Xizmên Windayan ji bo Kemal Kurkut li hev kom bûn
Xizmên Windayan û ÎHD a Amedê di hefteya 841' emîn de ji bo Kemal Kurkut ê ku di Newroza sala 2017’an de hatî qetilkirin, li hev kom bûn û banga edaletê kirin.

Amed – Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan, di 841’emîn hefteya çalakiya xwe ya ‘Bila winda werin dîtîn û kiryar werin darizandin’ de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê li hev civiyan. Xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de wênenêyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Kemal Kurkut ê ku di Newroza sala 2017’an de hatî qetilkirin, hate xwendin û hate bîranîn.
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ser banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Têkildarî birêvebirina pêvajoyê divê dewlet pêngavên hewce biavêje. Ji bo vê yekê pêngavên ku divê werin avêtin hene. Divê tavilê girtiyên nexweş werin berdan, girtiyên ku tehliyeya hatî taloqkirin, werin berdan û divê tavilê mijara ‘mafê hêviyê’ bikeve rojeva Meclîsê û têkildarî vê yekê guhertinên yasayî werin kirin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.