Li Suweydayê jinek ciwan ji ber nakokiyên malbatê hat kuştin
Kuştina Raxad El-Enderî ya ciwan li gundê El-Teybe yê rojhilatê Suweydayê bû sedema hêrseke mezin. Bûyera ku ji ber nakokiyên malbatê qewimî bû sedema bertekan û hat xwstin ku berpirsiyar werin cezakirin.
Suweyda – Tundiya navmalî û kuştina jinan a ji ber wê yekê, bûye yek ji pirsgirêkên herî girîng di civakan de. Bûyerên ku bi nakokiyên navmalî yên piçûk dest pê dikin, vediguherin êrîşên kujer.
Ji hêla bavê xwe ve hat kuştin
Raxad el-Endarî ya 21 salî duh êvarî li gundê el-Teybe yê dikeve gundewarê rojhilatê Suweydayê, piştî ku hat gulebarankirin jiyana xwe ji dest da. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku bavê wê, Cendal el-Endarî keça xwe kuştiye û reviyaye.
Raxad ranekirine nexweşxaneyê
Çavkaniyên ji gund ragihandin ku bav piştî gulebarankirina keça xwe reviyaye û cihê wî hê ne diyar e. Her wiha hat diyarkirin ku Raxad bêyî rakirina nexweşxaneyê hatiye veşartin.
Ji ber nakokiya malbatî hat kuştin
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di navbera dayîk û bavê Raxad de nakokiyek hebûye, bav dayik ji malê derxistibû lê Raxad red kiribû ku dayîka wê derkeve. Hat diyarkirin ku bi vê yekê pirsgirêk mezin bûye, di dawiyê de bav gule li keça xwe barandiye. Li gorî çavkaniyê Raxad di nava malê de gelek caran rastî tundiyê hatiye û di lingekî wê de seqetiyek hebûye.
Banga hesabpirsînê
Ji ber bûyera ku qewimî bang li rayedarên ewlehî û dadweriyê yên têkildar ên li Suweydayê hat kirin ku lêpirsînek li ser dozê vekin, sedemên kuştina Raxad El-Endarî eşkere bikin û bavê kujer were darizandin.