Jinên Sûriyeyî: Peyman ji bo ji nû ve yekbûna welat gavek e girîng e

Jinên li Şamê dijîn, diyar kirin ku peymana di navbera QSD’ê û rêveberiya demkî ya HTŞ’ê de hatiye îmzekirin, ji bo pêşeroja welat dê riyeke baştir be û bal kişandin ku divê peyman bi zelalî û mekanîzmayan bikeve meriyetê.

RAMA HALAF 

Şam – Peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya  Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) de ji bo yekbûna Sûriyeyê û bidawîbûna pevçûnan weke gaveke girîng tê nirxandin.

Gelê Sûriyeyê, peymanê ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê gaveke girîng dibîne, difikire ku ji bo avakirina îstîqrara ewlehî û leşkeriyê derfetan çêbike û bibe riya çareseriyên berfirehtir. 19’ê Adarê QSD û komîteya demkî ya hikumetê hatin ba hev, li ser hûrgiliyên peymanê û mekanîzmayên xebatê yên hikumetê axivîn. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku divê li Sûriyeyê hevgirtî li derve neyên hiştin, di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de û nivîsandina makezagonê de xwedî rol bin. Yek ji mijarên ku li ser hat axaftin jî ew bû ku li tevahiya axa Sûriyeyê agirbest çêbibe.

‘Peymaneke dîrokî ye û hêviyê dide’

Rêvan El-Agur a li Şamê dijî diyar kir ku peymanê li ser gelê Sûriyeyê bandoreke mezin çêkiriye. Rêvan diyar kir ku demek dirêj bû li benda gavekî wiha bûne got ku gel bi vê pêşketinê pir kêfxweş bûye û wiha domand: “Ev peyman ji bo welat pêşketineke dîrokî ye û hêvî dikim di warê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de bandorên baş çêbike lê ji bo vê yekê divê peyman zelal be û bi mekanîzmayên ku dikarin pêk werin bikeve meriyetê.”

Ji bo yekitiya neteweyî gaveke girîng e

Meram Îsa ya li Şamê dijî jî diyar kir ku peyman ji bo perçebûna ku bi salan e didome gaveke girîng e. Meram Îsa diyar kir ku peyman dê rê veke ku gelên Sûriyeyî careke din werin ba hev û wiha domand: "Bêguman, vê peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî de hatiye îmzekirin me pir bextewar kir. Vê gavê me anî ba hev û dê pêşî li jidestçûna dewlemendiyên welatê me bigre.”

Meram Îsa, bal kişand ku dê ev peyman bi taybetî li ser jiyana rojane bandorên erênî çêbike, li cihê prosedurên tevlihev ên berê, derfeta bi awayê azad tevgera mirovan ava bibe û bal kişand ku ev pêşketin dê têkiliyên civakî û aborî li herêmên cuda yên Sûriyeyê bihêztir bike û bibe destek ji bo yekbûna welat.

Tevî zoriyan jî ev peyman hêviyê dide

Her çendî ev pêşketin bi erênî were pêşwazîkirin jî di warê pêkanîna peymanê de gelek zorî û zehmetî hene. Peyman, ji bo careke din yekbûna Sûriyeyê û avakirina îstîqrara ewlehî û leşkerî gaveke girîng e. Tevî pirsgirêkên ku di dema pêkanînê de derkevin jî ev gav ji bo welat bûye hêvî. Gelên Sûriyeyê hêvî dikin ku vê peymanê bibe destek ji bo avakirina welat û rewşeke bi îstîqrar çêbibe.

Dema ku peyman bikeve meriyetê dê hêviyên nû ji bo pêşeroja Sûriyeyê çêbibin lê girêdana aliyan a bi vê pêvajoyê re û serkeftina di pêvajoya pêkanînê de dê çarenûsa welat diyar bike.