Komên çekdar êrîşî koçberên Serêkaniyê yên vegeriyayî kirin

Karwana ewil a malbatên ku ji bo vegerê gihîştin Serêkaniyê, ji aliyê komên çekdar ve hatin hedefgirtin. Tevî astengiyên lojîstîk û êrîşên li ser mal û wesayîtên wan, koçber tekez dikin ku ew ewlehî û vegerandina milkên xwe dixwazin.

Navenda Nûçeyan – Îro karwana yekem, ku ji zêdetirî 410 malbatên ji Serêkaniyê û gundewarên wê pêk dihat, gihîştibûn bajêr. Her çend plana destpêkê ew bû ku 647 malbat vegerin, lê pirsgirêkên lojîstîkî nehiştin ku hemû malbat tevlî koma yekem bibin.

Malbatên penaberên Serêkaniyê ku piştî gihîştin malên xwe rastî êrîşa hin kesan hatin. Li gorî dîmenên ji Serêkaniyê, komeke çekdar ku malên niştecihên resen desteser kiribûn êrîşî hin malbatên ku vedigeriyan kirin û wesayîtên wan wêran kirin.

Yek ji wesayîtên malbatên vegeriyayî hat texrîb kirin û destûr nehat dayîn ku hin malbat bikevin malên xwe. Ji aliyekî din ve, hate hînbûn ku hin kes motorsîkletan siwar dibin û bi çek û çovan digerin.

Malbatên ku vedigerin tekez dikin ku vegera wan ne tenê gihîştina bajêr e. Ew daxwaz dikin ku mafên wan ên ketina malên wan, vegerandina milkê xwe û jiyana bi ewlehî werin garantîkirin.