Li Ciwanro digel gef û zextan coşa Newrozê

Gelê Ciwanroyê, tevî ku dewleta Îranê ewqas gef li wan xwar û zext da ser wan jî, Newrozê bi coşek mezin pîroz kir. Jinan diyar kirin ku agirê Newrozê dê bi têkoşîn bidome.

Ciwanro – Dewleta Îranê nehişt ku li Ciwanroyê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin, lewma jî pîrozbahî ancax di 7’ê Nîsanê de pêk hat. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cilûbergên xwe yên netewî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Di destpêka pîrozbahiyê de ji bo bîranîna kesên di raperîna  “Jin, jiyan, Azadî” de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin pêk hat. Piştre, têkildarî pêvajoya dîrokî ya Newrozê pêşkêşî çêbûn. Di pîrozbahiyê de helbest hatin xwendinû bernameyên çandî hatin pêşkêşkirin. Komên erbane û muzîkê stran û muzîkên xwe pêşkêş kirin, agirê Newrozê hat vêxistin û merasîma siwariyê pêk hat. Pîrozbahiyên Newrozê piştî govend û dîlanên li ber stranan, bidawî bûn.

Jin gefan nas nakin

Dewleta Îranê, Wehbabî û Selefiyên ku oldarên hişk in û li dijî pîrozbahiyan in, hewl dan ku pîrozbahiyên Newrozê asteng bikin û nehêlin jin beşdarî pîrozbahiyê bibin. Wehbabî û Selefiyan gotegotên wekî ‘ger ku pîrozbahiyên Newrozê pêk bên emê bên qadê û şer derxin’ belav kirin. Xelkê  Ciwanroyê got ku van koman xwestine tevlîbûna jinan a li pîrozbahiyên Newrozê asteng bikin. Lê digel hemû gef û astengkirinan jî, pîrozbahiya Newrozê bi taybetî bi tevlîbûna zêde ya jinan û bi coşek mezin pêk hat. Jinên Ciwanroyî ji van koman re gotin ‘vaye meydan û em li vir in’, serê xwe negirtin û cilûbergên netewî li xwe kirin û bi vî awayî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Em her sal bi hêztir û motîvasyonek zêdetir tên qadê’

Yek ji van jinên serbilind ên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne jî, Somayeh Ahmadî ye. Somayeh diyar kir ku tevî hemû gefên Selefî û Wehbabiyan jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne û wiha got: “Em  Newrozê tenê wek hatina biharê pîroz nakin, di heman demê de em li hember yên ku hewl didin nasnameya Kurd bidin jibîrkirin, hêza berxwedana xwe jî nîşan didin. Gef ji bo me ne nû ne. Lê em dîsa jî her sal li hember van gefan Newrozê bihêztir û bi motîvasyonek zêdetir pêşwazî dikin. Newroz ji bo Kurdan rojek berxwedanê ye. Kurd ev bi sedan sal in ku agirê Newrozê vêdixin û ji hemû neyarên xwe re dibêjin hûn nikarin tu car gelê Kurd tune bikin. Dapîr û bapîrên me, dê û bavên me li ser van axan jiyana xwe domandine, nasname û kevneşopiyên xwe ji nifşên nû re ragihandine. Emê jî li ser van axên pîroz bimînin, van kevneşopiyên xwe ji zarok û neviyên xwe re ragihînin da ku agirê Newrozê tu car venemire.”

Di standên ku li qada Newrozê hatin danîn de jî nanê Kurdan û pincarên biharê hatin firotan. Jinên ku bi cilûbergên xwe yên rengîn ên netewî li ber standan tiştên xwe firotin, pêşengiya zindîkirina aboriya herêmî jî dikin.