rojane
-

Kongreya Partiya nû ya Êzidiyan bi dawî bû
1’emîn Kongereya Partiya nû ya Êzidiyan, bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.
-

Almaz Romî dest bi wezîfeyên xwe yên fermî kir
Îro li Kobanê bi awayekê fermî Serokê Şaredariya gel ya bajarê Kobanê û meclîsa wê bi riya daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi wezîfeyên xwe yên fermî kirin.
-

TJA: Li Gemlîkê tevlî me bibin
Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Îzmîrê ya DEM Partiyê derbarê Meşa Gemlîkê de, ku dê di 19'ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist.
-

Azar Yahu li Meşhedê bi tohmeta "hevkarîkirina bi Îsraîlê re" hate girtin
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan jina bi navê Azar Yahu hê jî li bajarê Meşhedê tê girtin, ji ber ku wê "stîkera dil" bikar aniye û ew bi "hevkariya bi dewletek dijmin re" hatiye tawanbarkirin.
-

Hevpeymana NADA’yê êrîşên ser Lubnanê şermezar kir
Hevpeymana NADA’yê êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê şermezar kir, wan weke hovîtî û komkujiyeke bi xwîn li dijî sivîlan bi nav kir.
-

ISIG: Di meha Adarê de 16 jin û 8 zarok jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Meclîsa ISIG ya Adara 2026’an, 148 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 8 zarok, 15 penaber û 16 jî jin bûn.
-

Jiyana Mehbube Şebanî di xeteriyê de ye
Aktîvîst Mehbube Şebanî ku di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin metirsiya cezayê dervekirinê li ser were birîn heye.
-

Partiyeke siyasî ya nû yê Êzidiyan hate îlankirin
Li Şengalê partiyeke nû ya bi navê ‘Partiya Ciwan a Êzidiyan’ hate avakirin. Kongreya damezrandina partiyê bi dirûşma “Edalet, Azadî û Demokrasî” bi tevlîbûna 200 delege û mêvanan destpêkir.
-

Îhtîmal heye ku penaberên Efgan ên li Qeterê bişînin Efrîqayê
Li gorî raporek ku vê dawiyê hatiye weşandin, tê gotin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê zêdetirî hezar û 100 penaberên Efgan ji Qeterê dişîne welatên Afrîkayê.
-

DEM Partî: Em ê 1’ê Gulanê li qadan bin
Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partî Sevtap Akdag û Mehmet Bozgeyîk destnîşan kirin ku ew dê bi daxwaza nan û aştiyê di 1’ê Gulanê de li hemû bajaran li qadan bin û bang li welatiyan kirin ku li qadan bi hev re daxwazên xwe mezin bikin.
-

Li Îranê aktivîsta girtî hate berdan
Aktivîst Mehrî Kerîmîpour Andelibî ku ji meha Adarê heta niha li girtîgeha Qerçekê de dihat ragirtin bi kefaletê hate berdan.
-

Zarokên Efganistanê 1661 roj in ji perwerdeyê bêpar in
Di ser girtina deriyên dibistanan li ser zarokên keç de, 1661 roj derbas bû. Navenda Çavdêriya Mafan a Efganistanê der barê encamên vê rewşê de hişyarî da û bêdengiya Talîbanê û kêmaniya berteka civaka navneteweyî rexne kir.
-

Medyaya Efganistanê: Zexta zêde û sansur didome
Rapor nîşan didin ku li Efganistanê zexta li ser medyayê, qedexe û zoriyên aborî zêde bûye. Ev rewş rê li ber belavbûna oto-sansur û lawazbûna medyaya serbixwe vekiriye.
-

Dayikên Aştiyê yên Îranê ji bo bidawîkirina şer bang kirin
Dayikên Aştiyê yên Îranê bi daxuyaniyek daxwaza bidawîanîna şer kirin. Dayîkan bal kişand ser bandorên li ser welatiyan, bi taybetî jin û zarokan û hat diyarkirin ku bandorên şer demên dirêj didomin û ziyanê didin jiyana mirovan.
-

Gelê Qamişloyê ji bo dîlgirtiyan meşek li darxistin
Bi pêşengtiya Platforma çalakiyên hevbeş û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo di derheqê rewş, jiyan, ewlehî û tenduristiya dîlgirtiyan de meşek li darxistin.
-

'Divê jin di pêvajoya Entegrasyonê de aktorên sereke bin'
Rêxistinên jinan yên Rojavayî Kurdistanê bi Wezîra Kar û Barên Civakî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Hind Qebewat re pêwîstiya entegrekirina jinan di saziyan de, dayîna roleke bingehîn ji bo jinan di biryardanê de û berdana dîlgirtiyan nîqaş kirin.
-

Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinan: Bila aliyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyek
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da banga rewşenbîran a ji bo yekîtiya netewî.
-

TJA: Ji bo bidestxistina aştiyê têkoşînê xurt bikin
Tevgeran Jinên Azad (TJA) bang li jinan kir ku beşdarî meşa Gimlîkê bibin û wiha got: “Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo roja 19’ê Nîsanê li Gemlikê bin. Werin em li Gemlîkê bicivin.”
-

Girtiya siyasî ya Tunisî dest bi greva birçîbûnê kir
Çalakvana siyasî ya Tunisî Şeymaa Îsa ji bo protestokirina şert û mercên girtina xwe dest bi greva birçîbûnê kir.
-

Ji 86 rêxistinan ji bo rawestandina binpêkirinan bang hat kirin
86 rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî li Îranê bang kirin ku li çar aliyên cîhanê çalakiyên piştgiriyê werin lidarxistin da ku darvekirin werin rawestandin, girtiyên siyasî werin berdan.