Nûjiyan Erhan li ser gora xwe hate bibîr anîn

Nûjiyan Erhan di salvegera şehadeta xwe ya 9’emîn de li ser gora xwe hate bi bîr anîn.

Şengal – Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişa çekdarên PDK’ê de birîndar bibû û piştî 19 rojan jiyana xwe jidest dabû, li ser gora xwe hate bibîr anîn. Şehîd Nûjiyan di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ya li çiyayê Şengalê, ji aliyê rojnamevanên Şengalê û endamên TAJÊ’ê ve hate bibîr anîn.  Şopdarên xeta Nûjiyan û dayîkên Şengalî gul birin ser gora Nûjiyan Erhan û bi daxuyaniyekê ew bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de axaftin ji aliyê Rojnamevan Bêrîvan Çiya û dayika Şehîd Tîrêj  dayê Berfê ve axaftin hate kirin. Di axaftinê de soza şopandina riya heqîqet û rastiyê, riya Nûjiyan hate dayîn.

‘Nûjiyan di dilê her kesî de ye’

Endama Ragihandina Jinên Êzidî Bêrîvan Çiya, Nûjiyan Erhan bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Nûjiyan ji bo ku rastî û êşa civaka me bide diyar kirin mirin da ber çavên xwe û hate Şengal. Nûjiyan kedek mezin da di Şengalê de. Yek ji xwestekên wê ew bû ku ragihandina azad di Şengal de bide ava kirin. îroj em jî weke rojnemevanên Jin me xwesteka wê pêk aniye û weke jinên ciwan em karê ragihandinê birêve dibin. Şehîd Nûjiyan her çîrokek ku dikşand bi wan hîs dikir û hêz dida wan. Bi jin û zarokan re heval bû. pêşengek bû ji bo jinên Êzidî. Nûjiyan xwe di dilê her kesekî de girt û her kesekî ku wê nas dikir ew jibîr nekirine.

‘Bi dehan Şopdarên Nûjiyan di Şengal de hene’

Bêrîvan Çiya da zanîn ku bi dehan keçên ciwan îroj li ser şopa nûjiyan kar dikin û wiha got: “Pir malbatên ku Şehîd Nûjiyan nas dikirin navê Zarokên xwe kirin Nûjiyan, bi dehan Nûjiyan di Şengal de hene. Nûjiyan di demekê de ku rastiya dijman ya qirêj bi cîhanê re parvedikir hate hedef girtin û şehîd kirin. her kes dizane ku dijminê me ji deng û hêza jin ditrse. Nûjiyan Şehîd bû lê îroj bi dehan şopdarên Nûjiyan hene û pênûs û kamîra wê li erdê nehiştine. Bi şehîdên xwe em dêşin lê em deh qatê wê jî hêz digrin û tekoşîn dikin. em şopdarên Nûjyanin. Carek din em sersaxiyê ji malbata Şehîd Nûjiyan re dixwazin.”

‘Nûjiyan keça me bû’

Paşê endama TAJÊ Berfê Eliyas axivî, da zanîn ku ewê her dem nûjiyan di dilê xwe de bidin jiyan kirin û wiha got: “Di kesayeta Nûjiyan de em hemû Şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza şopandina riya wan didin. Şehîd Nûjiyan keça me bû û ji axa me bû. keça her malek û dayikekî êzidî bû. her sal em wê bibîr tînin û merasîma wê çêdikin. Serê malbatê saxbe serê rêhevalên wê yên rojnemevan saxbe. Şehîd namirin.

‘Nûjiyan hêviya di dilê me de bû’

Ferîde Şengalî yek ji jinên ciwan ku ji nêz ve şehîd Nûjiyan dîtibû û pêre mabû da zanîn ku Nûjiyan hêviyek bû ji bo wan û wiha got: “Îroj salvegera şehîd Nûjiyane, şehîd nûjiyan bû hêviyek û kete dilê her şingaliyekî de. Şehîd nûjiyan di dema fermanê de berê xwe da Şengalê û xwest ku rastiya fermanê, jinên êş kişandî bi cîhanê bide diyar kirin. lê dijminê me bi fermana ku anîn serê civaka me hêviyên xwe pêk nanîn. Wan dixwest ku civaka Êzidî ji kokê de qir bikin. lê gerîlayan ji çiyayê azad berê xwe dan me û civaka me rizgar kirin. li gel wê jî rojnemevan jî berê xwe dan vir û rewşa şengal bi cîhanê dan dîtin. bê guman piştî wê jî civaka me hêza xwe ava kir û DAIŞ şikandin, di oxira şengalê de bi dehan şehîdên me çêbûn. PDK’ê bi siyaseta xwe ya qirkirina Êzidiyan careke din êrîşî civaka me kir û bi navê pêşmergên roj, ku di koka xwe de dewleta Tirke,  DAIŞ û xiyanetkar bûn êrîş kirin.”

‘Nûjiyan dengê Şengal bû’

Ferîde Şengalî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku pêşmergeyên Roj bi zanebûn Nûjiyan kirin hedefa êrîşên xwe û wiha got: “Dema ku pêşmergeyan êrîş kir 9 hevalên me şehîd bûn, piştî wê meşek mezin çêbû û her kes berê xwe da alana berxwedanê. Ji ber ku daxwaza civaka me ew bû ku pêşmerge ji ser axa me biçin ji bo ku em aram bijîn. Ji bo ku rastiya wê helwestê bi cîhanê neyê naskirin pêşmergeyan Nûjiyan hedef girtin û şehîd xistin. Di heman demê de endama TAJÊ nazê jî kirin hedef û şehîd kirin. pêşmergeyan ne dixwest ku hebûna wan ya xeternak li ser Şengal û baweriya me ji aliyê her kesî ve bê naskirin. Ji bo wê jî kesê yekem ku hate hedef girtin di wê rojê de Rojnemavan Nûjiyan bû.”

‘Nûjiyan Sitêrka Şengalê ye’

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ewê tucarî Nûjiyanê jibîr nekin û wiha got: “Rojnemevan pêşengên rastiyê û tekoşînê ne. Em bi şehadeta Nûjiyan gelekî êşiyan. Dibe ku ev salvegera wê ya 8’emîne lê çendîn sal jî derbas bibin wê her dem di dil û mejiyê me de bijî û emê wê bibîr bînin. Kedek wê ya mezin li vir hebû emê jî her dem wê bi bîr bînin. Nûjiyan keçeke Êzidî û Şengalî em hesab dikin. îroj bi dehan keçên ciwan li ser Xeta Nûjiyan kar û xebat dikin û tekoşîn û berxwedana Şengaliyan bi cîhanê didin naskirin. Emê jî her dem piştevaniya jinên rojnamevan bin. wê nûjiyan her dem sitêrka çirsandî ya li ezmanê Şengalê be.”