Jin bi hêviya azadiyê beşdarî Newroza Koye bûn

Jinên beşdarî pîrozbahiya Newroza Koye bûne, anîn ziman ku hêviya wan ji Newroza îsal a ku ji her salê cûdatir û bi coştir e, bidestxistina azadiyê ye.

ŞIYA KOYE

Koye – Li bajarê Koye ya Başûrê Kurdistanê weke hemû bajar û bajarokên herêma Kurdistanê di şeva 20’ê Adarê de agirê Newrozê pêxist û cejna Newrozê pîroz kir. Gelek jin ji bajarên cûda û derveyî welat beşdarî pîrzobahiya Newrozê ya Koye bûn. 

Delal Silwe Îsa ku ji bajarê Hewlêr ji bo beşdarî pîrzobahiya Newrozê bibe hatiye Koye wiha got: “Ez vê Newrozê li hemû gelê Kurd û her çar aliyên Kurdistanê pîroz dikim. Ez di wê hêviyê deme sala were herçar parçeyên Kurdistan bibin yek. Di cejnên Newrozê de hertim jin xwedî rolek girîng in. Her sal hemû jin bi hevre bi cil û bergên Kurdî beşdarî cejna Newrozê dibin.”

Benara Silwe Îsa ku ji welatê Siwêd hatiye beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûye wiha got: “Li Siwêd jî newroz tê pîrozkirin, lê belê li Kurdistanê xweştir e.”

Aye Selah Cebar wiha got: “Bi şanazî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûme. Daxwaza min ewe ku salek din Bakur, Rojava û Rojhilat û Başûr bi hevre agirê Newrozê pê bixin.”

‘Jinên Kurd pêşeng in’

Çalakvan Nema Mikaîl ku xelkê bajarê Koye ye wiha got: “Jinên Kurd hertim pêşeng bûn û niha jî heta astek baş azad bûne û dikarin beşdarî pîrzobahiyan bibin. Lê belê îsal cûda ye ji ber di nava meha pîroz de ne. Li Rojhilatê Kurdistanê ev çend roje cejna Newrozê pîroz dikin. Ez di wê hêviyê deme li her çar aliyên Kurdistanê sala bê pîrozbahiya Newrozê bihevre bê kirin. Ji ber Newroz cejna yekeme û hebûn netewa Kurd e.”