Li dijî ‘Danezana Destûrî’ ya hatiye îmzekirin banga têkoşîna hevpar

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim bertek nîşanî ‘Danezana Destûrî’ ya HTŞ ya cîhadîst amadekiriye da, diyar kir ku jin tu caran vê destûr qebul nakin û îşaret bi têkoşîna hevpar kir.

ŞÊRÎN MUHAMED

Qamişlo – Li Sûriyeyê bi hilweşandina rejîma Baas re, Heyet Tahrir El- Şam (HTŞ) ya cîhadîst di 8’ê kanûna 2024’an de hate ser rêveberiyê û rêveberiya demkî ava kir. Ji wê rojê heta niha li dijî gotinên demokrasiyê polîtîkayên zextê jî didome. Bertekên li dijî ‘Danezana Destûrî’ ya demkî ku di 12’ê Adarê de hatiye îmzekirin didome. Destûra bingehîn a bi qanûnên şerîatê û xwedî zîhnyeta yek kesî, hatî ragihandin têde diyar dike ku pirrengiya gelê Sûriyeyê qebul nake, bertekên li dijî vê yekê didome.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim diyar kir ku wê destkeftiyên şoreşa jinê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye bi dest xistin belavî hemû Sûriyeyê bikin, bertek nîşanî pêkanînên hikumeta nû û ‘Danezan Destûrî’ ya hatî îmzekirin da.

‘Ev destûr mafê gelê Sûriyeyê binpê dike’

Stêr Qasim diyar kir ku bi îmzekirina danezana destûrê re xeyalên gelan şikest û wiha got: “Ji ber ev destûr, bendewariyên giştî yên gelê Sûriyeyê pêk nayne û rêveberiya nû li gor berjewendiyên xwe şêwe daye. Ev destûr mafê gelê li Sûriyeyê binpê dike û weke destûrek ne diyar hate nirxandin. Ev destûr xizmetê ji berjewendiyê gelan re nake. Divê destûrê de di aliyê mafê siyasî, çandî û civakî de tiştek tune. Madeyên ku derbarê mafê jinan de hatî diyarkirin gelek vala ne, mînak mafê jinan yê perwerde û xebatê. Ev kîjan maf in? Jinan her tim ev maf bi dest xistine, ev maf ne mafek ku di destûran de were nivîsîn e. Perwerde û  xebat ji bo jinan mafê herî bingehîn e û ev maf ji xwe mafên ku hene ye.”  

‘Jin vê destûrê tu caran qebul nakin’

Stêr Qasim da zanîn ku jinan bi gelek meş û çalakiyan berteka xwe ya li dijî qebulnekirina vê destûra demkî anîn ziman û ev tişt got: “Jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011’an ve hewl dane ji bo xwe yekitiyek ku wan pêşbixwe û nunertiya wan bike ava bikin. Di her qadê de, bi taybet di qadên siyaset û leşkerî de cihên xwe îsbat kirin. Ev guherîn vekirî bû; jinan destkeftiyên ku xwe dispêre peymanên CEDAW’ê yên weke mafên zagon malabatê ku xwe dispêre mafê jinan, mafê mirovan, zagonên navnetewî bi desxistin. Destûra bîngehîn ya Sûriyeya nû, nûnertiya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nake, heta hemû jinên li Sûriyeyê. Ji ber jinên Sûriyeyê, xwedî dîroka berxwedan û fedekariyê ne. Bi taybet rêxistinên jinan û aktivîstên jin, wê li dijî vê destûrê bêdeng nebin. Em hemû ji bo ev destûr were guherîn di nava têkiliyan de ne. Ev destûr me bi dehan sal paşde dibe û em vê qebul nakin.”

Banga têkoşîna hevpar

Stêr Qasim bal kişand ser giringiya têkoşîna hevpar ji bo mafê jin û azadiyê û wiha got: “Têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna hemû jinên Sûriyeyê ye. Ji bo em mafê xwe bi dest bixin û mafê ku me bi dest xistiye bi parêzin divê em têkoşîna xwe bidomînin. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em amade ne bi hemû jinan re têkoşîna hevpar bikin. Hemû kes dibîne ku ceribandinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ceribandinek mînak e.”