Navenda Jineolojiyê li Misrê ji bo piştevaniya medyayê û lêkolînên zanistî dixebite

Navenda Jineolojî bi hevkariya Edumedia hewl dide gavên pratîkî di hilberîn, lêkolîn, perwerde û ragihandinê de bavêje û ji bo veguherandinê gavên bi bandor di piştevaniya mirovahiyê, civakê û pêşketina domdar de davêje.

Navenda Nûçeyan – Navenda Jineolojiyê, bi gavên ji bo xurtkirina zanînê û zêdekirina rola xwe di xizmeta civakê de, bi îmzekirina peymaneke hevkariya stratejîk bi Navenda Stratejîk a Navneteweyî ya Perwerde û Medyayê (Edumedia) re, hebûna xwe di warên perwerde, lêkolînên zanistî û medyayê de berfireh dike. Ev peyman ji bo hilberîna zanînê, danûstandina pisporiyê û avakirina kapasîteyê asoyên nû vedike.

Armanc pêşxistina bername û însiyatîfên perwerdeyê ye

Bi vê hevkariyê armanc ew e ku bername û însiyatîfên perwerdeyê yên hevbeş werin amadekirin û bicihanîn, konferans û forumên zanistî werin organîzekirin, lêkolînên hevbeş werşn kirin û însiyatîfên medyayê û hişyariyê bi pêş bixin.

Jinên navdar di îmzeya peymanê de amade bûn

Peyman bi amadebûna çend kesayetiyên navdar û rêveberên ku di mijarên rewşenbîrî, lêkolîn, medyayê û jinan de beşdar in, di nav wan de Seroka Navenda Jineolojî ya Raman û Lêkolînan, Dr. Dîna Mohsen. Rêvebera Cîbicîkar a Navendê, Dr. Nujeen Youssef. Seroka Însiyatîfa Îlhamên Ereb, Dr. Suzanne Al-Qalini. Sekreterê Giştî yê Însiyatîfa Îlhamên Ereb, Esmat Qassem û hejmarek kesên ku bi lêkolîn, medyayê û xebata civakî re eleqedar in, hat îmzekirin.

Ev hevkarî dê rê bide pêşxistina bernameyan

Hevkarî ji qadên hevkariyê yên kevneşopî wêdetir diçe da ku mijarên têkildarî pêşeroja zanînê, di nav de zekaya çêkirî û veguherîna dîjîtal jî bigre nava xwe. Ev ê rê bide pêşxistina bernameyan ku bi guhertinên bilez ên di bazara kar û civakê de bêhtir li hev bikin û dê beşdarî amadekirina karmendên jêhatî bibe ku dikarin amûrên pêşerojê bikar bînin.

Jineolojî zanînê dike kevirê bingehîn ê xebata rewşenbîrî û lêkolînê

Bi vê gavê, Navenda Jinolojî, bi pabendbûna xwe ya avakirina toreke hevkariyê piştrast dike ku zanînê dike kevirê bingehîn ê xebata rewşenbîrî, lêkolînî û pêşveçûnê. Hilberîn û sepandina ramanan bi lêkolîna zanistî, medyayê û perwerdeyê ve girêdide.

Zanist û medya bi riya entegrasyonê dikarin sînoran derbas bikin

Peyman vîzyonek nîşan dide ku li ser bingeha wê pêşgotinê ye ku zanîn di nav saziyan de ji civakê veqetandî nayê avakirin lê bi riya diyalog, hevkariyê û danûstandina pisporiyê tê avakirin. Her wiha nîşan dide ku saziyên rewşenbîrî, zanistî û medyayê bi riya entegrasyonê, dikarin bandorek bikin ku ji sînorên xwe yên herêmî derbas dibe û digihîje welatên Erebî û navneteweyî.