Bi riya hunerê berxwedana jinên Efgan vedibêje
Di nava jiyana tarî ya jinên Efgan de, huner bûye çirûskek hêviyê. Li her quncikek bajarê Kabîlê û bajarên din, jin tevî hemû astengiyan jî bi firçe û boyaxên xwe, cîhaneke ku qîrîna berxwedana wan a bêdeng radigihîne diafirînin.

BAHARAN LEHÎB
Kabîl – Huner ji bo jinên Efgan bûye çirûskek hêviyê. Li her kolan û kuçeyên navîn ên Kabîlê û bajarên din ên Efganistanê, kursên veşartî yên Îngliîzî û perwerdeya pîşeyî hene. Li wan deran jin hînî huner wêne û boyaxkirinê dibin. Jin di berhemên xwe de bi qasî ku zextên Talîbanê, ferzkirinên civaka baviksalar, êş û janan vedibêjin, di heman demê de sekn û berxwedanê jî nîşan didin.
Li Efganistanê niha her xebata jinan a li derve tê wateya berxwedanê. Tevî ku nobedarên Talîbanê yên “fermandana başiyê” li kolanan digerin jî û ji ber lixwekirina jinan gefan li wan dixwin, biçûk dixin, dişopînin û li wan didin jî; jin û keçên ciwan bi motîvasyoneke baştir, dikevin nava civakê, dixwazin nîşan bidin ku aydê van axan in û xwedî mafên jiyana azad in.
Me li navendeke perwerdeyê ya li Kabîlê bi jina wênesaz a ku ders dida xwendekarên jin re hevdîtin kir.
‘Jinên Efgan bêrî û hesreta di dilê xwe de veşartine’
Zohre Rezaî ya li navenda perwerdeyê mamoste ye wiha behsa tabloyeke xwe kir: “Min ev wêne bi nêrîna xwe, ji rewşa jinên Efgan a niha îlham girt û çêkir. Ez bawer in îro li Efganistanê, tu jineke ku hesreta di dilê xwe de venaşartibe tune ye. Dilê jinên Efgan êdî bûye goristaneke ku xeyal û daxwazên wan lê binaxkirî ne. Ger jin nehatana cîhanê yan jî li derveyî Efganistanê li cihekî din bihatana cîhanê dê neçar nemana ewqas zoriyan bikşînin û daxwazên xwe binax bikin.”
Bi wênenek sembîlîzekirina rewşa jinên Efgan
Zohre rezayî wiha behsa hûrgiliyên wêneyek dike: “Baskên ku min di wêne de bi kar anîne, min ji pûrtên kevokan çêkir, ji bo ku berhem rasteqîntir bibe. Beşên din jî min bi boyaxa bi rûn çêkir. Min rengê sor bi kar anî lewre ev reng sembola êş û eleman e. Dilopen xwînê yên ji serê bask ber bi jêr ve diherikin, tê wateya baskên jinan ên şikestî. Jinên Efgan niha bi rastî jî di rewşeke wiha de ne.”
‘Jinên Efgan tevî ba û bahozên serdeman jî tu car teslîm nebûne’
Zohre der barê berhemên xwe yên din de jî wiha dibêje: “Di tabloyên xwe yên din de jî ez behsa berxwedan û sekna jinan dikim. Em bi van xebatan dixwazin nîşan bidin ku her çendî jinên Efgan gelek caran rastî bahozên serdeman hatibin jî tu carî teslîm nebûne. Di dilê wan de hê jî hêvî heye, hê li ser piyan in, dijîn û bêhnê digrin.”
Zohre ji bo zarokên keç ên ji perwerdeyê bêpar mane vê peyamê dide: “Ez ji zarokên keç ên nikarin biçin dibistanê re vê dibêjim: Riyên alternatîf bişopînin. Rast e mafê we yê perwerdeyê asteng kirin lê bi hînbûna pîşeyek yan jî hunerê hûn dikarin bi riyên din cîhanê nas bikin û xwe bidin nasîn. Divê hûn bibêjin; ‘ez jin û keçeke Efgan im, hê jî li vê derê me, hêviya min hê jî heye.’”
Bi hebûna hêviyan dê careke din rojên ronî bibînin
Jinên Efgan, di rojên herî tarî yên li welat de, bi huner, hînbûna pîşe û perwerdeya veşartî, tovên hêviyê direşînin. Her wêne, her berhem, her gava ku li kolanan tê avêtin, îsbata berxwedêrî û cesareta wan e. Heta ku hêvî di dilê wan de hebe dê ronahî terka wan neke!