Dayikên Şemiyê di hefteya 1043'yemîn de hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin û cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin pirsîn û gotin, "Dosyayê di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de binirxînin. Wezîfeya xwe ya lêpirsînê pêk bînin."

Stenbol – Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ku her hefte ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin an jî di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê tên cem hev û daxwaza darizandina kiryaran dikin, di hefteya 1043'yemîn de jî li qada lêgerîna edaletê bûn. Di çalakiya ku parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan piştgirî danê de beşdaran qad bi qurnefîlên di destên xwe de û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya wê heftê de li aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 21'ê Adara 1995'an de hatî windakirin û dûre cenazeyê wî li goristana bêkasn hatî dîtin hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla Îkbal Eren ve hat xwendin. 

‘Lêpirsîneke têr û bi bandor nehatiye kirin’

Îkbal Eren, di daxuyaniyê de behsa serpêhatiya Hasan Ocak kir û got: "Îşkenceyêk giran li Hasan Ocak hat kiri û cenazeyê wî li Goristana Bê Kesan Altinşehîrê hat dîtin. Ji ber ku malbatê bi rêyên hiqûqî yên navxweyî encam negirt, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di sala 2004'an de DMME'yê Tirkiye mehkûm kir û biryar da ku der barê windakirin û mirina Hasan Ocak de lêpirsîneke têr û bi bandor nehatiye kirin. Di 30'yemîn salvegera windakirin û qetilkirina wî de em careke din bang li rayedarên darazê dikin. Li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin. Dozê weke sûcê mirovahiyê binirxînin. Wezîfeya xwe bikin ku lêpirsîn û dadgeriyeke bi bandor bimeşînin." 

‘30 sal in li vir her ku diçe birînên me xwîn dibe’

Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak, piştî daxuyaniyê wiha axivî: "Dayika min ji min xwest ku ez silavên xwe ragihînim. Wê pir hez dikir ku bihata vir. Lê rawestana li ber bariyeran û nehiştina li ber peykerê ji bo dayika min xemgîniyek mezin e. Hê jî ji me re dibêje, 'Ev deh sal in ku hûn li meydanê ne, me wisa emanetê we nekiribû.' Em li vir in ji bo ku em 30 salên xwe vebêjin. Em ê çawa 30 salên xwe bibêjin? 30 sal in li vir her ku diçe birînên me xwîn dibe."

Çalakî bi qurnefîlên li qadê hatin hiştin bi dawî bû.