Li Suriyeyê zêdetirî 4 hezar kes di kuştinên bê daraz de hatine qetilkirin
Li gorî rapora nû ya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera hilweşîna rejîma Baasê û heya Tebaxa 2026’an de bi dehan komkujî pêk hatine û zêdetirî çar hezar sivîl di êrîşên li ser bingeha nasnameyê de hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) raporek berfireh li ser kesên ku di navbera 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, dema ku rejîma Baas hilweşiya, û 10’ê Tebaxa 2026’an de di êrîşên li ser bingeha nasnameyê û kuştinên bê daraz de jiyana xwe ji dest dane weşand. Di raporê de hat ragihandin ku navên çar hezar û 206 kesên ku di vê heyamê de mirine hatine belgekirin. Li gorî daneyên SOHRê, di navbera 8 û 31ê Kanûna pêşîn a 2024’an de, 160 kesan, di nav de jinek, jiyana xwe ji dest dane ku 106 ji wan wekî Elewî hatine nasîn. Her wiha rapor diyar dike ku di sala 2025’an de sê hezar û 918 kes û di sala 2026’an de jî 128 kes, di nav de 10 jin û 5 zarok, hatine kuştin.
Li herêmên peravê û Suweydayê komkujî
Êrîşên ku di 6ê Adara 2025an de li bajarên peravê Sûriyeyê dest pê kirin bûn sedema 63 komkujiyan. Di navbera 6’ê Adarê û 24’ê Mijdarê de, hezar û 683 sivîlan jiyana xwe ji dest dan; 873 ji van li Lazkiyeyê, 525 li Tartusê, 272 li Hemayê û 13 li Humsê hatin kuştin. Di Tîrmeha 2025’an de, di êrîşên li Suweydayê de 998 kes hatin kuştin, ku 971 ji wan Durzî bûn. Di Gulana 2025’an de, di bûyerên li Sahnaya, Eşrefiyet Sahnaya û Ceramana de 36 sivîl, ku piraniya wan Durzî bûn, hatin kuştin. Di heman heyamê de, di êrîşên takekesî de hezar û 201 kes, ku 41 jin û 23 zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Ji van 554 Elewî, 50 Şîe, 19 Durzî û 578 jî ji civakên din bûn.
Banga lêpirsîna serbixwe û eşkerekirina çarenûsa windayan
Li ber ronahiya van daneyên hovane, rapor balê dikişîne ser pêwîstiya lêpirsînên serbixwe û şefaf li ser hemû komkujiyan. SOHR di heman demê de eşkerekirina çarenûsa windayan, destnîşankirina cihên veşartina wan û vegerandina termên wan bo malbatên wan wekî daxwazên sereke destnîşan dike.