Dijwariya jiyana jinên Xezayî bi wêneyan nîşan dide
Wênesaz Şahd Taye ya ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji bakur koçî başûr kir, tevî hemû şert û mercên zehmet jî li ser jin û keçên Xezeyê wêneyan xêz dike.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Ji aliyek ve êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê didomin, ji aliyê din ve jî xelkê herêmê hewl dide êş û kederên xwe bi her awayî nîşanî dinyayê bide da ku çavên kor, guhên kerr vebin. Wênesaz Şahd Taye jî yek ji wan kesan e ku hewl didin rewşa xirab a jin û zarokên Xezayê dijîn, bînin ziman. Şahd Taye destnîşan kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de herî zêde jin û zarokan zirar dîtine. Şahd diyar kir ku ew jî tekoşîna jinan a di doza Filîstînê de dike nava tabloyên xwe.
Hunermendî ji malbatê tê
Şahd destpêkê behsa xwe û malbata xwe kir û ev agahî dan: “Ez li Zanîngeha El-Eqsayê Beşa Hunerên Bedew dixwînim. Di malbata min de her kes xwedî şiyanên hunerî ne, lê min nekarî di destpêkê de weke yên din di malbata xwe de aliyê xwe yê hunerî bipêş bixim. Dema ku hatim zanîngehê, min bêkariya di nava jinên ciwan de dît û bi taybetî bavê min dixwest ez beşa hunerê bixwînim. Wî ji min re piştrast kir ku ez ê di vî warî de serkeftî bibim. Di dema xwendina beşa hunerên bedew de min bi dehan nexş xêz kirin. Di dawiyê de derketim qada ku min xeyal dikir û min tabloyek ku pêkhateya wê ya bingehîn ji jinan pêk dihat çêkir û li ser vê tabloyê, li ser mijarên cihê rawestiyam.”
‘Min baweriya xwe bi gulan anî ziman'
Şahd Tayeh da zanîn ku di hemû tabloyên xwe de bi amûrên mûzîkê dest bi xêzkirina peyzaj û wêneyên jiyanê kiriye û wiha got: “Kesek ku li tabloyên min binhêre, dê bibîne ku gîtar bedena jinê temsîl dike. Ez şahî, hêvî, xemgînî, depresyon, tundî, hêz û detayên din ên jiyana rojane yên ku di jiyana jinan de hatine girtin, vedihewînim. Di yek ji tabloyên xwe de, min jinek bi gîtar û porê gewr ê tevlihev ku dixuya di depresyonê de ye xêz kir. Lê di vî wêneyî de min amûrek zer boyax kir da ku peyama ‘jiyan berdewam dike’ bidim. Bi rastî, yên ku bi baldarî li ser têlan lêkolîn bikin, dê ji rûyê jinek ciwan bêtir bibînin. Tabloya min a duyemîn şerê li Xezayê û astengiyên beton ên ku hêzên Îsraîlî di navbera bajar û gundan de danîne, nîşan dide. Di vê tabloyê de, min baweriya xwe anî ziman ku dê êrîş bi dawî bibe û bajar bi kulîlkan ji nû ve zindî bibe.”
‘Dixwazin hebûna jinên Filîstînî ji holê rakin'
Şahd Taye diyar kir ji ber ku di tabloyeke din de du beden û du serê jinan kişandiye, gelek rexne lê hatine kirin û wiha dewam kir: “Ji ber ku min di yek ji tabloyên xwe de du tor û du serê jinan xêz kir, gelek rexne li min hatin. Ji ber ku her hunermendek xwedî azadî ye ku mijarên xwe wekî ku bixwaze îfade bike. Ez bawer dikim ku doza Filîstînê li ser jinan e. Jin vê dozê digrin ser milên xwe û hewl didin ku wê biparêzin. Kesê ku êrîşên li ser Xezayê bişopîne dê bibîne ku piraniya mexdûrên ku li Xezayê hatine kuştin jin û zarok in, axa wan e.”
Di tabloyên xwe de giraniyê dide xwezayê
Şahd Taye, anî ziman ku ji ber êrîşên Îsraîl ji bakurê Xezayê koçî başûrê Xezayê kiriye û şert û mercên şer rê li ber karê wê digire. Şahd Taye wiha got: “Min amûrên xwe yên wêne, li pey xwe hişt. Min gelek dem û hewl da ku ez firçeyek û çend rengan bibînim da ku tabloyek ku qeyrana jicîhûwarbûnê û astengiyên wê vedibêje biafirînim. Ez beşdarî gelek pêşangehên hunerî bûm ku ji aliyê Weqfa Dar El-Kelima, Komeleya Jinên Ciwan û bi dehan saziyên din ve hatibûn lidarxistin. Ez di tabloyên xwe de jî giranî didim xwezayê. Mirov dema ku li tabloyên min temaşe dikin, aramî û rihetiya psîkolojîk hîs dikin.”
‘Jin hewl didin jiyana xwe ava bikin'
Şahd Taye destnîşan kir ku êrîşên li ser Zîvala Xezayê bûne sedem ku hin pirsgirêk û pirsgirêkên jin û keçan bên paşguhkirin. Şahd diyar kir ku krîza mirovî ya li Xezayê her ku diçe kûrtir dibe û wiha got: “Gel bi birçîbûn û xizaniyê re têdikoşin. Derman nayê peydakirin, gel ji xizmetên herî bingehîn bêpar in. Jin hewl didin bi keda xwe jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Bi tabloyên xwe ez ê balê bikşînim ser encamên êrîşan û pirsgirêkên nû yên ku derketine holê.”