Li Şengalê berxwedan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
Artêşa Iraqê ku Şengalê dorpêç kiribû, piştî berxwedana gel neçar ma vekişe.

Şengal – Di 18’ê Adarê de artêşa Iraqê li taxa Yermûk a navenda bajêr kemîn avêtibû pêş wesayîteke şervanên YBŞ’ê û gulebaran kiribû. Di encama gulebarankirina artêşê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûbûn. Artêş jî 3 şervanên birîndar jî di navê de bi giştî 5 şervan dîl girtibû. Piştî bûyerê xelkê Şengalê bi pêşengiya jin û dayîkan, her wiha malbatên şervanan li dijî dîl girtin û eskerîkirina Şengalê rabûn ser pêyan. Ji 19’ê Adarê ve navbera gel û artêşê de cih cih alozî rû da û gel jî bi meş û xwepêşandanan li dijî êrişan sekinîn.
19’ê mehê jin û dayîkên şengalî li ber avahiya Mûxabarata Iraqê (îstîxbarat) ya Şengalê konê çalakiyê vedan. Xelkê Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan her roja paştir berxwedanê mezin kir, protestoyên gel ber bi arasteyeke mezintir ve diçû.
Ji ber vêya duh hêzeke zêde ya eskerî û hêzên polîsên federal yên ji bo tepisandina xwepêşandanan cara yekemîn bû ji bo Şengalê hatin şandin û kolan bi kolan leşker û polîs hatin bicîh kirin. Her wiha ketin û derketina Şengalê jî hate astengkirin.
Desteya Eşayîrî ya Şengalê û Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê jî bi daxuyaniyên cûda bertek nîşana artêşê dan û xwestin, demildest hêzên xwe ji navenda bajêr bikişîne û dest ji terorîzekirina hêzên parastina Şengalê berde.
Artêşa Iraqê hêzên xwe yên ji 18’ê Adarê ve kişandibû navenda bajêr û ji derveyî Şengalê anîbû, vekişand.
Jinên çalakger jî bi dirûşmeyan vekişîna van hêzan pêşwazî kir û konê çalakiyê ya li ber mûxabaratê rakirin.
Li gorî agahiyên ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastinê ya Şengalê hatiye girtin, di encama berxwedana gel a bi pêşengiya jin û ciwanan de artêş neçar maye li gel nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê û YBŞ’ê rûne.