Ji Tora Piştevaniya Penaber û Koçberan Yildiz Onen: Divê destek bidin aştiyê

Ji Tora Piştevaniya Penaber û Koçberan Yildiz Onen, balkişand ser pêvajoya ku li Tirkiyê di hêla çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye pêşxistin û peymana li Sûriyeyê, got ku pêwîst e hewldanên li Tirkiyê ji bo koçberan tên kirin jî, bên destekkirin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Pêşketinên aborî û polîtîk ên li dinyayê çêdibin, dibin sedema mezinbûna pêlên koçberiyê jî. Ev pêla koçberiyê li erdnîgariyên cuda, hem nîşan dide ku mirov çawa ji bo domandina jiyana xwe di nav têkoşînek de ne û hem jî civak ji bo vê guhertinê çiqas ahengî nîşan dide. Bi taybetî şer û pevçûn, mirovan neçarî koçberiyê dikin. Ev jî bi xwe re pirsgirêk û qeyranên aborî yên wekî din tînin.

Li gor “Rapora Koçberiya Dinyayê ya Sala 2024’an” a Rêxistina Koçberiya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî,  li tevahiya dinyayê herî kêm 281 milyon koçberên navnetewî hene û herî kêm 117 milyon kes ji cîh û warên xwe hatine kirin. Dema ku em li dinyayê dinhêrin, pêvajoyên bi pevçûn ên li Rojhilata Navîn jî wek aliyê herî bi êş ê qeyrana mirovî ya îro tên pênasekirin. Mirov di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest didin, rastî êrîşan tên, li cîhên ku dighên jî, di mercên herî giran de ji mafên mirovan ên herî bingehîn bêpar dimînin, hewl didin dîsa jî bi awayek jiyana xwe bidomînin. Jin û keçik jî, rastî tiştên herî giran tên.

Rastgirî û nijadperestiya li Ewropayê zêde bûye

Yên ku berê xwe dane Ewropayê jî, bi rastgirî û dijberiya koçberiyê ya her diçe zêde dibe re rûbirû ne. Bi rastî, bi siyaseta nijadperest ên bi taybetî di salên dawî de li tevahiya dinyayê serdest bûne re, polîtîkayên koçberiyê her tim diguherin. Di van polîtîkayên ku ji aliyê siyasetê ve tên dîzaynkirin de koçber, mîna koleyên bê parastin û ji hemû mafên xwe bê par tên dîtin. Lêgerîna Ewropayê ya ‘pergala nû’, bi rêveberiya Trump a li Emrîkayê re, meseleya koçberiyê dibe rojev û polîtîkayek bikêr hatî.

Rewşa li Tirkiyê

Li Tirkiyê jî ji şerê ku li Sûriyeyê di sala 2011’an de destpê kir heta niha, meseleya koçberiyê yek ji rojevên herî girîng e. Li welêt parastinek yasayî ya têkildarî Sûriyeyiyan tuneye. Lê hinek ji wan di statuya parastina demborî de ne. Hejmara wan jî nêzî 3 milyon e. Li aliyê din hejmara koçberên ku Sûriyeyî jî di nav de ne, wek 5 milyon tê bilêvkirin. Li Tirkiyê derbarê koçberan de ji jiyana xebatê heta perwerdê, ji tenduristiyê heta hilbijartinê gelek xebat tên meşandin. Û hê jî pirsgirêkên di bin van hemû serdanan de, gelek pirsên ku divê bên berivandin nîşan didin.

Mînakên di salên dawî de

Li Tirkiyê parastinek yasayî ya koçberan tunebe, ev tê wateya ku rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Ji aliyek ve ev tişt standarta jiyana mirovan dixîne, ji aliyê din ve jî li welêt nijadperestî her ku diçe zêde dibe. Li gor Tora Piştevaniya Penaber û Koçberan; di nav salek dawî de li hember koçberan gelek êrîş hatin kirin:

“Li Dîlokê zarokê Sûriyeyî yê bi navê Ahmed di 12’ê Çileyê de rastî lêdanek dijwar hat. Destdirêjiya zayendî lê hat kirin, gotin êdî jiyana xwe ji dest da û ew avêtin kêleka rê. Kesên ku di wê rê de derbas dibûn, ew rakirin nexweşxaneyê. Rewşa wî giran bû. Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de dîsa hat bijartin, pêkanînên xwe yên nijadperest zêdetir kir. Gelek şaredarên ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de hatin bijartin, pêkanînên nû yên nijadperest dan destpêkirin. Di 30’ê Hezîranê de li Taxa Danışmentgazî ya Qeyseriyê îdîaya wek zarokek 6 salî rastî destdirêjiyê hatiye, ji aliyê nijadperestan ve hat bikaranîn û pêlek nefretê ya li hember Sûriyeyiyan hat destpêkirin. Nijadperestan êrîşî mal, kargeh û erebeyên Sûriyeyiyên li taxên xwe kirin. Paşê piştî du rojan li Hatay, Dîlok, Konya, Riha û gelek bajarên din, dîmenên bi vî rengî derketin holê. Piştî êrîşan 150 malbatên Sûriyeyî yên mexdûr bûn, bi awayek ne yasayî hatin dersînorkirin. Di 2’yê Tîrmehê de li navçeya Serîk a Antalyayê nîvê şevê avêtin ser mala ciwanê 17 salî yê Sûriyeyî ku navê wî Ahmet Elhamdan bû, bi kêran ew kuştin. Li navçeya Înegola Bursayê zarokê 16 salî yê bi navê E.G, ciwanê 23 salî yê Sûriyeyî Hanî Kasim da ber kêran. Hanî Kasim rakirin nexweşxanê, lê di 2’yê Îlonê de mir. Di 21’ê Îlonê de li parkek lîstikê ya zarokan a li Gazîosmanpaşaya Stenbolê, zarokê 15 salî yê Sûriyeyî Abdullatîf Davvara dema bi hevalên xwe re dileyîst, rastî êrîşa du kesên ruyê wan maskekirî hat û jiyana xwe ji dest da. Li Esenyurta Stenbolê komek ciwanên nijadperest, zarokek ker û lal ê 10 salî ku ew jî Sûriyeyî bû desteser kirin, bi qabloyê îşkence lê kirin û paşê hewl dan ku guhê wî bi penseye jêkin.”

Çima 21’ê Adarê?

Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di 26’ê Cotmeha sala 1966’an de biryarek da û got ku 21’ê Adarê wek Roja Jiholêrakirina Cudaxwaziya Nijadî ya Navnetewî hatiye îlankirin. Sedema bijartina vê rojê; di 21’ê Adara sala 1960’î de li bajarê Sharpeville yê Afrîkaya Başûr li hember ‘apartheid’ yanê ‘yasayên derbasbûnê’ çalakiyek protestoyî ya aştiyane hat lidarxistin. Polîsan girse gulebaran kirin. 69 kes hatin kuştin. Di sala 1966'an de ev roj wek sembola bidawîkirina polîtîkaya apartheidê roja têkoşînê hat aşkerakirin. Desteya Giştî bi vê biryarê re bang li civaka navnetewî kir ku hewldanên ji bo jiholêrakirina cudaxwaziya bi her awayî, du qatîn zêde bikin.

Em li ser hemû tiştên ku hatine jiyîn û tabloya li Tirkiyê, bi endama Tora Piştevaniya Penaberên Koçber Yildiz Onen re axivîn.

‘Li Tirkiyê nijadperestî nû destpê nekiriye’

Yildiz Onen, diyar kir ku li Tirkiyê nijadperestî ferasetek ku nû destpê kiriye nîne û wiha got: “Em bi taybetî jî gava bi penaberên Sûriyeyî re dixebitin, neçar dimînin vê yekê tim bînin ziman. Li Tirkiyê nijadperestî bi hatina Sûriyeyiyan a di sala 2013’an de destpê nekir. Berê jî li hember nemislimanan, Elewiyan, Kurdan, Çerkezan û bi rastî li hember gelek milet û baweriyên olî nijadperestiyek ku gelek caran gihîştiye asta komkujiyê heye li Tirkiyê. Lê ji sala 2013’an ve piştî hatina Sûriyeyiyan ev êrîş zêde bûn. Herî dawî di sala 2024’an de Wezareta Karên Hundir daxuyaniyek dabû. Gotibû ku derdora 2 milyon û 800 hezarî de koçberên Sûriyeyî hene. Lê ne tenê Sûriyeyî, behsa nifûsek koçber a 4 an jî 5 milyon tê kirin. Ev, hejmara koçberên ku niha li Tirkiyê re ye. Li gor daxuyaniyek nû ya ku hat dayîn, di nav çend salên dawî de nêzî milyonek mirov vegeriyane Sûriyeyê.”

‘Nijadperestiyê berê xwe daye Sûriyeyiyan’

Yildiz Onen da zanîn ku bi hatina Sûriyeyiyan a Tirkiyê re nijadperestî pêl bi pêl zêde bûye. Yildiz destnîşan kir ku li tevahiya dinyayê meylek wiha heye û wiha berdewam kir: “Bi ser de îro ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya dinyayê niha nijadperestiyek pir mezin heye. Piştî ku Trump cara duyemîn bû Serokê Emrîkayê, ev hinek din jî li Ewropayê belav bû. Nêzî mehek beriya niha li Munîhê partiyên rastgiriya zêde dikin û partiyên  faşîst gihîştin hevdû. Çawa ku Trump dibêje ‘Ezê Amerîkayê mezin bikim’, serokên van partiyên rastgiriya zêde dikin jî, ji xwe re slogana ‘Emê Ewropayê mezin bikin’ ji xwe re bijartine. Ev rêberên li Ewropayê ku rastgir û faşîst in, dixwazin ku Emrîka û Ewropayê ji koçberan û nijada safî paqij bikin. Ev hevok, Hîtler û Mussolînî yên salên 1930’î tînin bîra me. Mixabin ev siyaset li Tirkiyê jî şewqa xwe nîşan dide. Yanê beriya 2013’an li hemberî Kurdan, Elewiyan, nêzikatiyên nijadperest hatibûn nîşandan. Niha jî berê van nêzikatiyan dane ser Sûriyeyiyan û hemû koçberan.”

‘Rewş ne baş e’

Yildiz destnîşan kir ku di daxuyaniyên çapemeniyê de jî, nêzikatiyên nijadperest û encamên bûyerên ku mirin çêbûne, parve dikin. Yildiz Onen, da zanîn ku ji bilî teşebusên lînckirinê bi taybetî li navendê vegerandinê şertên dermirovî hene û wiha got: “Di bin navê ‘vegera bi dildarî’ de ji 500 hezarî zêdetir Sûriyeyî di nav çend salên dawî de şandin Sûriyeyê. Lewma van rojan encamên têkildarî koçberên li Tirkiyê qet ne baş in. Mixabin me ji hikûmetê jî helwestek zelal nedît.”

‘Sûriye hê jî welatek bi ewle nîne’

Yildiz bi bîr xist ku piştî ketina rêveberiya Esad û avakirina hikûmetek nû ya li Sûriyeyê, kampanyaya ‘Sûriyeyî vedigerin’ hatiye destpêkirin û ev nirxandin kirin: “Wê gavê jî me daxuyaniyek dabû çapemeniyê û gotibû ku tiştên bi vî rengî tên gotin, ji bo Sûriyeyiyan xeter e. ji ber ku her çiqas Esad têk çûbe jî, hê Sûriye welatek ku di nav ewlehiyê di bijî, nîne. Îsraîl her tim bombe dike. Li hember Elewiyan komkujî pêk tên. Li gor çavkaniyên mafên mirovan ên Sûriyeyê, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji hezar û 600’î derbas bûye. Welatek ku bi ewle nebe, jixwe jî vegera li wî welatî nabe. Li vir siyasetmedar roleke girîng dilîzin.”

‘Siyasetmedar rolek bi bandor dikin’

Yildiz diyar kir ku bi esasî di sala 2019’an de nijadperestî zêde bûye, hilbijartin û rewşeke ku bi gotinên di hilbijartinê de teşe girtine, derketiye holê. Yildiz wiha got: “Li Tirkiyê hewl dan ku bêjin sedema hemû pirsgirêkên neyînî tenê koçber in. Her wekî zêdebûna kirê ji rûyê koçberan de, bêkarî ji rûyê koçberan de, binketina di xizmetên tenduristî û perwerdê de ji rûyê koçberan de, propagandayek meşandin û koçber kirin gunehbar. Berê jî Kurd, Elewî û kêmnetewên din wek gunehbar dihatin nîşandan. Li vir pêwîst e em destnîşan bikin ku rola siyasetmedaran a di vir de, bandorê dike. Ev şewqa xwe nade ferdan, lê hûn 24 saetan di televîzyonan de bêjin ‘berpirsyarên hemû van tiştan koçber in’, mirov jî bêhemdî piştî demeke heman tiştan dûbare dikin.”

Yildiz Onen, li ser rola bandora medyayê jî rawestiya û wiha got: “Di çapemeniya alîgir de her tim her wekî Sûriyeyî sûc dikin an jî bi sernavên wekî ‘Çima venagerin Sûriyeyê’ dibêjin ‘divê vegerin lê venagerin’ parvekirin çêdibin. Bi van parvekirinan, ew wek sûcdar tên nîşandan. Lewma jî bandorek gelek neyînî li ser pêvajoyê tê kirin.”

‘Pêvajo bi encam bibe ewê vegerin Sûriyeyê’

Yildiz Onen, diyar kir ku dîsa jî ew dixwaze aliyê tijî yê îskanê bibîne û wiha got: “Ger ku pêvajoya li Sûriyeyê bi awayek erênî bi encam bibe, operasyonên leşkerî yên ku em niha behsa wan dikin bidawî bibin, ev der bibe cîhekî bi ewle, jixwe jî di serî de Sûriyeyî, gelek koçber dê vegerin welatê xwe. Jixwe Sûriyeyî gelek caran jî vê yekê tînin ziman.”

Yildiz Onen balkişand ser gotinên têkildarî aştiyê yên li Tirkiyê ji Cotmehê ve ye tên gotin û peymana li Sûriyeyê hat mohrkirin jî. Yildiz Onen, diyar kir ku bi saya vê pêvajoyê Sûriyeyî dê bikaribin bi awayek azad û bi ewle vegerin welatê xwe û wiha pê de çû: “Li Tirkiyêki nijadperestiya li hember Sûriyeyiyan û koçberên din, mixabin siyaset bi xwe ye. lewma jî li dinyayek ku serokên rastgir lê serdest in, mixabin tu koçberek jî li welatên ku lê dijîn, xwe di nav ewlehiyê de hîs nakin.”

‘Li gor min divê destekê bidin pêvajoyê’

Yildiz Onen got ku “Yek ji sedemên herî girîng ên li Tirkiyê nijadperestiyê mezin kirine, nedayîna mafên Kurdan bû. Kurd wek miletek nehatin nasîn û rastî zextan dihatin. Sedem jî ev bû. Bê bîra we, ciwanek Kurd li rawestgeha otobûsê ji ber ku stranên bi Kurdî guhdarî kir, rastî êrîşê hatibû. Ev dîrokek pir dûr jî nînbû. Di salên 1980’yî û 90’î de em li Tirkiyê rastî bûyerên zêdetir ên bi vî rengî dihatin. Di vê pêvajoya aştiyê de tiştê herî girîng, paşvebirina nijadperestiyê ye, ev jî dê dê nijadperestiya li hember koçberan jî paşve bixe. Lewma jî ewê gavek gelek girîng be. Hatina aştiyê ya Rojhilata Navîn jî dê bibe sedem ku mirov hem bikaribin xwe bi awayek azadtir bînin ziman û hem ji vegerin welatên xwe. Em ji bîr nekin ku Kurd, Tirk, Ereb, Elewî, Sunî, em hemû bi hev re, ev bi sedan sal in li ser heman axan dijîn. Lewma çek bên danîn, dê ji aliyê dewletan ve rêya jiyana gelan a di nav biratiyê de, derfetek mezin derkeve holê. Lewma jî li gor min hem divê destek ji bo pêvajoya li vir, hem jî pêvajoya li Sûriyeyê bê dayîn. Ji Cotmehê vir de li Tirkiyê pêvajoyek aştiyê tê meşandin. Li gor me ev pêvajoya aştiyê dê ji bo jiyana azad û hevpar a aştiyane, derfetan ava bike.”