinan im. Min biryar da ji bo windakirina dê û bav, du xwişk û birayên xwe yên biçûk, ji malê dernekevim.”

‘Min biryar da karê xwe bidomînim’

Şahîn Mihemedî li nexweşxaneyeke taybet li Celalabadê dixebite. Her çendî di bîst salên dawî de bajar di warê cilên jinan de muhafezekartir bûye jî bandora tundrewên tundrew li wir, heta di serdema komarê de jî girîng bû. Gelek jin bi burka an jî hicabên ku rûyên wan vedişartin, ji malê derketin.

Şahîn Mihemed wiha got: “Nûçeyên ji Heratê di nav malbatên li vir de jî bûne sedema fikaran. Dayîk ji bo çarenûsa keçên xwe ditirsin û gelek keçên ciwan difikirin ew dikarin di her kêliyê de bi qedexeyên bêhtir an çarenûseke xirabtir re rû bi rû bimînin. Ji ber vê, gelek ji wan ji tirsa malên xwe diterikînin. Min jî gelek caran biryar daye ku ez karê xwe dom nekim, lê piştî ku gelek fikirîm, min ji xwe re got ku Talîban dixwaze şert û mercan ewqas xirab bike ku jin bi her awayî nikaribin ji malên xwe derkevin. Ji ber vê min karê xwe domand.”

‘Ez her dem cilên xwe kontrol dikim’

Masooma, ya ji parêzgeha Takhar wiha dibêje: “Ez jinek 35 salî me. Her cara ku ez ji bo kar ji malê derdikevim, ez cilên xwe dubare kontrol dikim da ku Talîban nebînin ku ez bi serpoşek xirab li xwe dikim. Her çendî ez negirim jî di rê de rastî heqaretan têm. Keça min 13 salî ye. Ji tirsa xwe, divê ez bi wê re herim li her derê bim. Ez her dem difikirim ku ger keça min bikeve destên Talîbanê û bi çarenûsek tirsnak re rû bi rû bimîne, ez ê wekî dayîkek qet xwe efû nekim.”

Hemû kesên ku ji me re axivîn ev tişt gotin: “Divê gotinên me wekî jinên tirsonek neyên şîrovekirin; lê belê, em di civakek de dijîn ku carna ev bûyer vediguherin tinaz û xwe-sûcdarkirinê. Di dawiyê de, hinek kes me sûcdar dikin û dibêjin ku heke em ji malê derneketibûna, ev yek dê çênebûya. Ji ber vê em tercîh dikin ku demek xwe kontrol bikin.”