Jinên Iraqî bi desthiladariya baviksalar re rûbirû ne – GOTAR

TEMENÎ EL-SEREWÎ

Têkoşîna jinên Iraqî êdî ne tenê têkoşînek e ji bo mafên ku hatine dayîn an betalkirin e; ew rûbirûbûnek rasterast e bi pergaleke otorîter a kûr ve girêdayî ku xwe dispêre ola siyasî, adetên civakî, qanûnên alîgir û hêzek siyasî. Wê mêraniyê wekî standarda rêvebirinê û biryardayînê ji nû ve hilberandiye. Pirsgirêk ne bi hinek mêran re ye, bi tevahiya pergalê re ye ku bi dîrokî hatiye çêkirin da ku jinan di rewşeke kêm de bihêle, her çendî kursiyek, astek an jî sernavek ji wan re were dayîn jî.

Li Iraqê, desthilatdariya baviksalar ne tenê ramaneke civakî ya muhafezekar e, pergaleke zordar a berfireh e. Ew li malê dest pê dike, li wir zarokên keç wekî kesên ku tene guhdar dikin û bi awayê teslîmbûyî tên mezinkirin. Destûr nayê dayîn ku bêyî bi “bêrêzî” werin tawanbarkirin, îtîraz bikin. Ew li dibistanan jî wiha ye, li wir wêneyê mêr wekî rêveber û yê jinan wekî bindest ji nû ve tê hilberandin.  Di parlamento û saziyên ku qanûnên li ser navê wan derdixin de ne qanûnên ku wan sînordar dikin ên  ku wan diparêzin, digihîjin lûtkeyê.

Jinên Iraqî di her karesatê de cih girtine

Jinên Iraqî ji bo her karesata ku li welat rû daye di nava hewldanan de dbûn. Bêyî ku bi tevahî mirovahiya wan a siyasî were naskirin. Di şeran de, wan bi neçarî debara malbatê kir; di dema ambargoyê de, pişta malbatên xwe bûn û di dema terorê de ew rizgarî bûn, dabînker û her wiha bûn. hedef Lê dîsa jî li ser “guncabûna” wan ji bo serokatiyê tê pirsîn, mîna ku dîrokê berê îsbat nekiribe dema dewlet hilweşiya, wan bi tenê çawa barê jiyanê girt ser milên xwe.

Hebûna jinan nebûye hêzek ji bo guhertinê

Di siyasetê de, hebûna jinan nebûye hêzek ji bo guhertinê, di gelek rewşan de tenê bûye xemla demokratîk. Jin ji bo xemilandina dîmenê hilbijartinê tên bikaranîn, di heman demê de navendên rastîn ên hêzê ji aliyê torên partiyên girtî û serdest ên mêr ve tên monopolîzekirin. Torên ku bi dilsoziyê ne ji jêhatîbûnê û bi dûrxistinê ne ji hevkariyê ve tên birêvebirin. Li vir, jin ne hevkarên biryardayînê ne, bêhtir çavdêrên paşguhkirî ne.

Qanûndanîn bi xwe bûye qadeke ji bo domandina cudakariyê

Ya herî xeternak ew e ku qanûndanîn bi xwe bûye qadeke ji bo domandina cudakariyê. Her hewldanek ji bo sînordarkirina mafên jinan di zewac, berdan, welayet an mîratê de ne “nîqaşek qanûnî” ya bêguneh e, şerekî siyasî ye li ser beden, jiyan û biryarên jinan. Zagoneke ku jinan wekî hebûnên serbixwe yên xwedî kapasîteya qanûnî ya tevahî nas nake, zagonek e ku ne kontrolê edaletê rewa dike.

Jin bi tundiyê re rûbirû dimînin

Tundî ne îstîsna ye, ji bo dirêjkirina temenê vê pergalê ye. Tundiya navmalî, zordariya sîber, zewaca bi zorê, zewicandina zarokan û redkirina perwerde û kar ne “bûyerên îzolekirî” ne encamên rasterast ên çandeke ku jinan wekî milkê civakî dibîne, ne wekî kesên azad. Ya xeternaktir ew e ku ev tundî her gav di gotinên (retorîka) nexweş ên “şerm”, “rûmet” û “kevneşopiyê” de tên veşartin, mîna ku rûmeta jinan gefeke ku divê were kontrolkirin be, ne mafeke be ku were parastin.

Medyaya ku nikare jinan wekî kirdeyên siyasî bibîne hevkarê zordariyê ye

Medya nikare ji berpirsiyariya vê pergalê were xilaskirin. Li şûna ku bibe cihek ji bo kêmkirina cudakariyê, gelek caran dibe amûrek ji bo domandina wê; jinan di asta fizîkî de dibîne, rola wan tenê dike weke ‘qurbanî’, an jî serkeftinên wan wekî “îstîsnaî” û mûcîze pêşkêş dike, ne wekî mafên xwezayî. Medyaya ku nikare jinan wekî kirdeyên siyasî û civakî yên xwedî îrade bibîne, hevkarê zordariyê ye, her çend ew îdîaya bêalîbûnê bike jî.

Pirsgirêka kûrtir ne tenê di kesan de ye, di tevahiya pergalê de ye ku mêraniyê wekî nirxek bilind ji nû ve hildiberîne. Zarokek kur li gorî baweriya ku rêberî tenê ji bo wî tê werwerdekirin lê keçek li gorî ku bêdengî dilpakî be tê perwerdekirin. Bi vê awayê civak jinan qanih dike ku fedakirina mafên wan “esalet” e lê di rastiyê de ev yek ji nû ve hilberandineke nerm û civakî ya qebûlkirî ya koletiyê ye.

Tevî zordariyê jî jinên Iraqî bêdeng neman

Tevî vê zordariya piralî, jinên Iraqî qet bêdeng neman. Wan dîwarên tirsê hilweşandin, bi tundiyê re rûbirû man û dengê xwe li kolanan, dadgehan, di medyayê de û di rêxistinan de bilind kirin. Mijarên ku berê wekî tabû dihatin hesibandin, xistin nava nîqaşên giştî. Lê her gaveke wan a ber bi pêş ve bi kampanyayên reşkirinê, gef û tohmetên xiyanetê re rûbirû ma, mîna ku jineke mafên xwe dixwaze, pergala “aramiya giştî” tehdît bike.

Bihêzkirina jinan li Iraqê bi daxuyaniyên fermî yan jî dirûşmên ji bo bûyerên taybetî nayê bidestxistin lê bi hilweşandina radîkal a desthilatdariya baviksalar di nava qanûn, siyaset, perwerde, medya û ola sazûmanî de pêk tê. Dewleteke nûjen nikare bi vî rengî were avakirin ku nîvê welatiyên xwe wekî welatiyên tam û nîvê din jî wekî sînordar, çavdêrîkirî û bêbiryar bibîne.

Rizgarkirina jinên Iraqî ji daxwazek wêdetir e

Mesele ne “mafên jinan” ê di wateya xwe ya teng de ye, meseleyeke edaleta dewletê ye. Civakek ku nîvê nifûsa xwe di bin navê adet, ol an siyasetê de tune dihesibîne, civakek e ku hêdî hêdî xwe hildiweşîne. Desthilatdariya baviksalar ne tenê neheqiyek e li hemberî jinan, astengiyek e li pêşiya her projeyeke rastîn a pêşketinê.

Rizgarkirina jinên Iraqî ne tenê daxwazeke jinan e, şertek e ji bo mayîndebûna Iraqê wekî dewleteke domdar. An ev sîstem ji koka xwe ve dê bê hilweşandin, an jî welat dê bi heman rêbazên paşverû yên zordariyê, bi rûyên nû krîzên xwe ji nû ve hilberîne.