Tûnis di xizmeta tenduristiya zayendî û zêdebûnê de paş dikeve

Seroka Koma Beşîr Tuhayda Hadiye Belhac diyar kir ku Tûnis di xizmeta tenduristiya zayendî û zêdebûnê de paşketinek mezin dijî û bal kişand ser bandora wê ya neyînî ya li ser ciwan û jinan.

NEZÎHE BUSEÎDÎ

Tûnis – Seroka Koma Beşîr Tuhayda Hadiye Belhac diyar kir ku biryargirtina jinek ji bo kurtajê gelek zor e û ev jî hinek caran ji bo pêşîlêgirtina welidînên astengdar û parastina teduristiya dayîk û encamên neyênî yên ku çêbibin asteng bikin pêwîstiyek e.

Seroka Koma Beşîr Tuhayda Hadiye Belhac anî ziman ji ber kêmbûna di xizmetên pêwîst de û der barê zehmetkirina xwegihandina tenduristiya zayendî û zêdebûnê de, di raporek ku ji aliyê civaka sivîl ve hat amadekirin de hatiye destgirtin. Hadiye Belhac da zanîn ku ev rapor di navbera rojên 10-21’ê Adarê de di civîneke Koordînasyona Jinan a NY’ê de hatiye lidarxistin de hatiyee pêşkêşkirin û hedef dikir ku plana çalakiya Pekînê asta wê ya pêkanînê binirxîne û wiha got: “Mafên jinan û di majara der barê jiyana wan de, tenduristiya zayendî û zêdebûnê jî di nav de, bi awayekî azadane biryar bidin digre nava xwe û ev maf bê cudahî û tundî divê bikeve ewlehiyê. Komîteya jiholêrakirina cudahiya li dijî jinan pêşniyara giştî ya No 24’an de divê dewlet pêşî bidin pêşîlêgirtina ducaniyên ku nayên xwestin, plankirina malbatê û teşwîqkirina perwerdeya zayendî.”

‘Xizmet bi awayek berbiçav kêm bûne’

Hadiye Belhac da zanîn ku koma Beşîr a Tuheyda, bi hevkariya bazarrên civakê û saziyên civaka sivîl ji bo jin û ciwanan hewl dide xizmeta tenduristiyê ya başkirina zayendî û zêdebûnê bide û ev tişt got: “Ev hevkarî weke di demên berê de ne ewqas bi bandor e û li gorî salên borî xizmet bi awayekî berbiçav bi paş ketiye. Tenduristiya zayendî û zêdebûnê, bûye mijareke ku her diçe di plana duyemîn de were dîtin û bandora wê ya neyînî li ser jin û civakê tên paşguhkirin. Li gorî lêkolînek ku di sala 2012’an de hatiye kirin, jinên zewicî yên Tûnisê ji sedî 62 rêbazên kontrolkirina welidînê bi kar tînin. Lê belê ev rêje di sala 2018’an de kêm bûye û niha heta ji sedî 50 bi paş ketiye. Ev tê wê wateyê ku jinên zewicî yên Tûnisê û jinên ku hevalên wan hene nîvê wan kontrolkirina welidînê bi kar naynin.” 

‘Divê xizmetên pêwîst werin dayîn’

Hadiye Belhac der barê xwegihandina mafê kurtaja bi ewle de ev tişt got: “Li Tûnisê kurtaj zagonî ye û heta hefteya 14’an a ducaniyê, jin dikarin kurtaj bibin. Lê belê dema jin serlêdana navendên tenduristiyê dikin, piranî zorî li wan tê kirin ku fikrên xwe biguherînin, ber bi testên ne pêwîst ên tibî ve dibin yan jî piştî 10 hefteyan îdia dikin ku wê bi derman kurtaj bikin, xizmet tê redkirin. Hema bibêje heta 14 hefteyan bi derman kurtaj mimkun e. Ev cureyên astengiyan, jinan di bin zexta psîkolojîk de digrin û biryardayîna wan zor dike, jin dema serlêdana nevandên tenduristiya zêdebûnê dikin, xizmetên pêwîst nagirin. Biryara kurtajê ji bo jinan gelek zor e û hinek caran ji bo pêşî li welidîna astengdar bigrin, parastina tenduristiya dayikê û pêşî li pirsgirêkên tenduristiyê bigre pêwîstiyek e. Di heman demê de mirina dayîkan ji sedî sed di welidînê de divê bikeve bin 17’an de lê belê ji ber nebûna îstatîstîkên fermî texmîn di navbera 35 û 45’an de tê guhertin. Ji ber vê yekê tîm personelên ku xizmeta tenduristiya zêdebûnê bidin perwerde dikir divê xizmetên pêwîst were dayîn.”

‘Ciwan ne xwedî agahiyên baş in’

Hadiye Belhac îfadekir ku ji sala 2008’an heta niha derbarê mirinên dayîkan li Tûnisê lêkolînek nehatiye kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê Koma Beşîr Tuhayda ji bo pêşxistina stratejiyên parastina tenduristiya zarok û dayîkê daxwaza pêkanîna nîşaneyên heyî bike dike. Di sala 2022’an de di lêkolîneke bi hevkariya Ofîsa Nifus û Malbata Meteweyî ya Tûnisê, li 8 wîlayetên cuda de nirxandina civakî yên zayendî, mijarên têkiliyên di navbera zayend û ciwana de, tenduristiya zayendî û zêdebûnê girt dest. Ev lêkolîn 837 jinên ciwan û mêr beşdar bûn. Ciwanên Tûnis di navbera 18-29 salî de der barê tenduristiya zayendî û zêdebûnê, bedena xwe de ne xwedî agahiyên têrker in. Di heman demê de ji sedî 92 ciwan der barê agahiyên van mijaran de ji platformên medyaya dîjîtal ên weke Facebook agahî girtine.”

‘Divê perwerdekirin bidome’

Hadiye Belhac anî ziman ku ji bo avakirina civakek bi tendurist divê perwerdeya tenduristiya zayendî û zêdebûnê bikeve mufredatên dibistanê û wiha got: “Berê rêbazên kontrola welidînê ciwanan dizanibûn wê çawa bi kar bînin. Bi taybetî beşên gundewar bala xwe dabûn ser tenduristiya dayîkê plana malbatê temelê wê danîne û di 1973’an de di zagona mafên jinan ên kurtajê de sûd tê girtin. Xebatên pêşerojê yên koma Beşîr Tuhayda, bal kişandin ser perwerdeyên başkirina xizmeta tenduristiya zeyendî û guherîna normên civakê û xebatkarên tenduristiyê. Di heman demê de welatên Ereb û Efrîqayê, di navbera herêmên derya spî de ceribandin parve kir û di mijarên tenduristiya zêdebûnê û mafê kurtaja bi ewle de, avakirina hişyariyê û xebatên xwe yên parastinê dê bikin. Herî dawî 186 personelên tenduristiyê bi hevkariya sektorên civakê hatine perwerdekirin û ev hevkarî nû kirin û perwerdeyên pisporiyê divê berdewam bike.”