Almaz Romî: Em ê bi ezmûn û têkoşîna xwe destkeftiyên jinan li Sûriyeyê biparêzin

Weke yekem seroka şaredariyê ya jin ku di nava pergala nû de li Sûriyeyê cih girtiye, Almaz Romî bal kişand ser rola pêşeng a jinan û anî ziman bi ezmûna salan a di qada rêxistinî û siyasî de, ew ê feraseta azadiya jinê li herêmê bidomînin û xurtir bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Herêma Rojhilata Navîn bi giştî her kêlî şahidiya geşedanên siyasî û leşkerî yên nû dike. Herêma Sûriyeyê jî beşeke yekgirtî ya vê erdnîgariyê ye ku aloziyan dijî. Ev 15 sal in li Sûriyeyê pêlên şer û wêrankirinê berfirehtir bûne û tevahiya gel û pêkhateyan para xwe ji vê yekê girtine. Di wan 15 salan de bi rastî jî pêlên şer, koçberî û wêrankirinê bandoreke giran li ser hemû gel, neteweyî û pêkhateyên herêmê kir û her yekî bi qasî para xwe ji vê trajediyê girt.

Di 6’ê Çileya îsal de bi êrîşên çete û komên cîhadîst ên li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê re, pêla pevçûnan berfireh bûbû û aloziyeke mezin li herêmê çêbûbû. Piştî geşedanên siyasî û hewldanên diyar ên ji bo rawestandina vê aloziyê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de di 29’ê Çileyê de peymanek hat îmzekirin.

Ev peyman, ku ji bo pêşeroja herêmê xwedî girîngiyek mezin e, gelek xalên sereke di nava xwe de dihewîne.

Di vî warî de, Şaredariya Gel a Kobanê jî di 9’ê Nîsanê de bi biryareke fermî ku tevahî karmend û xebatkarên wê bi serokatiya Almaz Romî hatibûn erkdarkirin, di nava xebatên xwe de gav avêt û entegre bû. Piştî 5 mehên ku entegrasyon pêk hat, ajansa me ji bo naskirina rewşa şaredariyê ji nêz ve, li gel seroka şaredariya Kobanê Almaz Romî hevpeyvînek taybet hate amadekirin.

* Em pêvajoyeke ku divê xwe bispêre demokrasiya herêmî dijîn. Di vî warî de, rola Şaredariya Kobanê û tevlêbûna wê ya di nava vê sîstema nû de dê çawa be?

Şaredarî yekser saziyeke wiha ye ku xwe dispêre gel û civakê, lewra nabe ji hev cuda bibe. Ji bo vê jî xebatên şaredariyê ne tenê di warê xizmetê de ne; di heman demê de şaredarî ji feraseta komînal, rêxistinkirin, xizmet û hwd. jî berpirsyar e. Lewra avahiya wê jî li gorî nûnertiya gel a di her warî de hatiye rêxistinkirin.

Piştî ku peyman pêk hat, li bajarê Kobanê yekem saziya ku dest bi xebatên entegrasyonê kir, şaredariya gel bû. Ji wê demê ve xebatên me bi hevbeşiya li gel parêzgeha Helebê re dimeşin, di asta aborî û kar de jî em di nava pêwendiyê de ne. Bêguman ev nayê wateya ku şaredarî weke îrade neyê naskirin û tenê yek alîbe, berovajî vê, xebatên me di nava kordîneyeke hevbeş de ku xwe dispêre demokrasiyê tên meşandin. Ji xwe ev gav wekî xebateke nû ye di asta Sûriyeyê de ye. Ji ber vê jî astengî tên jiyankirin û bi taybetî jî ji aliyê aborî û alîkariyê ve. Ji bo vê jî derfetên me kêm in û em neçar dimînin ku li gorî şert û mercên heyî xebatên xwe bimeşînin.

*Piştî proseya entegrasyona saziyên Şaredariya Kobanê bi awayekî fermî pêkhat şûnde, hûn rûbirûyî astengiyên çawa tên? Gelo di warê ferasetê de nakokiyên çawa xwe didin der?

Weke serok û xebatkarên şaredariyê armanca me ew e ku em ji bo bajarê Kobanê her tiştî bikin, lê mixabin gelek caran derfetên me têrê nakin ku em bibin bersiv. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de rexneyên gel li hember şaredariyê hene ku em jî rêz li van rexneyan digirin û hewl didin xebatên şaredariya gel sererast bikin. Ji bo vê jî pêwendiya me her tim bi Helebê re heye ku em ji bo Kobanê derfetan ava bikin û şaredarî di asteke herî baş de xizmeta gel bike.

Herêmên ku di nav 15 salan de Rêveberiya Xweser birêve dibirin, bi taybetî me xebatên xwe li ser bingeha xweserî û demokrasiya herêmî didan meşandin. Ji ber vê jî em niha hewl didin ku li gel hikûmeta heyî re bi heman ferasetê pergal û xebatên xwe bimeşînin.

Lewra em di nava vê têkoşînê de ne ku em feraset û hişmendiya xwe biparêzin û her tim edalet û demokrasiya ku xwe dispêre gel bingeh bigirin. Lê dubare ez teqez dikim ku hebûn û xebata me ji bo gelê me ye, lê mixabin bêderfetiyên heyî karê me jî asteng dike.

*Weke jin tu bûyî yekem seroka şaredariyê û bi taybetî di pêvajoyeke wiha de. Gelo tevî xebatên ku tên kirin, hûn bi astengiyên çawa re rûbirû tên?

Dema ku ez weke seroka şaredariyê hatim erkdarkirin, bala her kesî kişand; ji ber ku em dizanin hikûmeta heyî jinan di erkên bilind de qebûl nake. Ji bo vê jî gelek alî bi fikar bûn ku wê çawa jinek rêveberiya şaredariyê bike û xebatên wê bimeşîne.

Lê ez dikarim bi zelalî vê bêjim, ji bo min ne xebateke dijwar e ku ez nikarbim bikim, ji ber ku min bi salan e xebatên girantir jî kiriye û di gelek saziyan de me berpirsyarî û erkên girîng girtine ser xwe. Weke jin ezmûna me ya rêveberî, rêxistinî û siyasî heye ku di sekin û xebata me de bandor dike. Mijareke din jî girêdayî heman xalê heye; tê zanîn ku yek ji lingên sereke yên projeya me azadiya jinê bû, ku pê ve girêdayî di hemû saziyên me de ji komînê ta asta rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema me ya hevseroktiyê heye.

Ji bo vê jî ne berpirsiyareke nû ye ku em matmayî bimînin; ji xwe di şaredarî û hemû saziyên me de jinan hevseroktî kiriye û di astên baş de hemû performans nîşane dane. Lê di giştî asta Sûriyê de ev yek rojevek ava kir û gelek balkêş bû ku ji aliyê hikûmetê ve jinek di vê erkê de hate tayînkirin. Lê ji bo me ne nû ye û ne xebateke dijwar e, berovajî wê, xebateke ku me bi salan kiriye û ezmûnên me tê de hene.

*Di pêvajoya heyî de hûn ê çawa bikaribin rola jinan di pêşeroja Sûriyê de çalak bikin?

Weke jinekê, hebûna min a di şaredariyê de milekî wê yê xizmetkirina civakê heye û yê din jî ew e ku ez çawa bikarbim pergal û hişmendiya me ya jinan biparêzim û pêş bixim. Ji bo jinan bûyîna hêza pêşeng û tevlîbûna di nava xebatê de berpirsyariya sereke ye. Di vî warî de hêviyên jinan jî pir mezin in ku ev yek me bihêztir dike û tevlîbûna jinan a di nava her qadê de mezintir dike. Niha li şaredariyê jî hejmareke mezin a jinan heye ku xebatên herî baş dikin; hebûna wan diyarker û bi bandor e. Ji bo vê jî ez ê xwedî li jinan û destkeftiyên wan derkevim ku em ezmûn, ked û têkoşîna xwe ya bi salan di tevahî qadan de berz bikin.