Di 48 saetên dawî de 130 Filistînî hatin qetilkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên 48 saetên dawîn de, herî kêm 130 Filistînî hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyand ku di êrişên Îsraîlê yên 48 saetên dawîn de yên li ser Xezayê, herî kêm 130 Filistînî hatine qetilkirin û 263 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 18’ê Adara îsal ve hejmara kuştiyan bû 634 û ya birîndaran jî gihaşt hezar û 172’yan.
Li gorî daneyên wezaretê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve di encama êrişên Îsraîlê de 49 hezar kes hatine kuştin û 113 hezar û 213 kes jî birîndar bûne.