rojane
-
Li du 2 polîsên ku lêgerîna tazî kirin cezayê girtîgehê hat birîn
Ji bo polîsên ku berdevka piştevaniya Taksîmê Mucela Yapici û keça wê Cansu yapici lêgerîna tazî kirin, bi sucê “erkê xwe xirab bi kar anîne” 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
-
Li Lubnana di bin êrişên Îsraîlê de koçberiya mirovan didome
Di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser 5 bajarok û navçeyên li başûrê Lubananê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên ku ji Lubnanê koçberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne gihîşt 19 hezar û 754’an.
-
Dayîka Nîka Şakremî hate binçavkirin
Hate ragihandin ku dayîka Nîka Şakremî ya di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî qetilkirin, Nesrîn Şakremî li bajarê Tehranê hate binçavkirin.
-
200 hezar Filistînî li Bakurê Xezayê 12 roj in birçî ne!
Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Cibaliya tê wêrankirin û her roj mirov dimrin” û ragihand ku 12 roj in mirov nikarin xwe bigihîjînin xwarin û vexwarinê.
-
Jinên Reqayê: Rizgarkirina bajarê me vejînek bû
Jinên Reqayê yên bûn şahidê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê gotin ku rizgarkirina bajara wan vejînek bû û diyar kirin ku ew hê jî bi xemgîniyek mezin li aqûbeta zarokên xwe yên ji aliyê DAIŞ’ê we hatin windakirin dipirsin.
-
‘Desthilatdarî ji bo hedefên xwe dibistanan bi kar tîne’
Endama Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê Emîne Akyazili diyar kir ku ‘di rejîma yek mêr’ de polîtîkayên tekane di sîstema perwerdeyê de berdewam dikin û got: “Tirkiye ji aliyê dîrokî ve pêvajoya herî zehmet dijî.”
-
Jin pirsgirêkên xwe di komînên xweser de çareser dikin
Endama Kongra Star û endama meclisên xweser ên li bajarê Helebê diyar kirin ku bi meclis û komînan pirsgirêkên jinan çareser dikin û diyar kirin ku deriyên wan ji hemû jinan re vekirîne.
-
3’emîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû
3’emîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Her wiha di kongreyê de berdevka meclisê û 2 cîgirên wê hatin hilbijartin.
-
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 376’emîn de ye
Hat ragihandin li Zîvala Xezaya ya ku Îsraîlê 376 roj in êrîşên xwe didomîne hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 42 hezar û 409’an.
-
Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ya li ser dîwarê jinê hat reşkirin
Li Zaningeha ODTU’yê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî “ya li ser diwarê jinê hat reşkirin. Xwendekarên ku dirûşm ji nû ve nivîsandin, destnîşan kirin ku wê ew dirûşme bibe yek jî wan dirûşmeyên giring ên tekoşîna jinê.
-
Dorpêça li bakurê Xezayê bi trajediya mirovî didome
Ofîsa ragihandinê ya li Zîvala Xezayê bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinan kir ku dergehek bi ewle ji bo rizgarkirina sîstema tenduristiyê li bakurê Xezayê vekin û xizmetên tenduristiyê li çar nexweşxaneyên di bin dorpêçê de misoger bikin.
-
Êrîşên Îsraîlê li gelek deverên Lubnanê belav bûn
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê ên li dijî Lubnanê de 2 hezar û 350 kes kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 906 kes jî hejmara birîndar bûne.
-
Werîşe Mûradî 6 roj in di greva birçîbûnê de ye
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Werîşe Mûradî daxwaza bijîjkan a ji bo şandina beşa tenduristiyê û lêdana derziyên xwarinê red kiriye.
-
100 roj in Pexşan Ezîzî nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike
Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku 100 roj di ser qedexekirina hevdîtina Pexşan Ezîzî ya li gel malbat û parêzerên wê re derbas dibe, daxwaza betalkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hat kirin.
-
Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî tundiya polîsan a li hemberî rojnamegerên ku di 13'ê Cotmehê de li Amedê "Mîtînga Azadiyê" dişopandin dan û banga hevgirtinê kirin.
-
3’yemîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê destpê kir
3’yemîn Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriye ya Pêşerojê bi 500 delegeyan li Reqayê dest pê kir.
-
Sendîkaya Rojnamegeran rapora zextên li ser rojnamegeran eşkere kir
Sendîkaya Rojnamegerên Yemenê diyar kir ku di nava vê salê de 30 bûyerên binpêkirina azadiya rojnamegeran hatine tesbîtkirin û kirine rapor.
-
Li Meletî erdhejek dijwar pêk hat
Erdheja ku navenda wê Meletî ye li gelek bajaran hate hîskirin.
-
Rejîma Îranê 10 meh cezayê girtîgehê da jinek Kurd
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku li Bokanê li jinek Kurd 10 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.
-
Şilêr Cemîl: Dê karê min ê herî girîng di parlamentoyê de jin û ciwan bin
Namzeda lîsteya 129 a bajarê Helebceyê Şilêr Cemîl der barê kar û projeyên xwe ji bo parlamentoyê wiha got: “Ez namzeda hejmara 6’an im. Dê karê min ê herî girîng di parlamentoyê de jin û ciwan bin.”