Bûyerên li Serêkaniyê li Kobanê hatin şermezarkirin: Em ê piştgiriya gelê xwe bikin
Îro dema ku yekem karwanê koçberên Serêkaniyê vegeriyan warê xwe ji hêla hen komên çekdar ve êriş ser wan pêkhat. Li seranserê Rojavayê Kurdistanê bertek li dijî vê rewşê derketin holê. Gelê Kobanê jî daketin qadê û êriş şermezar kirin.
Kobanê – Piştî 7 salan ji dagirkirina bajarê Serêkaniyê, yê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, dema ku karwanê koçberan di çarçoveya mafê vegera bi ewle de berê xwe da bajarê xwe, rastî êrîşên çekdarî hat. Li dijî vê nîjadperestî û êrîşa hovane, li seranserî Rojavayê Kurdistanê gel herikî qadan; jinan li Kobanê bi daxwaza parastina rûmet û axa xwe dengê xwe bilind kirin.
Bi armanca şermezarkirina van êrîşên li ser koçberên vegeriyayî, xelkê bajarê Kobanê li Qada Jina Azad hatin gel hev. Di çalakiyê de ku bi dehan pankartên şermezarkirina dagirkeriyê û alên şoreşê hatibûn hilgirtin, piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Desteya Jîngehê yê Kobanê Arif Balî axivî. Balî bal kişand ser hêrsa gel a li hemberî êrîşên ku pêk hatine û got, “Divê vegera gelê me yê li herêmên dagirkirî bi rûmet û bi ewle be, wê bajarên me tevî her tiştî jî vegerin.”
“Ev ax ya me ye û tu kes nikare gelê wê jê derxe”
Bakîre Senjar a ku tevlî çalakiyê bûbû, hest û bertekên xwe ji ajansa me re parve kir û diyar kir ku vegera gelê Serêkaniyê ji bo ser war û axa wan mafê herî rewa ye. Senjar di berdewamiya gotinên xwe de wiha got: “Mixabin em dibînin ku heta niha çeteyên rêxistinkirî li wan deveran hene û bûyera îro jî teqeziya vê yekê ye. Lê em dibêjin çi bibe jî ev ax ya me ye û tu kes nikare dagir bike û gelê wê yê resen jê derxe. Gelê Serêkaniyê ev 7 sal in dûrî axa xwe ne, êdî bese ku gelê me dûrî mal û axa xwe bin.”
Bakîre Senjar di dawiya axiftinên xwe de dibêje ku ewê weke ji nû gelê Kobanê heta dawiyê piştgirî didin gelê xwe. Destnîşan dike ku heta hemû warên wan neyên rizgarkirin û vegerandin ewê çalakiyên xwe bidomînin.”