SOHR: Li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer 886 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan raporek weşand û ragihand ku ji dawiya sala 2024’an û vir ve, ji ber teqîna bermahiyên şer 886 sivîl hatine kuştin ku di nav wan de 283 zarok û 55 jin hene.

Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer hîn jî jiyana sivîlan di bin metirsiyê de ye. Ev yek di bin siya xemsarî û sistiya aliyên peywendîdar de li hemberî berpirsiyariyên wan ên ji bo rakirina mayînan li gelek bajarên Sûriyeyê pêk tê.

886 sivîlan jiyana xwe ji dest dane

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) îro raporek weşand û tê de eşkere kir ku hejmara sivîlên ku ji ber teqîna bermahiyên şer li seranserî Sûriyeyê ji 8’ê Kanûna Pêşîn a sala 2024’an û heta îro jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 886 sivîlan; di nav wan de 548 zilam, 283 zarok û 55 jin hene.

Li gorî statîstîkên Çavdêriyê, di navbera 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an û dawiya wê salê de 80 mirin hatine tomarkirin. Ev hejmar di sala 2025’an de derketiye 599 sivîlan ku 192 ji wan zarok bûn. Her wiha ji destpêka sala 2026’an û heta îro jî 207 sivîl hatine kuştin ku 79 ji wan zarok in.

Bermahiyên şer jiyana niştecihan dixe metirsiyê

Çavdêriyê bal kişand ser ku mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî hîn jî li zeviyên çandiniyê, gund, bajarok, derdora malan û şûnwarên leşkerî yên berê belavbûyî ne. Ev yek jî jiyana niştecihan, bi taybetî zarok û kesên ku vedigerin herêmên xwe, dixe bin metirsiya berdewam de.