Ji bo Leyla Afarîn banga lezgîn

Leyla Afarîn a ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, bi tumora mejî û nexweşiyên movikan dikişîne; rayedarên girtîgehê nahêlin ku ew li nexweşxaneyê bê dermankirin û daxwazên wê yên tehliyeyê red dikin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, tevî ku rewşa girtiya siyasî Leyla Afarîn ji ber girêka mejî ya xerab û nexweşiyên movikan xirab dibe jî, bêyî lênêrîna bijîşkî ya pispor bigire, li Girtîgeha Evînê tê ragirtin.

Çavkaniyek bi agahî yê nêzîkî girtiyê siyasî eşkere kir ku ji bilî girêka mejî, Leyla Afarîn bi pirsgirêkên cidî yên fîzîkî re rû bi rû ye û niha ji nîşanên wekî windakirina hevsengiyê, lerizîna dest û ling û kêmbûna dîtinê dijî. Li gorî vê çavkaniyê, tevî ku pêwîstiya wê ya lezgîn bi lênêrîna pispor heye jî, hîn jî gihîştina xizmetên tibî yên guncaw tê astengkirin.

Ev rewş di demek ku bijîşk derengxistina dermankirina girêka mêjî di rewşên wekhev de wekî faktorek xeternak di pêşveçûna nexweşiyê û zirara bêçare de dinirxînin de di didome.

Bêyî tedawî temam bibe ew dîsa şandine girtîgehê

Li gorî raporê, Leyla Afarin vê dawiyê ji bo dermankirina bijîşkî bo nexweşxaneyê hatiye şandin, lê veguhestin demkurt bûye û bêyî ku lênêrîna bijîşkî ya bi bandor werbigire û tedawiya  xwe temam bike, ew dîsa şandine Girtîgeha Evînê.

Ji derveyî bêparmayîna ji xizmetên tibî, daxwaza tehliyeya bi şert û destûra girêdayî tehliyeyê ya Leyla Afarîn bê bersiv mane.

Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, tevî dema qanûnî ya ji bo berdana bi şert qediyabe û tenê nêzîkî 9 meh ji bi temambûna ceza mabe jî, rayedaran hîn jî ti daxwazên pêşkêşkirî qebûl nekirine.

Ji 2025’an ve girtiye

Leyla Afarîn, ku di sala 1993’an de ji dayik bûye, di sala 2005’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û di 10’ê Kanûna heman salê de sewqî beşa jinan a Girtîgeha Evînê hatiye kirin.

Piştî ji pêvajoya yasayî derbas bû, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê salek cezayê girtîgehê lê birî û niha di bin şert û mercên ku rewşa wê ya fîzîkî xirab bûye û gihandina dermankirina pispor jê re nayê qebûlkirin de cezayê xwe dikişîne.

Di salên dawî de, rêxistinên mafên mirovan gelek caran astengkirina xwegihandina girtiyên siyasî û îdeolojîk ji bo xizmetên tibî rexne kirine. Ev rêxistin diyar dikin ku gihandina lênêrîna tibî mafek bingehîn ê hemû girtiyan e û divê wek amûra ji bo zêdekirina tepeserkirina li dijî wan neyê bikaranîn.