rojane
-
Kongra Star: Şehîd Menîce Heyder di avakirina tevgera jinê de rolek girîng leyîst
Kongra Star êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser nobedarên li bendava Tişrînê bi tundî şermezar kir û bal kişand ser têkoşîna endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Menîce Heyder.
-
‘Bêdengiya navnetewî êrişan zêde dike’
Gelên ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Bendava Tişrînê liberxwe didin, di vegera nobetêde diyar kirin ku bêdengiya navnetewî dibe sedema zêdebûna êrişan.
-
Agirbesta li Xezayê ket meriyetê
Îsrail bi erêkirina lîsteyan berdana rehîneyan, li Xezayê agirbest di saet 12:15’an de ket meriyetê. Li bendê ne Hamas 3 rehîneyan di saet 17:00’an de berde.
-
QSD: Dewleta Tirk sûcê dijî mirovahiyê dike
Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk eşkere kir û diyar kir ku dewleta Tirk sivîlan û bînesaziyan dike hedef û sûcên dijî mirovatiyê dike.
-
Nivîskara Şamî: Jin û ciwan bila di avakirina Sûriyeke nû de wêrek bin
Nivîskar Nûr Cendalî ku li paytexta Sûriyê Şamê konferansek lidar xist, destnîşan kir ku hêviya rastîn a guhertinê, di xortên hişyar û jinên wêrek ên tevkarî didin avakirina civakek hevdeng û bihêz de ye.
-
Dosyayên sûcên dewleta Tirk pêşkêşî saziyên navneteweyî kirin
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer, da zanîn ku wan dosyayên der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê de pêşkêşî saziyên navneteweyî kirine.
-
Qetilkirin, revandin û koçkirina sivîlan li Sûdanê didome
Ji 15’ê Nîsana 2023’an ve pevçûn di nava artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de rûdidin. Di encama van pevçûnan de zêdetirî 20 hezar kes hatin qetilkirin û nêzî 14 milyon sivîl jî penaber bûne.
-
Yekitiya Jinên Pêşverû yên Mexribê 3’emîn kongreya xwe li dar xist
Sêyemîn Kongreya Navneteweyî ya Yekitiya Jinên Pêşverû yên Mexribê ku di 18’ê Çileyê de dest pê kir, di roj xwe ya duyem de didome. Di Kongreyê de jinan rewşa heyî nîqaş kir û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinan.
-
Hawara çalakvanên Yemenî: Kiryarên Hûsiyan rawestînin
Çalakvanên Yemenî kiryarên Hûsiyan ên li ser şêniyên gundê Henkê El Mesûd şermezar kirin û ji civaka navnetewî xwestin ku van kiryar û sûcan rawestînin û jinan vegerînin gundên wan ên rastîn.
-
Li Helebê jin têkîdarî rola jinan a di pêşeroja Sûriyeyê de şêwirîn
Di civîna şêwrê ya li bajarê Helebê hat lidarxistin de, bal hat kişandin ku divê behremendî û potansiyela jinan were pejirandin.
-
‘Divê rola jinê di destûra nû ya Sûriyê de hebe’
Rêvebera Desteya Jinan a Kantona Firatê ji bo jinên Sûriyê peyamek da û wiha got: “Divê jinên Sûriyê yekbûn û hevgirtina xwe ava bikin û di destûra nû ya Sûriyê de cîh bigirin.”
-
Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Li dijî kedxwariyê berxwedana jinê û aboriya komunal” derket.
-
Di serdema yekem a xelata wêjeyê de jin kêm bûn
Xelata Wêjeyê ya KAL ku xwedî prestîj û baweriyeke bilind e, di serdema xwe ya yekem de ji bo jinan beşdariyek baş çênekir. Merasîma ku dihat payîn ji bo wêjeya jin û mêr qadeke wekhev ava bike, veguherî qada serdestiya mêr.
-
Li DYE jin bi daxwaza wekheviyê daketin kolanan
Beriya ku Donald Trump dest bi kar bike, li paytexta DYE, Washingtonê jinan bi daxwaza mafê kurtajê û wekheviyê "Meşa Jinan a 2025'an" li dar xistin.
-
Jinên penaber ên Sûdanê behsa zehmetiyên li kampan kirin
Şert û mercên xirab ên jiyana jinên koçber ên Sûdanê ya li kampan, dibe sedem ku jin zarokên xwe wenda bikin, bi gelek trajediyan û xizaniyê re rûbirû bimînin. Jinên penaber ên Sûdanê behsa zehmetiyên xwe kirin.
-
Endama Meclisa Giştî ya PYDˋê di êrişa Tişrînê de hat qetilkirin
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê û Hevseroka Nivîsgeha PYDˋê ya Qamişlo Menîce Haco Heyder di êrişa dewleta Tirk a li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de hat qetilkirin.
-
Ger ku perwerde, di dema şer de bibe peyama berxwedanê
Semer Neccar ji bo zarokên Xezayê çadirek biçûk a perwerdê ava kir dibêje “Di her koçberiyek de min ji xwe re got ku ezê nehêlim şer min têk bibe. Li ser van axên ku karesat lê serdest in, zarokên min hemû zarok bûn.”
-
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê bi tevlîbûna jinên Sûriyeyê yên endazyar, rojnamevan, parêzer, mamoste û aktîvîstên serbixwe yên tevahî pêkhateyan komxebata şêwirê li dar xist.
-
Rêveberiya Xweser: Bêdengî dewleta Tirk teşwîqî komkujiyan dike
Rêveberiya Xweser tekîldarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sîvîlên ku berê xwe dan Bendava Tişrînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêdengiya hêzên navnetewî û NYˋyê dewleta Tirk teşwîqî komkujiyan dike.
-
Dewleta Tirk li Tişrînê 4 welatiyan qetil kir, 15 kes birîndar bûn
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di bombebarana dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê de 4 welatî hatine qetilkirin û 15 jî birîndar bûn.