rojane
-

Kovara Newaya Jin: “Rêya azadiyê di polîtîkbûnê re derbas dibe”
Di hejmara Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin de ji krîza ekolojîk heta aboriya Rojhilata Navîn, gelek dosya û analîzên girîng ên li ser têkoşîna jinê cih digirin.
-

‘Divê dewlet ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bîne cih’
Di 28’ê Hezîranê de ji aliyê TJA, DBP û Partiya DEM’ê ve li Amedê Qada Îstasyonê mitîngek hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî mitîngê bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin û dan xuyakirin ku polîtîkayên xapandinê yên dewletê êdî bi ser nakevin
-

Heyfa Mecîd: Bila çalakiyên rêxistinan tenê bi holên girtî sînordan nebin
Nûnera Rêveberiya Germiyanê ya Karûbarên Jinan û Seroka Rêxistina Şoxê Heyfa Mecîd, diyar kir ku divê çalakvan ji holên girtî derkevin da ku di civakê de hişyariyê zêde bikin û divê çalakvan ji bo jin û mêran li derveyî holan, semîneran li dar bixin.
-

Li Mexmûrê şeva bîranîna 5 jinên têkoşer
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Îştarê, ji bo bîranîna pênc jinên şoreşger bernameyeke taybet a bîranînê hat lidarxistin.
-

Li dijî ezmûnên rû bi rû zêdetirî 30 hezar îmze hatin komkirin
Xwepêşandanên xwendekarên zanîngeha Azad ên li dijî ezmûnên nîvsala dawî ya ku bi awayek rû bi rû were kirin didomin, xwepêşandan berfire dibin û zêdetirî 30 hezar îmze hatin komkirin.
-

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya 127’an de ye
Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirina re’ ku li girtîgehên Îranê didome, kete hefteya xwe ya 127’an. Kampanyayê destnîşan kir ku di meha Gulan û Hezîranê de nêzî 140 kes hatine darvekirin.
-

Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi ser mala du çalakvanên jin de girtin
Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi ser mala çalakvanên sivîl û girtiyên siyasî yên berê Seba Kurdafxarî û dayîka wê Rahîle Ehmedî de girtin û dest danîn ser amûrên wan ên dîjîtal. her du çalakvan ji bo dozgeriya girtîgeha Evînê hatin bangkirin.
-

TUÎK: Rêjeya bêkariya jinan li Tirkiyeyê ji sedî 10 e
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), eşkere kir ku rêjeya bêkariyê di meha Gulanê de ji bo mêran ji sedî 7.0 û ji bo jinan ji sedî 10.5 hatiye texmînkirin.
-

Darvekirinên li Îranê di rojeva Parlemena Parîsê de bû
Di civîna ku li Parlemena Fransayê bi beşdariya siyasetmedar, çalakvan û nûnerên partiyên Kurdistanî çêbû de hat gotin ku cezayê darvekirinê amûra xurtkirina zordariyê ye û divê çarenûsa girtiyan nebe qurbaniya hevdîtinên dîplomatîk.
-

Li Sûdanê tundiya zayendî ya beramberî jinan veguheriye ‘şêwazekî sîstematîk’
Rêxistina mafên mirovan hişyariyê dide ku li Sûdanê tundiya zayendî ya girêdayî şer êdî ne bûyerên yekane ne, lê di her pêleke şer de wekî amûrekî dubarebûyî tên bikaranîn.
-

Li Celaqê krîza tenduristiyê
Li bajarê Celaqê yê Belûcistanê, kêmasiya navendên tenduristiyê, nebûna dermanxaneyên 24 saetî û kêmasiya bijîşkên pispor, jiyana nexweşan dixe metirsiyê. Welatî diyar dikin ku ji bo nexweşiyên giran tenê bi telefonê biryara sewqkirinê tê dayîn.
-

Li Koyê perwerdeya alîkariya destpêkê
Li navçeya Koyê ya Hewlêrê , 40 xwendekarên ku beşdarî dewreya tenduristî û alîkariya destpêkê bûn, diyar kirin ku tevlîbûna zêde ya jinan a li perwerdê, bûye sedema şanaziyê û dan zanîn amade ne di rewşên awarte de xizmeta civaka xwe bikin.
-

NY’yê têkildarî xirabûna rewşa mirovî li Xeza û Şerîaya Rojava hişyarî da
Hejmara mirî û birîndarên şerê Îsraîlê li dijî Xeza gihîştiye 246 hezar û 546 kesan, wêraniyên berfireh û êşên mirovî yên giran didomin. Rayedarek NY’yê têkildarî xirabûna rewşa li Xeza û Şerîaya Rojava hişyarî da.
-

Xewna 600 rojî ya Parlamenterên jin ên Kurdistanê
Li seranserê cîhanê jin hewl didin nûnertiya xwe zêde bikin, li Herêma Kurdistanê jî parlamenterên jin ên dema 6’em zêdetirî 600 roj in li benda rûniştina yekemîn a parlamenê ne.
-

Rêxistin û xweparastina jinan a li hember têkoşîn û şerên hegemonîk
Her çiqas nîqaşên li ser bêçekbûnê berdewam dikin jî, ne diyar e ka mafê xweparastina jinan û gelê Kurd dê çawa bê naskirin. Manîfestoya Civaka Demokratîk tekez dike ku mafê xweparastinê mafek bêqusûr û nayê paşxistin e.
-

Jiyanek ku di Tevgera Jinên Kurd de bûye sembol: Zîlan
Zeynep Kinaci (Zîlan) di nava têkoşîna azadiya jinan de bûye kesayetek sembol. Jin li pey şopa Zîlanê ku di got: “Ez dixwazim jiyaneke watedar bijîm û bibim xwedî çalakiyek mezin”in.
-

Şîlan Ehmed: ‘Rêwîtiya Azadiyê’ belgeyek dîrokî ye
Nivîskar Şîlan Ehmed têkildarî pirtûka xwe ya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ku îmze kiriye, diyar kir ku ev pirtûk belgeyek dîrokî ye.
-

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêla girtina jin û zarokan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêlên girtin û tepeserkirinê bêyî rawestandin berdewam dikin. Çalakvana sivîl Rizwane Xanbeygî tevî keça xwe ya zarok sewqî girtîgeha Evînê hat kirin û welatiya bi navê Kazîwe Perwîzniya hat girtin û birin girtîgeha Urmiyê.
-

Di doza Gulîstan Doku de gaveke nû
Di doza Gulîstan Doku de derket holê ku delîlên kamerayan û qerta SIM’ê hatine tunekirin. Parêzerê malbatê li dijî 108 wezîfedarên emniyetê û rayedarên bilind serî li dozgeriyê da.
-

Zeyneb Kinaci bi koreografiyekê hat bîranîn
Rêzeçalakiyên ji bo pêşeng û fedayiya gelê Kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan), di salvegera wê ya 30’emîn de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê berdewam dikin.