Derhêner Semîra Noruz Naserî bi kefalet hate berdan

Derhênera fîlman Semîra Noruz Naserî ya ku ji serê meha Hezîranê ve girtî bû, piştî dayîna kefaletê hate berdan.

 Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên hatine weşandin, derhênera fîlman Semîra Noruz Naserî ya ku li Tehranê dijî, îro bi kefaleta 5 milyar tûmenan ji Girtîgeha Feşafuyeyê hate azadkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Semîra Noruz Naserî di 1’ê Hezîranê de bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin. Hêzên ewlehiyê di dema avêtina ser mala derhêner de lêgerînek berfireh çêkiribûn; dest danîbûn ser tiştên wê yên kesane, amûrên pîşeyî, cîhazên elektronîkî, laptop û telefona wê ya desta.

Heta niha der barê tawanbarî an jî sedema girtina Semîra Noruz Naserî de ji aliyê meqamên fermî ve tu daxuyanî an jî raporek nehatiye weşandin.