Ji Newroza dîrokî ya Amedê: Bila fam bikin ku nikarin vî gelî tune bikin
Dîroka Amedê Newrozek din li pey xwe hişt. Jinên li qada ku coş nesekinî bûn, dîmenên rengîn derxistin holê. Jinan cîhê xwe li qadê girtin daxwazên xwe yên aştiyê nû kirin, bal kişandin ser qadê û gotin: “Bila fam bikin ku nikarin vî gelî tune bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê Newroza îsal bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û “Ji Bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Bi milyonan kes beşdarî Newrozê bûn. Ji 7 salî heta 70 salî hemû beşên civakê tevlî Newrozê bûn. Newroza îsal mohra xwe li dîrokê da. Coşa beşdarên pîrozbahiyê jî xuya bû. Girseya ku ji serê sibê de hat qadê û di demeke kin de qada pîrozbahiyê tijî kir, wêneyek dîrokî xêz kir. Agirê Newrozê, bi daxwazên aştî û azadiyê, ji aliyê Dayîkên Aştiyê ve hat vêxistin.
Slogan, tilîlî û govend bê navber berdewam kirin. Posterên ku hatin vekirin, ji destên girseyê daneketin xwarê. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan li ser destan digeriyan. Wêneyê Îmraliyê ku di 27’ê Sibatê de dan çapemeniyê jî, li gelek deverên qadê cîhê xwe girtibûn. Coşa girseya ku daket qadê, bi saetan berdewam kir. Jin li qadê bi cilûbergên xwe yên netewî amade bûn. Li qadê pûşiyên kesk û sor û zer di destên dayîkan de dihat hejandin. Malbatan cilûbêrgên netewî bi xwe re anîbûn û li zarokên xwe kiribûn. Di daketinên qadê de nêzî 80 kes, ji ber cilû bergên netewî yên ku li xwe kiribûn, hatin binçavkirin. Dîsa jî di demeke kin de qad tijî bû û xelkê bi saetan dîlan girt. Bi taybetî jî coşa jinan balê kişand. Gotinên aştiyê û hêviya di dilê welatiyan de, bi rastî li qadê jî xwe bi awayek zelal nîşan da. Li qada ku hejmara ciwanan jî gelek zêde bû, piştî vêxistina agir, dengê stranan bilindtir bû û govend û dîlan zêdetir bi coş bûn.
Di nav vê atmosferê de hinek ji beşdaran dîlan girtin, hinekan bi agir re wêne kişandin, hinek jî li qadê ji xwe re cîhekî dîtin, lê rûniştin û li pîrozbahiyê temaşe kirin. Me li qada Newrozê pirsên derbarê Newroza 2025’an de û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Çareseriya Demokratîk’ ji jinan kirin. Jinan bang kirin ku ji bo pêvajoyê gavên pêwîst bên avêtin. Jinan daxwaza aştiyeke bi rûmet kirin û gotin “Pêwîst e li vê qadê binhêrin û ji nû ve fam bikin ku ewê nikaribin vî gelî tune bikin.”
‘Bila guh bidin daxwazên bi milyonan kesan’
Ferah Şık, da zanîn ku pêvajoya hatiye destpêkirin hêviyek mezin daye wan û destnîşan kir ku lê dîsa jî polîtîkayên şer berdewam dikin. Ferah anî ziman ku xelkê bi hêvî û daxwaza aştiyê qadên Newrozê tijî kiriye û wiha got: “Me digot emê îsal bi girtiyan re Newrozê pîroz bikin lê nebû. Divê êdî dawî li van zextan û vê zilmê bê. Mirov ji şer westiyan, divê her kes ji şer re bêje raweste. Vê miletê gavê herî mezin avêt, niha dora wan e. Ev Newroz jî ji bo me hemûyan rojek girîng û pîroz e. Lewma jî em cejnê bi aştiyê tacîdar bikin. Daxwaza bi milyonan kesan jî eve e.”
‘Bi gotina aştî ber bi qadê ve meşiyam’
Rifqiya Çag diyar kir ku gelê Kurd ji bo nîşan bide ku hê jî li ser piyan e hatiye qadê û bi rastî jî miletê bersiva pêwîst, daye. Rifqiya wiha got: “Ez wek her salê îsal jî ji bo ku bêjim aştî û azadî, hatim vê qadê. Em dixwazin ku girtîgeh bên valakirin. Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Em dixwazin ku bi hemû girtiyan re li vê qadê bin. Banga aştiyê hat kirin, çek hatin danîn, lê zarokên me hê jî tên qetilkirin. Bila êdî ew jî rawestin. Ev tişt yek alî nabe. Ew çi jî bikin, emê berxwedana xwe bidomînin. Ev milet li her derê ye. Yên ku li vê qadê binhêrin, ew ê vêya bibînin.”
‘Bila Newroz biharê û azadiyê bîne’
Reyhan Temel jî, daxwaza bila Newroz bibe wesîleya aştiyê anî ziman û banga bidawîkirina şer û polîtîkayên bêhiqûqî ya li welêt kir. Reyhan Temel, wiha got: “Em hemû ji bo aştiyê li vir in. Em hêvîdar in ku Newroza 2025’an bibe Newrozek ku gelê Kurd yekîtiya xwe ava kiriye û dawî li tecrîdê aniye. Gelê Kurd dawiya dawî dê bighê serkeftinê. Me heta niha gelek zor û zehmetî kişand, me gelek zilm dît. Ji îro û pê de bila jiyana me mîna Newrozê bibe bihar û azadî. Li her çar perçeyan hemû jin, hemû milet li kuçeyqan e, em li qadan daxwazên xwe diqîrin. Daxwaza me ya herî mezin jî, aştî ye. Li hember banga ku hatiye kirin, pêwîst e dewlet jî tavilê gav bavêje. Ger ku gav neyên avêtin, ev şer mixabin dê berdewam bike. Ji bo ku ev şer bidawî bibe, divê herdû alî bi hev re gavan bavêjin. Bila hemû desthilatî bi hev re cîhê xwe bigirin û wek yên ku şer bidawî kirine, bikevin nav pelên dîrokê Em jin, dê li qadan bin. Em hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo mafên xwe li vir in.”
‘Amedê bersiva pêwîst da’
Zahîde Erol, di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Pêwîst e ku îro gel li vê qadê be û li vê têkoşînê xwedî derkeve. Divê bi milyonan kes xwedî li vê îradeyê derkevin. Vê miletê û dayîkan her tim aştî xwestin. Ji bo ku ev zilm û ev mirin rawestin em li vir in. Ger ku desthilatî vêya dixwaze, bila li vê qadê binhêre û gav bavêje. Çavê hemû dinyayê li ser Amedê ye. Vê miletê hêza xwe bi awayê herî baş nîşan da. Vê qadê ji bo hemû pirsan bersiv da. Hemû kesên ku aştiyê dixwazin, îro li vê qadê ne. Divê dewlet jî li vir be. Yên ku aştiyê dixwazin, divê zilm nekin û şer nedomînin. Em îro li vir nîşan didin ku em ji nû ve xwedî li aştiyê derdikevin û diqîrin. Emê vê helwesta xwe jî bidomînin.”
‘Divê zimanê aştiyane bê bikaranîn’
Stran Jiyan jî da zanîn ku ew her sal li vê qadê ne lê îsal ji bo xwedî li aştiyê derkevin hatine qadê û wiha got: “Em hêvîdar in ku ev agir dê ji bo aştiyê vêkeve û gelê Kurd bighê mafên xwe. Berî her tiştî em ji mafên xwe bêpar in. Em dîsa di hêla zimanê dayîkê û jiyanê de wekhev nayên dîtin. Em li ser axa xwe wek dîl dijîn. Ji bo vê pêvajoyê divê destpêkê zimanê xwe sererast bike. Niha zimanê wan ne zimanê aştiyê ye. Ger ku zimanê wan baş bibe, ez bawer im ku ewê berdewama wê jî bê. Ev xelk bi salan e serî danayne, ji niha û pê de jî ewê daneyne. Ev qad jî delîla herî mezin a vê yekê ye.”