rojane
-
‘Her darvekirin felaketek e û aliyê wê yê siyasî heye’
Meryem Mehdî li ser cezayên darvekirinê yên ji aliyê Komara Îslamê ya Îranê ve tên dayîn bal kişand ku her cezayê darvekirinê aliyê wê yê siyasî heye. Meryem Mehdî diyar kir ku divê gelê Îranê bi hewldanên xwe çareseriyê ji vê pirsgirêkê re bibîne.
-
‘Divê ji Rojava heya Rojhilat jin li dijî hişmendiya mêr têbikoşin’
Mamoste Ahîn Ehmed a ji Hesekê balkişand polîtîkayên zextê yên li ser jinên li Îran, Efganistan û Sûriyê ku di bin navê olê de tê kirin û diyar kir ku divê jin li dijî hişmendiya mêr bibin yek.
-
Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê binpêkirin naqedin!
rtîgeha Tîpa S a Îdirê di zivistana ku dereceya hewayê dikeve bin sifrê de, karolîfer nayên vekirin. Bi gotinên ‘arize heye’ bersiv didin girtiyan. Daxwaza girtiyan a ji bo sobeyê bi cih nayên.
-
‘Cezayê li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bêdengkirina jinan nîşan dide’
Hejmarek ji pisporên mafên mirov ên di nava Neteweyên Yekbûyî de ne, bi daxuyaniyekê gotin ku cezayê li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.
-
‘Divê li Xezayê ji bo gel perwerdeyên tenduristiyê bên dayîn’
Dilxwaza li Komeleya Heyva Sor a li Zîvala Xezayê Yûsra Heseb Allah, destnîşan kir ku ji ber dewambûna êrîşên Îsraîlê yên li ser, divê gel di perwerdeyên alîkariyên destpêkê yên tenduristiya rast re derbas bibin.
-
Jinên Reqa: Em piştevaniya projeya aştiyê dikin
Jinên kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku ew ê ji bo pêkanîna perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat bimeşînin û piştevaniyên xwe ji bo pêkanîna projeya aştiyê ragihînin.
-
Rîhan Loqo: Pergala demokratîk bi nasname û îrada jinan pêkan e
Berdevaka rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo geşedanên dawî yen li Sûriyê nirxand û got heya ku nasname û îradeya jinan li vir neyê naskirin wê Sûriye nebe Sûriyeke demokratîk.
-
Jin bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî fêrî bikaranîna çekê dibin
Li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêza Parastina Civakê ya Jinê, bi rihê seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kiribû, dewreyeke perwerdeyê ya bikaranîna çekan ji bo jinan birêxistin kir.
-
Dewleta Tirk Sirînê topbaran: Malbatek di bin xirbeyan de ma
Êrîşên dewleta Tirk a li ser bajarê Sirînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Di dema topbarana gundê Dîkanê de malbatek di bin xirbeyan de ma.
-
Jinan ji bo nîqaşa siberoja Sûriyê civiyan
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn li Sûriyeyê û nîqaşkirina tevlêbûna jinan di xêzkirina siberoja Sûriyeyê de, civîneke berfireh li dar xist.
-
Jinên Sîneyî ji bo Pexşan Ezîzî daxuyanî dan
Jinên Sîneyî li dijî biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîzî daketin qadan û daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku divê her kes li dijî biryara darvekirinê bisekine.
-
Ji çalakvana Îranî ji bo Pexşan û Werîşa peyama piştgiriyê
Çalakvana mafên jinan ya Îran-Elmanya Nahêd Teqwî piştî ku ji girtîgehê derket û vegeriya Elmanyayê, li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşa Muradî nerazîbûn nîşan da.
-
Kongra Star bi boneya damezrandina xwe daxuyaniyek weşand
Kongra Star salvegera damezirandina xwe li tevahî jinan pîroz kir û got. “Em 20’emîn salvegera damezrandina Kongra Star bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahî jinên têkoşîn û berxwedanê dimeşînin, pîroz dikin.”
-
‘Ji ber qeyrana mirovî jiyana milyonek kesan di xeterê de ye’
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de ji ber tunebûna sotemeniyê nêzî milyonek kes di xeterê de ne.
-
Netewên Yekbûyî: Xelekê Kobanê û Minbicê ji ber şer bê av mane
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyarkir ku ji ber şer 403 hezar kes li Kobanê û Minbicê bê av mane.
-
Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hat vekirin
Di merasîma vekirina pirtûkxaneya berhemên jinan a li Amedê de hat destnîşankirin ku Nagîhan Akarsel dixwest li Silêmaniyê pirtûkxaneya jinan veke, lê hat qetilkirin û hat gotin ku “Emê xeyalên wê pêk bînin.”
-
Çalakvan û rojnamevanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
Komek çalakvan û rojnamevanên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li rejîma Îranê kirin ku demek ji ya din zûtir cezayê darvekirinê betal bike.
-
WANA û FIF’ê ji bo Pexşan Ezîzî banga lezgîn kirin
WANA û FIF’ê li hember erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn nerazîbûn nîşan dan û bang li saziyên navnetewî kirin ku ji bo betalkirina cezayê darvekirinê bikevin nav liv û tevgerê.
-
Malala Yusufzay: Talîban jinan wek mirovan nahesibîne
Xwediya xelata Nobelê Malala Yusufzay got: “Li Efganistanê pêşeroja nifşên zarokên keç bi temamî wê ji destê wan were derxistin.” Û banga piştevaniya bi jinan re kir.
-
Binpêkirinên Hûsiyan: Herî kêm 400 welatî dîl girtine û 11 mal dizî ne
Çalakvana Mafê Mirovan Nûra El Cerwî kiryarên Hûsiyan ên li ser gelê sivîl şermezar kir û got: “Li gor şahidên ji hin gundan, Hûsiyan pêngava girtin û binçavkirina bi dehan sivîlan dane destpêkirin, her wiha malên welatiyan diteqînin.”