Jina ku li Tûnisê rastî êrîşa bi asîdê hatibû jiyana xwe ji dest da

Mamoste Marwa El-Mesûdî ya ku duh ji aliyê zilamekî ve rastî êrîşa bi madeya asîdê hatibû û bi giranî birîndar bibû, îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Tûnis – Mamoste Marwa El-Mesûdî ya ku duh li herêma Bûhajlayê ya ser bi parêzgeha Qeyrewan a Tûnisê ve rastî êrîşa bi madeya asîdê hatibû, îro jiyana xwe ji dest da. Ev bûyera hov di nav gelê herêmê de bû sedema şok û hêrseke mezin.

Marwa El-Mesûdî duh 30’ê Hezîranê ji ber şewatên giran ên asta sêyemîn, sewqî Yekîneya Taybet a Cerrahî ya El-Axlab a li Nexweşxaneya Zanîngeha Ibn El-Cezzar a li Qeyrewanê hatibû kirin. Di heman bûyerê de hat ragihandin ku zilamekî 40 salî jî birîndar bûye.

Rêya mamosteyê girt û asîd pê de rijand

Li gorî raporên destpêkê, zilamê 40 salî dema ku mamoste Marwa diçû mala malbata xwe ya li herêma Bûhajlayê, rêya wê girtiye û hewl daye wê bide sekinandin. Dema ku mamoste li ber xwe dide û ranewaste, gumanbar madeya asîdê (bişewat) bi ser de dirijîne û piştre agir ber dide ser xwe jî.

Li gorî agahiyên destpêkê, yek ji hîpotezên ku lêkolîn li ser tê kirin ev e ku dibe bûyer ji ber redkirina daxwaza zewacê ya gumanbar ji aliyê Marwa El-Mesûdî ve pêk hatibe. Lê belê saziyên ewlehî û dadweriyê tekez kirin ku lêpirsîn hîn berdewam in û sedemên rastîn an jî hemû hûrgiliyên vê rûdanê hîn bi tevahî rûneniştine.