Li Cezayîrê gel ji bo parlamentoya nû berê xwe da ser sindoqan
Li Cezayîrê hilbijartinên parlamentoyê yên nû dest pê kirin. Tevî ku di saetên pêşîn de hatina dengdaran hêdî ye jî zêdetirî 10 hezar namzed ji bo 407 kursiyên Meclîsa Gel a Neteweyî di pêşbirkê de ne.
NECWA RAHÎM
Cezayîr — Li Cezayîrê hilbijartinên nû yên parlamentoyê îro dest pê kirin. Qada siyasî şahidiya hatina dengderan a hêdî dike. Amadekariyên lojîstîkî yên berfireh hatine kirin û bangên fermî tên kirin da ku rêjeya beşdariyê di vê pêvajoyê de bilind bibe ku tê de gelê Cezayîrê 407 endamên Meclîsa Gel a Neteweyî ji bo pêvajoya 5 salan hilbijêre.
Rêjeya beşdariyê ya saetên destpêkê
Li seranserê 69 parêzgehan derdorên dengdanê û sindoq deriyên xwe vekirin. Li gorî zanyariyên herî dawî ku ji aliyê serokê bi wekalet ê Desteya Hilbijartinê ve hatine pêşkêşkirin, rêjeya beşdariyê li hundirê welat heta saetên pêşîn ên sibehê gihîşt ji sedî 3.05’an. Ev rêjeyeke destpêkê ye û nîşan dide ku tevgera dengdêran hêdî hêdî dest pê dike.
Deste bi riya tîmên xwe yên li parêzgehan çavdêriya projeya li ser erdê dike da ku pabendbûna bi rênimayiyên qanûnî û rêxistinî misoger bike. Di heman demê de, bangên fermî û siyasî ji bo beşdariyeke berfireh berdewam dikin, da ku ev yek vîna dengdêran di hilbijartina nûnerên wan de nîşan bide.
Banga partiyan ji bo guherînê
Li dibistana Amadehî ya Helîme El-Sediye ya li paytexta Cezayîrê, Sekretera Giştî ya Partiya Karkeran Liwîz Henûn dengê xwe da û diyar kir ku beşdarbûn ‘riya ji bo nîşandana vîna welatiyan û beşdarbûna di xêzkirina paşeroja welat’ de ye. Her wiha destnîşan kir ku partiya wan armanc dike bi riya bernameyeke nû ku giranî dide ser şert û mercên aborî, civakî û siyasî, bi hêz vegere parlamentoyê.
Dengdan erkeke niştimanî ye
Li heman navendî, Emrûnî Hecîle ya 82 salî dengê xwe da û tekez kir ku guherîn ji welatiyan dest pê dike û bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin sindoqên dengdanê û got ku beşdarbûn erkekî niştimanî ye aramiyê xurt dike.
Hejmara namzedan û sîstema dengdanê
Di van hilbijartinan de nêzî 10 hezar namzed di nava pêşbirkê de ne, li ser 793 lîsteyên navxweyî (614 lîsteyên partiyan û 125 lîsteyên serbixwe ku 9854 namzedan li xwe digrin) û 54 lîsteyên derveyî welat (48 partî û 6 serbixwe ku 432 namzedan li xwe digrin) dabeş bûne.
Her wiha Cezayîriyên li derveyî welat in ji Şemiya borî ve dest bi dengdanê kirine. Di heman demê de, li gorî qanûna hilbijartinê, projeya dengdanê li navendên gerok ên li herêmên dûr û koçeran 72 saet beriya dema fermî dest pê kiribû.
Hilbijartin li gorî sîstema nîsbî ya lîsteya vekirî û bi dengdana tercîhî bêyî têkelkirina lîsteyan birêve diçin. Dengdar tenê lîsteyek hilbijêr e û paşê di nava wê lîsteyê de li gorî hejmara kursiyên herêma xwe, namzedek an zêdetir destnîşan dike.