Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kelecana mîhrîcana fîlman a Nûjiyan

Ji Kolektîfa Kezî Çîdem Roj da zanîn ku bi armanca avakirina yekîtiya di navbera sinemavanan de, xebatên xwe dimeşînin û bang kir ku sînemavan heta 25’ê Gulanê fîlmên xwe ji Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan re bişînin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo pêşwazîkirina sînameger û derhênerên jin ên Kurdistanî û cîhanî amade dike. Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, li hêviya mêvanên xwe ye. Mihrîcana ku di navbera 25 û 31’ê Gulanê de dê pêk bê, heta  25’ê Gulanê kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên ku çîrokên jinan yên cûda vedibêjin, pêşwazî bike. Kolektîfa Kezî ya Sînamegerên Jin li Rojava, pêşengiya mihrîcanê dike. Li ser amadekariyên Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, Endama Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînameger Çîdem Roj ji ajansa me re axivî.

Armanc hevgirtin û yekîtiya di navbera sînemavanan de ye

Çîdem Roj di destpêka axaftina xwe de armancên Kolektîfa Kezî ya ku pêşengtiya Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan dike, vegot. Çîdem da zanîn ku armanca wan a destpêkê, avakirina hevgirtin û yekîtiyeke di navbera jinên ku bi xebatên sînameyê re mijûl dibin de ye û wiha pê de çû: “Me xwest bi rêya Kolektîfa Kezî berhemên wan bi awayekî bibandortir amade bikin. Ji lewra Kolektîfa Kezî îsal pêşengtiya Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan dike. Armanca me ji mihrîcanê ew e berhemên ji aliyê jinan ve li ser çîrokên jinan hatine çêkirin, nîşan bidin.”

Salek hatibû paşxistin

Çîdem Roj da zanîn ku Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan,  yekem mihrîcana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin e û wiha pêl da gotina xwe: “Armanc belgekirin û nîşandana keda jinên sînameger yên ku di oxira çêkirina her fîlmekî de ewqas ked û bedelên giranbuha didin e. Amadekariyên mihrîcanê ji salek zêdetir e tê kirin, lê ji ber erdnîgariya ku em lê jiyan dikin êrîşên pir dijwar li ser rû dan, gel rûbirûyê komkujiyan hatin û ev bû sedem ku em mihrîcana xwe lidar nexin. Demek kurt bûye ku careke din me dest bi amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, kiriye. Vexwendname ji derhêner û sîmanegerên jin yên li seranserî Kurdistanê û cîhanê re hatine şandin. Yên ku derfet bibînin wê bi xwe beşdarî mihrîcanê bibin, yên derfet nebînin jî wê berhemên xwe bişînin û em ê li vir bidin nîşandan. Her wiha ev berhem wê li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî werin nîşandan.”

 ‘Mihrîcan wê bibe wesîleya yekîtiya jinên sînameger’

Çîdem Roj ani ziman ku armanca Mihrîcana Nûjiyan ew e ku hemû derhêner û sînamegerên jin li cihekî werin ba hev û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Daxwaz û armancên me ew in ku çîrokên jinan jiyan kirine û bi nêrîn û çavên jin veguherî ye kurtefilm, ji civakê re nîşandan bidin. Pir girîng e ku êş û kêfxweşiyên ku me bi hev re wekî jin jiyan kiriye nas bikin. Ji lewra amadekariyên ku bi kelecaneke mezin tên kirin, ji ber yekemîn Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan,  wê li Rojava were lidarxistin. Mihrîcan wê ne tenê ji sînameger û derhênerên jin ên Kurd pêk were, wê li ser asta cîhanê be. Ji ber ne şert e ku tenê jinên Kurd beşdar bibin, rengbûyîn cûdabûna xwe wê bide mihrîcanê. Her derhênerek di vê mihrîcanê de bi berhema xwe ji kurtefîlm, belgefîlm, çîrok û hwd… dibe dikare cîh bigre. Bi hêviya ku Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan  bibe wesîleya yekîtiya jinên sînameger û bikaribe di navbera wan de  hevgirtin û têkiliyeke bihêz çêkin.”

‘Divê jinên sînameger dema ku maye qezenc bikin’

Çîdem Roj got ku ew bi baweriya bi Netewa Demokratîk ku her derhênerek bi zimanê xwe dikare beşdarî mihrîcanê bibe nêz dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi derhêner û sînamegeran re di nav pêwendiyê de ne. Heta niha berhemên ku gihîştine destê me hene. Ji bo me ziman li hember civandin û hatina sînamegeran ba hev, nabe pirsgirêk û astengiyan çênake. Ji ber ku em îro kêliyên şoreşê dijîn, ji lewra divê ku di warê hûner û sînameyê de em gavên mezintir bavêjin, xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe derkevin û bikaribin rengbûyînê bidin mihrîcana xwe. Ji lewra serlêdan niha vekirî ye, yên ku dixwazin beşdar bibin dem heye ku qezenc bikin. Ji lewra Mihrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Jinan a Nûjiyan, dê heta 31’ê Gulanê berdewam bike.”