Heyran Jaro: Evîna Gozelxan û xiyaneta Heyran

Her serpêhatî rewşa welatê me tîne ziman. Welatê ku nehatî azad kirin timî di bin zordarî, zext û xiyanetê de ye. Heyranoka ‘Heyran Jaro’ ya ji dilê Gozelxan diherike jî evîna ku bi qirkirin û xiyanetê re rû bi rû maye bilêv dike.

VIYAN CIZÎR

Navenda Nûçeyan – Wekî ku em di rastiya dîroka xwe de her wiha di serpêhatiyên dîroka xwe de dizanin ku dîroka me Kurdan mixabin bi niviskî nehatiye heta îro. Hemû serpêhatî, berxwedanî, serhildan, xiyanetên ku dîroka me Kurdan de em dizanin hemû bi rêya dengbêjiyan, lorikan, heyranokan, payîzok hwd..bi dengên dengbêjên Kurd  gihiştiye îro ku em pê serwext dibin û dizanin. Bi lêkolînek, me xwest em çîrok ango serpêhatiya heyranoka ‘Heyran Jaro’ ku bi salan e li ser zimanê gelek hunermendên Kurd e, ji we re vebêjin. Gelek kesan çîroka Heyran Jaro vegotiye, lê me li gor wê lêkolînek berfireh kir ku em rastiya vê çîrokê bizanin.

Çîrokek ku tê de xiyanet heye

Dîsa bi dengên gelek hunermendan her wiha bi gelek versiyon ango şêwazên cuda hatiye xwendin. Bi rastî dema mirov li dengbêjiya Heyran Jaro guhdarî dike, mirov mîna ku wan rojan bi Gozelxanê re jiyan dike û êşên wê parve dike. Weke din jî mirov dikare van dengbêjiyan bike fîlm, şano, her wiha gelek berhemên bi wate ji van dengbêjiyan biafirîne. Serpêhatiyên me Kurdan çiqas bi êş, bi şadî, bi qehremanî, her wiha çiqas bi xiyanetê hatibe jiyîn jî, ew rastiyên me yên dîrokî ne û pêwîst e em dîroka xwe ti car ji bîr nekin. Li gor ezmûnên dîrokî em tecrubeyên rast jê derxin. Ev çîroka ku ez binivîsim jî, min li ser gelek lêkolîn kir û gihîştim encamek ku edî bi we xwendevanan re parve bikim.

Gozelxan û Heyran ji du gundên cuda ne

Di Heyranoka bi navê Heyran Jaro, li Herêma Botanê li navçeya Cizîrê hatiye jiyîn. Wekî tê zanîn berê li gundan şevbihêrk, şevên çîrokê, serhêrk û kombûnên bi vî rengî, çêbûne. Gelek rojên bi kêfxweşî ku hemû gundî li cem hev kom dibûn û bi awayekî kolektîf wê rojê mîna şahiyan derbas dikirin, bi alîkariya hemû gundiyan karê her malek dihat kirin. Di nava şevên wiha de gelek mirov hev nas dikirin û dibûn hevalên hev ên jiyanê. Brahîm jî yek ji wan kesên beşdarî van şevan dibûn e. Navê wî yê din Heyran e. Gozel Xan a navê wê Fatim e, rola sereke di vê çîrokê de dilîze. Heyran û Gozel Xan her du jî zarokên eşîran in û ji ber ku bi feraseta eşîrtiyê baş dizanin, navên cuda li xwe kirine ku kes wan nas neke. Gozel Xan ji gundê Gîveroj Şikêr a ku dikeve pişt gundê Şerefiyê ye. Heyran jî ji gundê Mendî Kera ya nêzî gundê Dêrgula Şirnexê ye. Ev gund tev ji eşîra Batûyan pêk tê. Ji ber ku Herêma Botanê piraniya xwe ji eşîran pêk tê, li vê herêmê di çîrokên wiha yên evîndariyê de, ji ber ferasetên çanda eşîrtiyê û paşverûtiyê navek din li xwe tê kirin.

Di Serhêrkê de hevdu dibînin

Gundê Gozel Xan û Heyran nêzî hev e. Rojekî Heyran diçe gundê mala bavê Gozel Xanê ku mirovên wî jî lê hene. Li gund wê demê kombûna roja Serhêrkê heye. Di demsala Payîzê de gundî li hev dicivin û bi stran û kêfxweşiyê dan û savar di destar de dihêrin. Destar ji aliyê wan kesên kombûyî ve heta ber destê sibê tê hêrandin. Êdî ji wê demê re digotin ‘dîkê mala xezûran bang da’ yanê, zava ji mala xezûrê xwe vegeriya. Beriya ku belav bibin, şîv tê amadekirin û hemû bi hev re şîvê dixwin û belav dibin. Di wê serhêrkê de Heyran û Gozel Xan hev dibînin û dilê wan dikeve hev. Gozelxan 4 salan ji Heyran mezintir e. Di wê şevê de 5 deqîqe çira an jî fanos tên vemirandin û kesên ku dil dane hevdû, bi hevre diaxivin û li navê hev dipirsin. Di wê şevê de Gozel Xan û Heyran navê hev pirs dikin û ji bo ku hevdû bibînin, qewlê roj û cîh datînin.

Piştî evîna 7 salan xiyanet dike

Keçikên gund ji ber biharê diçin li çiya û mêrgan pincar, tolik, tûzik, mendik kom dikin. Heyran jî bi hinceta dîtina Gozel Xanê diçe nêçîrê ku li wir Gozelxanê bibîne. Demên dirêj wisa derbas dibin ku timî hev dibînin û ji hev agahdar in. Gozel Xanê jî her ku diçe ji Heyran zêdetir hez dike. Rojekê Gozel Xan ji Heyran re dibêje; Dîtinên min û te yên ku çêbûne, ji bo min pir bi rûmet in. Ez kelecan û rûmeta van hevdîtinên me mîna ku heccacek biçe hecê dibînim. Ji bo min evqas bi rûmet e. Gozelxan û heyran 7 salan evîndarên hev dimînin. Piştî 7 salan jî Heyran mixabin mîna ku em gelek caran dema pelên dîrokê vedikin xiyaneta zilam dibînin, tevdigere. Di her çîroka evîndariyê de nebe jî, di gelek çîrokan de em vê rewşa ku hatî jiyîn, dibînin. Heyran piştî 7 salan xiyanetê li Gozelxanê dike û diçe ji xwe re keçeke din dixwaze.

Rondikên xwe di dilê xwe de vedişêre

Gozelxan ji ber evîndariya xwe gelek êş, jar û qehran dikşîne. Dengbêjiya xwe li ser xwe û evîna ku xiyanet li wê hatî kirin dibêje. Heyran Jaro jî bi devê Gozel Xanê li herêma Botanê belav bûye. Gozel Xan rondikên xwe bi êşa xiyaneta ku Heyran li wê kiriye barandiye, mîna ku dema ew nan dipêje dûkela agir dikeve çavên wê tîne ziman, lê di rastiya xwe de ew ji ber êşa dilê xwe rondikan dibarîne.

Gozel Xan dibêje;

Heyran jaro axx Ma ne wezê j’ kulikê te dimirim hey heyy haho

Hey jaro ma ne wezê j’ kulikê te ‘mirim

Hey belê çavê reş û belek kilê siphanî (jê) nagirim

 Yarikê vî zemanî (bi) dev dost in Wey qelb û dilê xwe kafir in!

 Ayy heçîkê yarikê wan kêf û kara dilê wan be,

 Milk û emlaka (ji) bav û birakê miho re şêrintir in û çêtir in!

Hê hey jaroo ho ho ho De bila heyranê’m sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re

Hey de rabe keçkokê, cahêlê vê nanpêjê Hey yu

yê nanik bipêjî yek bavê ser nêva devê sêlê

Kul û meraqê heyranîkê xwe jê

 Hey belê çavê xwe paqij’ke hêceta vê dukelê

 Hey heyyy hey hey heyy De bila heyranê’m sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re

Hêhê hayîîîîî ax Heyran jaroo Tenûna Sindiya tenûna Sindiya

hey heyy hayê hêy Hey jaro min go ber keviya Hey belê malan bar kir reşkê reş kona,

E’ nizanim ne simbêlê heyranê min sortir in; Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya!

Hey belê wezê heyranê xwe Cizîrê Banê Xanê nahêlim Ber gezê mêş û va pêşiyan!

Wezê heyranê xwe bibim zozana Mela Mêrgê zozanê Teya Ber toz û ecacê va keriya

 Wezê destê heyranê xwe bigirim raserê mila Hewrexê,

Min go çêrîna kew û kêvrûşk û va kûviya

 Hey jaro ho ho hoo De bila heyranê’m sax bê Wey belê dosteka wî jî vê re

Heyy de rabe keçkokê te keçînêê

 Hey min go memik hêkê ser hêlînêê

Ma ne zozan xweş e hey delalê wez û tu biçînê

Heyheyy hayîîîîî axx Heyran jaroo Çiyakê Cudî bi silsile û heheyy hayê hahoo

Hey belê deştika Silopya Zaxoka Behdînan miqabil e

 Hebînîka dinya alemê pûç û betal û derewîn e

Hey yê min û heyranê min jî j’ eşqan û dil e.

Hey jaroo ho hoo De bila heyranê’m sax bê

Wey belê dosteka wî jî vê re

 Hey de rabe keçkokê Bejn û bal şitila wê bîşengê

 Hey belê mala bar kir keriya ketine wê astengê

 Min divê herim tewafa xala gerdana yarê

Wey belê keçik vedixelê ji navtengê

 Heyheyy hey De bila heyranê min sax bê haho hahoo Hey belê babo dosteka wî vê re...

Girîngiya jiyana rast nîşanî me dide

Ger we Heyran Jaro guhdarî nekiribe, pêşniyara min ji we re ku guhdarî bikin. Hûn dê evîna jinên Kurd ên ku heta dawiya emrê xwe jî rast dijîn, bibînin. Dîsa hûn dê xiyaneta zilam a ku çawa dixwaze evîndariya rast tune bike bibînin. Di pirtûka Ehmedê Xanî de di vegotina Mem û Zînê de em dikarin dîsa serpêhatiyên me Kurdan rasterast bibînin. Evîna ku pêwîst e were jiyîn, gelo divê çawa be? Li evîna rast gerandin gelo gerekî çawa ye? Dîsa ji bo ku em evîna rast jiyan bikin gelo kesayetek çawa lazim e. An jî kesayet pêwîst e peyva evîn û jiyîna evînê çawa binirxîne? Em dikarin ji bo van pirsên xwe li bersivên rast bigerin. Ji ber ku çîrok û evîna Derwêş û Edûlê nîşanî me dide ku evîn divê çawa bê jiyîn. Dîsa evîna rast a ku bi hezaran salan nayê jibîrkirin, dibe mînaka evîna rast, em dikarin hûr bikolin û lê serwext bibin. Her wiha evîna Zîlan û Bêrîtanan meşandiye. Gelo evîna Zîlan û Bêrîtan çi bu ku îro em bi hezaran dibin şopdarên wan. Li wargehên azad gelek evîndarên ji bo evîna welatê xwe bun mînakên dîrokî hene. Gelek destan û serpêhatiyên jin û xortên Kurd hene. pêwîste wan wan lehengan nas bikin.Pêwîste em jî bibin şopdarên evîndarên rast, ji bo evîna di welatê azad de rast were jiyîn em jî bibin pêşengên evîn ê.

Hûn dikarin heyranokê ji dengê dayikên Botanê Kurdê û Henîf guhdar bikin: