‘Koçberkirina Filîstîniyan ji axa wan sûceke hiqûqî ye’
Berxwedana gelê Filistînê ya li dijî polîtîkaya birçîhiştinê ku hêzên Îsraîlê dimeşînin, tevî êrîşan bi mayîna li axa xwe didome. Aktivîsta mafên mirovan Vîsam Azzam got: “Koçberkirina Filîstîniyan ji axa wan sûceke hiqûqî ye.”

REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Serokê DYA’yê Donald Trump piştî ku diyar kir ji bo avakirina Xezayê plana Misirê pejirandine û niyeta wî tune ye gelê herêmê bi zorê bide koçberkirin, ji aliyê hinek saziyên biyanî yên medyayê ve agahiyên ku alîgirên Emerîka û Îsraîlê bi Somalî, Sûdan û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re têkiliyên şexsî danîne ketin rojevê. Tê îdiakirin ku ev têkilî ji bo bi zorê bicihkirina Filistîniyan li wan herêman e.
‘Filistînî gelek girêdayî axa xwe ne û tu tişt nikare vê têkiliyê bibire’
Van planên veşartî û komployên koçberkirinê, gele Xezayê yê di bin dorpêçê de, bi pêşerojeke nediyar re rûbirû dihêle. Filistînî diyar dikin ku ew ê tu carî koçber nebin û balê dikşînin ser girêdana bi axa xwe re. Tevî teşwîqa hêzên Îsraîlê û krîzên mirovî û aborî yên li ser wan ferz dike jî Filistînî bi biryar in dest ji axa pîr û kalên xwe bernedin.
Aktivîsta mafên mirovan Vîsam Azzam, diyar dike ku koçberkirina Filistîniyan ji Xezayê, tenê meseleya guhertina erdnîgariyê nîn e û da zanîn ku gelê Filistînê pir girêdayî axa xwe ye, bi desteyek dolar û soza jiyana baştir dê nikaribin têkiliya wan bibirin. Azzam got ku planên wiha bi darê zorê, li dijî hiqûqa navneteweyî ye û divê weke sûcê şer were dîtin.
‘Koçberkirina bi darê zorê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye’
Vîsam Azzam wiha axivî: “Li gorî hiqûqa navneteweyî, planên wiha koçberkirina bi darê zorê, di dîroka 1949’an de Peymana Cenevreyê ya 4’an binpê dike. Vê peymanê derxistina mirovan bi zorê ji axa di bin dagirkeriyê de û qetilkirina wan qedexe dike. Her wiha dijberî Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û benda 132 ya Medenî û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e. Van belgeyan maf dide kes dema bixwaze terka welatê xwe bike û dema bixwaze vegere dixin bin temînatê.”
Vîsam Azzam, her wiha bal kişand ser biryarên NY’ê yên bi hejmara 194 û 242 û Peymana Penaberan a 1951’ê û got: “Li gorî van biryaran divê ku Îsraîl ji axên di sala 1967’an de bi şer dagir kiriye derkeve lê Azzam diyar dike ku ji ber hêzên mezin mafê xwe yê vetokirinê bi kar anîne, li pêşiya pêkanîna van biryaran astengî çêbûye.”
Vîsam Azzam, got ku divê li dijî planên koçberkirina bi zorê yên Îsraîlê, di qada navneteweyî de hewldanên hiqûqî û siyasî çêbibin û balê dikşîne ku divê serlêdan ji bo Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were kirin. Vîsam Azzamgot: “Ligel vê divê ji bo ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê biryarek were derxistin zexta dîplomatîk were kirin.”
‘Rola welatên Ereb di vê pêvajoyê de girîng e’
Vîsam Azzam, diyar dike ku divê ev gav tenê bi hewldanên hiqûqî re bi sînor nemînin, sûcên ku hêzên Îsraîlê li Xezayê kirine werin belgekirin û pêşkêşî raya giştî ya navneteweyî werin kirin. Vîsam Azzam wiha domand: “Divê ji bo vê yekê li welatên Ereb û biyanî xwepêşandanên berfireh ên bêîtîetiya sivîl werin destpêkirin. Rola welatên Ereb û biyanî di vê pêvajoyê de girîng e. Bi taybetî Misir û Urdun dikarin bi desteka siyasî, dîplomatîk û madî ya ji bo Filistîniyan, pêşî li planên koçberkirinê bigrin. Bi vê destekê dê zextên aborî yên li ser Filistîniyan kêm bike û bi xwe re pêvajoyên hiqûqî yên li dijî Îsraîlê bîne. Her wiha ji bo projeyên binesaziyê li Xezayê werin destpêkirin, avakirina herêmên hatine rûxandin, desteka fînansî were dayîn, bala raya giştî ya navneteweyî bikşînin ser vê mijarê.”
‘Pêşîgirtina sewqiyata çekên giran ji bo Îsraîlê ji bo domandina berxwedanê girîng e’
Vîsam Azzam, da zanîn ku boykotkirina Îsraîlê di warê navneteweyî de yek ji rêbazên bi bandor e liji bo astengkirina planên koçberkirina bi darê zorê û got: “Ev boykot; divê di warê siyasî, aborî û dîplomatîk de were kirin. Bi taybetî pêşîgirtina li sewqiyata çekên giran ên ji bo Îsraîlê, ji bo berdewamkirina berxwedan li Xezayê gelek girîng e. Divê êrîşên Îsraîlê yên li bakur li ser bajarên Beyt Lahiya, Cibaliya û Beyt Henûnê çêdibin, di raya giştî ya navneteweyî werin dîtin û rastî bertekan werin. Di demek ku gelê Filistînê tevî van mercên zor jî girêdana xwe ya bi axê re diparêze de divê civakên navneteweyî li dijî van planên koçberkirinê bikevin tevgerê.”