Krîza aborî ya Îranê: Dahat kêm bûye xizanî û bêkarî zêde bûne
Li gorî daneyên dawî, ji sala 2018’an ve li Îranê buhayê kelûpel û xwarinê bi dehan qatan zêde bûye. Bi milyonan kes ketine bin xeta xizaniyê û bi taybetî jin û ciwan bi qeyraneke giran a aborî re rûbirû ne.
Navenda Nûçeyan – Aborî û civaka Îranî ji sala 2018’an vir ve, şahidiya gelek guhertinên bêhempa kiriye. Îran şahidiya bilindbûna rêjeyên danûstandinê û bihayên kelûpelan, zêdebûna nifûsa ku di bin xeta xizaniyê de dijîn, kêmbûna kar û beşdariya aborî û kêmbûneke tund a di karê pîşesaziyê de, dike. Ev wêne nîşan dide ku beşek mezin ji civakê ne tenê derfeta baştirinkirina şert û mercên jiyanê, lê ewlehiya xwe ya aborî jî winda kirine.
Rêjeya danûstandinê bi qasî 50 caran zêde bûye
Rêjeya danûstandinê ji sala 2018’an vir ve bi qasî 50 caran zêde bûye û asta bihayê giştî ji 19 caran zêdetir zêde bûye. Di heman demê de, bihayên xwarinê ji 34 caran zêdetir zêde bûne. Vê zêdebûnê bandorek herî giran li ser jiyana malbatên kêmdahat, jin û ciwanan kiriye.
Dê 16 milyon kesên din di bin xeta xizaniyê de bijîn
Di heman demê de, dahata neteweyî ya net a serê kesî bi qasî ji sedî 12 kêm bûye û li gorî texmînan, di navbera salên 2018 û 2024’an de bi qasî 16 milyon kesên din dê li nifûsa ku di bin xeta xizaniyê de dijîn zêde bibin.
Bazara kar jî ji vê meylê bandor bûye. Ji sala 2019’an vir ve, bi qasî 5 milyon kes li nifûsa temenê kar zêde bûne, lê karmendiya net tenê bi qasî 400 hezar zêde bûye. Niha, bi qasî 40 milyon ji nifûsa temenê kar bêçalak in û bi qasî 2.5 milyon bêkar in; ev tê vê wateyê ku beşek mezin ji nifûsa temenê kar di çêkirina dahata aborî de rolek nalîze.
Jin windakerên veşartî yên bazara ked û kar in
Di vê navberê de, rewşa jinan hê bêtir xemgîn e. Her çend di vê heyamê de 2.6 milyon jin li nifûsa temenê kar zêde bûne jî, karmendiya jinan bi qasî 700 hezar kêm bûye. Ev, digel pirsgirêkên debara jiyanê, dikare jinên ciwan û xwende, bi taybetî ji her demê bêtir bi xizanî û girêdayîbûna aborî re rûbirû bihêle.
Di qada pîşesaziyê de, tenê di navbera bihara 2025’an û bihara 2026’an de bi qasî 630 hezar kar winda bûne; ev hejmar nîşan dide ku beşek ji karmeniya pîşesaziyê ya ku di salan de hatî afirandin di demek kurt de winda bûye.
Krîzek mirovî tê jiyîn
Ev pêşketinên aborî di çarçoveyekê de qewimîn ku civaka Îranê di salên dawî de bi krîzên civakî û siyasî, xwepêşandan, vîrûsa korona û şer re rûbirû maye; rêze bûyerên ku bandora wan tenê bi hejmarên aborî nayê pîvandin.
Pirsgirêka rastîn ev e ku li pişt her hejmarê jiyanek mirovî heye; karkerek ku karê xwe winda kiriye, jinek ku derfetek nedîtiye bikeve bazara kar û ciwanek ku perspektîfek zelal li ser kar û avakirina jiyanek tune. Bêyî nirxandinek cidî ya polîtîkayên aborî û civakî, berdewamiya vê meylê dikare di salên pêş de lêçûnên civakê bêtir zêde bike.