Li Sûdanê pêla koçberiyê berfireh dibe: Nezî 5 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Ji ber şer û pevçûnên li herêma Serba ya Sûdanê, bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û piraniya wan ji sînorê Çadê derbas bûn. Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) hişyariyê dide ku rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.
Sûdan – Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) duh ragihand ku li gorî texmînên Matrîksa Şopandina Cihguherînê (DTM), nêzî 5 hezar û 135 kes ji ber zêdebûna bêewlehî û pevçûnê ya li Bîr Salîbayê ji 10 gundên cuda yên herêma Serba ya Sûdanê koçberbûn.
Pevçûn û koçberiya li herêma Serba
IOM’yê, diyar kir ku piraniya malbatên ku ji rewşên pevçûnê bandorbûne ji sînor derbasî Çadê bûne û rewş ne aram e û bi lez diguhere. Rêxistinê, destnîşan kir ku ev pêla dawî ya koçberiyê piştî bûyerek berê ya di 4’ê Tebaxê de tê. IOM’yê, di texmîna xwe ya berê ya roja Pêncşema borî de ragihand ku nêzî 6 hezar û 650 kes ji ber zêdebûna pevçûn û bêewlehiyê ji 11 gundên herêma Serba ya eyaleta Darfûra Rojava koçberbûn.
Hişyariya IOM û rewşa mirovî
IOM, tekez kir ku rewş aloz e, bi lez diguhere û tîmên DTM’ê berdewam dikin ku pêşketin û tevgerên nifûsê ya li Sûdanê bişopînin.
Rêxistinê, hişyarî da ku pevçûnên berdewam dikarin bibin sedema berfirehbûna pêla koçberiyê û banga parastina sivîlan û garantîkirina gihîştina alîkariya mirovî ya ji bo kesên ku li Sûdanê ji ber rewşa pevçûnê bandorbûn kir.
Girîngiya stratejîk a Bîr Salîbayê
Bîr Salîba yek ji xalên sereke yên li ser rêyên ber bi bajarê El Cenîna li rojavayê Sûdanê dike, tê hesibandin. Ev rewş, herêm veguhert qada şer a pevçûnên dubare ya di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn, artêşê û hevalbendên wî de.
Herêmên Kûlbûs û Serba yên li ser sînorê Sûdan-Çadê, ji ber pevçûnên berdewam ên di navbera RSF’ê û artêşa Sûdanê de yên ji destpêka pevçûnên li Sûdanê, gelek caran rastî pêlên koçberiyê hatine.